Cemil Turan Bazîdî Xelata Taybet a Akademîk a UNESCOyê wergirt

Cemil Turan Bazîdî Xelata Taybet a Akademîk a UNESCOyê wergirt

Kurd vê mehê ji xelatan têr nabin. Piştî coş û kelecana Xelatkirina Koçer Bîrkar, nûçeyek jî ji nivîskarê kurd Cemil Turan Bazîdî hat.

A+A-

Nivîskarê kurd Cemil Turan Bazîdî, bi romana xwe ya bi navê 'Azad e Navê Min' Xelata Taybet a Akademîk a UNESCO'ye wergirt

Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî bi romana xwe ya bi navê ‘My Name İs Azad’ (Navê Min Azad e) ku tê de behsa drama malbateke ku piştî komkujiya Helebçê koç kiribû dike, hêjayî xelata UNESCO hat dîtin.

Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî ku di dema derbeya 12ê Îlonê ya li Tirkiyê heyamekê di girtîgehê de ma û piştî hat berdan li Yewnanistanê bicih bû, bi romana xwe ya bi navê ‘My Name İs Azad’ (Navê Min Azad e) ji aliyê UNESCO ve hêjayî xelata Akademîk a Taybet hat dîtin.

Cemîl Turan Bazidî kî ye?

Cemîl Turan Bazîdî (Selamî Aytaş) li navçeya Bazîd a bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji ber xebatên xwe yên polîtîk piştî derbeya 12ê Îlona 1980an tê girtin û piştî hat berdan derbasî Yewnanistanê dibe. Niha li Wezareta Çapemeniyê ya Yewnansitanê û li rojnameyeke herêmî ya wî welatî weke rojanamevan kar dike.

Çîroka jiyana wî jî ji aliyê Nikos Kasdaglis ve bi navê Ararat Astreftei (Çiyayê Ararat Volkanan Dibarîne) weke romanek hat nivîsandin.

Bazîdî heta niha jibilî pirtûka Kurd û Kurdistan a Kemal Burkay gelek pirtûk wergerandine. Heta niha jibilî 6 romanên bi zimanê Yewnanî, Antolojiyeke Helbestan a bi navê ‘Ajanda’ û gelek xebat û lêkolînên wî hene.

Berhemên wî ev in: Roman: Το Ματωμένο Χιονολούλουδο (To Matomeno Hiyono Louloudo) “Berfîn Di Nav Xwînê de ne” (2001, Atîna); Τα Μάτια Tου Λύκου (Ta Matia Tu Likou) “Çavên Gur” (2003, Atîna); Η Νύχτα Που Έβλεπε Τηv Μέρα (İ Nikta Pu Evlepe Tin Mera) “Şeva Berê wê Li Rojê” (2006, Atîna); Τα Παιδιά Του Αραράτ (Ta Pedia Tu Ararat) “Zarokên Ararat” (2008, Atina); Εκεί O Θεός Κοιμόταν (Eki O Teos Kimotan) “Xwedê Li Wir Raza bû” (2013, Atîna); Αζάντ Με Λένε “Navê Min Azad e” (2015, Atîna). Araştırma: Η Αρχαία Σοφία των Κούρδων Εζιντί (Arkea SofiaTon Kurdon Εzidi ) “Zanabûna Qedîm a Kurdên Êzdî” (2013, Atîna).

bazidi.jpgcemil-turan-bazidi.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin