
Mazda Pola: Gelo we qet dêhnê xwe daye ferhengên peyvên varyant ên kurmancî?
.
Mazda Pola
Kurdîhezê hêja,
Gelo we qet dêhnê xwe daye ferhengên peyvên varyant ên kurmancî?
https://www.pirtukakurdi.com/urun/ferhanga-kurdi-kurmanci-tirki-turkce-kurtce-cilda-taybet-u-berfirehkiri
Û niha jî Weqfa Mezopotamya (WM) li ser ferhengeka berfireh a varyantan dixebite.
De ka li vê peyvê binêrin:
"bijang (n) : bijanik, bijank, bijeng, bijî, bijlank, bijûlank, birjan, bişkol, bîje, mêjank, mijang, mijank, mijelang, mijgan, mijgol, mijgul, mijgûl, mijî, mijîlang, mijîlank, mijlang, mijol, mijolk, mijulang, mijulank, mijûlang, mijûlank, mijûlek, mijwîlang, mijwîlank, mişgul, mişkulî, mişkulk, mişkûl, mojgan. mojgun, mujgan, mûjelang, mûjang" (ing: eyelash)
Na, ev ne dewlemendîya kurdî ye, belkî neynika berdîberdana civaka kurd û bêdewletîyê ye. Ez bawer nakim ku di zimanên xwedîdewlet de ewqas varyantên peyvekê hebin. Kurdîya îro dişibe bexçeyekî nexwedîkirî û bêaşêf. Ji bo standardkirina kurdî teqez divê tenê yek ji van varyantan were neqandin û li her nivîskarî bê ferzkirin.
Bi hezaran peyvên di ferhenga varyantan û ferhengên din de mixabin bi awayekî hêdîyane ji hiş û bîrên kurdan çûne, ji ber ku nayêne bikaranîn. Ji ber têkilîya bi zimanê tirkîya lawaz û moxolî, kurmanjî guherîye, ku ji vê re bi îngilîzî "language shifting" dibêjin. Gelek peyv ji nifşekî ber bi nifşekî din ve, yan ketine yan jî hatine jibîrkirin. Bela ku zimanê tirkî serdest e û bi zimanê maderî perwerde nîne, di pêvajoya "language attrition" de bi hezaran peyv û biwêj ji bîra kurdan çûne.
Dema mirovên kurd tim û daîm bi tirkî dipeyivin, guhdarî dikin, dixwînin û dinivîsin, tevnên sînapsên noronî yên kurdî yên di mêjî de zirav dibin, qut dibin, qels dibin û her ku diçe peyv û biwêjên kurmancî diçilmisin û ji hiş diçin.
Di pêvajoya dubarekirinê de girêdankên noronan qalin û xurt dibin, Lewma dive em peyv û biwêjên jibîrbûyî ducare bikin, da ku mêjî van peyvan bi hêz tomar bike û veguhêze hiş û bîrê mayinde.
Dema ku hûn tiştekî nû fêr dibin, di navbera noronên cuda de girêdank û movikên demkî yên bi navê sînaps ava dibin. Heke hûn heman tiştî dubare bikin, ev girêdank mayînde dibin, û bi vî awayî hûn dişên tiştekî bi bîr bînin. Heke hûn heman tiştî dubare nekin, ev girêdank qet mayînde nabin, û bi vî awayî hûn ê peyvên nûfêrbûyî ji bîr bikin.
Helbet hin kartêkerên din jî hene ku di vê proseyê de kar dikin. Pirs ev e: Em van peyvên jibîrbûyî bi çî awayî ber bi bîrê ve bînin? Teknîkên cûda cûda hene, der barê sazgêrên (mechanism) hînkarîyê de. Divê zimannas û derûnnasê kurd ji alîyê derûnî, civakî û sîyasî ve li vê diyardeyê bikolin û kurdan di vê babetê de serwext bikin.
Peyv û biwêj acûrên (tuxla) ristesazîya kurdî ne. Heke ev acûr yek bi yek bikevin, avahî yan sazî bi demê re diherife û wêran dibe. Kurmancîya ku niha tê bikaranîn mixabin xizan (poor) e û şikestî ye. Di ferhengên kurdî de gelek peyvên erebî jî hene. Asayî ye ku nihoke û demkî em van peyvan jî bi kar bînin. Piştî ku peyvên xwerû ên kurmancî yên bi ziman re hevaheng lingbicih bûn û cihê xwe xweş kirin, em karin van peyvên biyanî hin bi hin ji zimanê xwe der bikin.
Xuya ye ku ev peyvên bi varyant di axaftin û nivîsê de pirr tên bikaranîn. Lewma divê ev peyvên jibîrkirî yên di ferhengên peyvên varyant de her bi çi awayî be bêne zindîkirin û "bazar kirin".
Talîyê ez vêna ji we re dibêjim: Ji kerema xwe berê xwe ji tirkî biguherînin ber bi alîyê kurnancî ve. Daxwaza perwerdeya bi zimanê maderî ji dewleteka ku di pergala wê de hûn hevpar in, stratejîk û rewa ye. Ziman nasnameya axa mirov e jî, bela ku êdî di vê heyama global de ji alîyê zindîzanî, genetîkî û DNAyî ve em nikarin bêjin ku gelê kurd ji sedî sed kurdên xwerû ne. Raste, mirovnasîya zanistî dipeyitîne ku kurd berê arî, rûçikspî, kej û çavşîn bûne, lê em îro dibînin ku fîzyonomîya kurdan êdî ne wekî berê ye. Ango, niha ziman her tişt e!
Lê ji peyvan jî giringtir, divê em bibin hostayê lêkirin û hûnandina riste û metnên kurdî.
Ber bi zimanekî standard û xurt ve...
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin