Çima Tirkîye û Sûrîye nêzîkî hev dibin?

Çima Tirkîye û Sûrîye nêzîkî hev dibin?

Di 13ê Çileyê bi awayeke fermî serokê îstîxbarata Tirkîyê Hakan Fîdan û Serokê îstîxbarat Surîyê li Rûsyayê li hev rûniştin û her du welatan jî ev hevdîtin ji rayagiştî re ragihandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Tirkîye û Sûrîye ku ev 9 salin hev du weke teroorîst bin av dikinhewl didin ku bên bal hev du. Hevdîtina li Rûsyayê ya di 13ê Çileyê di navbera serokên îstîxbaratan de hate kirin weke nîşaneya dê nêzîkbûnê tê nirxandin. Li gorî hin pisporên Tirkîyê sedema nêzîkbûna Tirkîye û Sûrîyê Kurd in. Hin pispor jî dibêjin tê xwastin rêkeftina Edeneyê bê karîgerkirin dijî rêxistinên terorîst.

Tirkîyê bi destpêka şerê navxweyî ya li Sûrîyê ku sala 2011an ku dest pêk kir her ji rejîma Esad re digot terorîst û bi tu awayî hevdîtin pê re ne dikirin. Lê belê di 13ê Çileyê bi awayeke fermî serokê îstîxbarata Tirkîyê Hakan Fîdan û Serokê îstîxbarat Surîyê li Rûsyayê li hev rûniştin û her du welatan jî ev hevdîtin ji rayagiştî re ragihandin. Di vê hevdîtinê de jî Hakan Fîdan daxwaz ji Alî Memlûkî kirîye ku dijî YPG, HSD bi hev re têbikoşin.

Ev hevdîtina bi eşkere hatîye kirin ji alîyê pisporên Tirkîyê ve bi nêrînên cuda tê nirxandin. Li gorî pisporê Rojhilata Navîn Bereket KAR hevdîtinên navbera Enqere û Şamê de niha berdewam dikin û taybetî li dijî Kurdan di van hevdîtinan de bazarî tê kirin ku bi tu awayî statûyeke Kurdan neyê naskirin û di yaseyan de cih negrin.

Bereket Kar (pisporê Rojhilata Navîn) dibêje: Di esasê xwe de ev hevdîtinên ku didomin li hemberî Kurdan weke bazarîyekê tê birêvebirin. Berîya her tiştî Tirkîye bi wan hevdîtina daxwaz ji Esad dike ku tu maf û statûyeke Kurdan li Rojava neyê naskirin. Beramberî vê yekê jî Tirkîye dê Idlib û tevahîya xaka bin destê xwe de bide Sûrîyê. Niha nevbera alîyan de bazarî berdewam dike ser van mijaran û dawîya dawî Tirkîye neçare bi Esad re li hev bike û ji Sûrîyê derbikeve. Lê dixwaze Kurd jî bê sitatû bimînin.

Bi boçûna pisporê Ewlehîya Tirkîyê Kûrşat Atilgan jî bi du armancan ev hevdîtin bi awayekî eşkere hatine kirin û di maweyeke dirêj de tê plankrin ku Enqere û Şam dijî YPGê operasyoneke berfireh pêk bînin.

Kûrşat Atilgan (pisporê ewlehîya Tirkîyê) got: Kesên ku soz dabûn Tirkîyê sozên xwe bicîh neanîn derbarê YPGê de. Amerîkayê soz dabû ku YPGê li herêmê derxîne lê belê ev yek nekir, Rûsyayê jî hêj ev soz xwe bicîh neanîye. Ji ber vê çendê Tirkîye ji bo ku devera aram berfirehtir bike û YPGê temamî li wê derê de derxîne dê bi

Esad re operasyonekê pêk bîne. Bi vê yekê jî rêkeftina Edeneyê tê karîgerkirin li hemberî YPGê. Bermaberî vê hevkarîyê dibe ku Tirkîye jî xalên xwe yên çavdêrîyê li Idlibê bikêşe û idlibê radestî Esad bike.

Di Navbera Tirkîye û Sûrîye de di sala 1998an de rêxistinên terorî rêkeftina Edeneyê hatibû karîgerkirin û her du welatan biryar dabû ku hembeî rêxistinên terorî operasyonên hevbeş û alikarîyên leşkerî bê kirin. Ev rêkeftin di sala 2011an de bi şerê navxweyî yê Sûrîyê bi dawî bû û Tirkîyê Rejîma Esad veke terorîst binav kir. Lê niha careke din hewl tê dayîn ku her du welat bên gel hev.

Ji bo temaşakirina vê nûçeyê bitikînin

K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin