Civaka Kurdî bersiv da Merkel

Civaka Kurdî bersiv da Merkel

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel roja pênşemî 19ê Hezîrana 2019 li bajarê Goslarê bi xwendekaran re civîya.

A+A-

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel roja pênşemî 19ê Hezîrana 2019 li bajarê Goslarê bi xwendekaran re civîya.
Angela Merkel 19ê Hezîrana 2019 li bajarê Goslarê di civînê de ji xwendekaran ra gotibû: “Ez bi serweriya yekparçeyiya axa Iraqê re me û di vê baweriyê de me ku dewleteke Kurdî xizmeta aştiya navçeyê nake. Merkel herwiha gotibû: Divê Kurd li Iraqê xwedî rewşeke adîlane bin û ez li gel xwebirêvebirineke berfireh ji bo Kurdan li Iraqê me.”

Federasyona Komeleyên Kurdî yên Almanyayê ku bi Civaka Kurdî li Almanyayê tê naskirin, bersiva Şêwirmenda Alamanyayê Angela Merkel da ku di daxuyaniyekê de behsa serxwebûna Kurdistanê kiribû û gotibû, “dewleteke Kurdî xizmeta aştiya li navçeyê nake”. Civaka Kurdî li Almanya ji Merkel re dibêje, ne erkê Merkel û hikûmeta wê ye ku behsa serxwebûna Kurdistanê bike.
 
Di daxuyaniyê de Cîgirê Serokê Civaka Kurd li Almanyayê, Mehmet Tanriverdi ragihandiye: “Em bi awayekê matmayî haydarê daxuyaniyên Şêwirmenda Almanyayê bûn. Em li benda piştgirî û rêzgirtinê li hember hewlên demokratîk û qurbaniyên Kurd bûn.”
 
 
Civaka Kurdî li Almanyayê daxuyaniya Angela Merkel ya derbarê serxwebûna Kurdistanê de red dike û dibêje: “Serxwebûna Kurdistanê rola seqamgîriyê bo Rojhilata Navîn dibe û dema vê yekê hatiye ku civaka navdewletî îtîrafê bi vê yekê bike.”
 
Hevdem li gel vê daxuyaniya Federasiyona Komeleyên Kurdî yên li Almanyayê, diyasporaya Kurdî ya li wî welatî jî bi vê daxuyaniya Angela Merkel dilgiran bûye û çalakvanên Kurd ên li Almanyayê daxwaz ji dengderên Kurd kirine ku di hilbijartinên bê de, deng nedin partiya Merkel.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin