
Hevpeymaniya leşkerî, wekî pêdiviyekê
.
Arif Qurbanî
Ne tenê welatê Kurdan hatiye dabeşkirin, belkî perçebûna wan wekî netewe jî ne tenê ew e ku bi zorê bûne hemwelatiyên pile du-sê yên çend welatên dewlet-netewe yên serdest ên cuda yên herêmê. Belkî di nava xwe de jî di her yekê ji van beşên ji hev cuda yên Kurdistanê de bûne çend beşên din.
Ji xeynî Êzidîtiyê wekî ola resen a Kurdan ku ew jî niha bûye ola hindikahiyeke milet, tu ol û îdeolojiyek (bi şax û paxên xwe ve) di nava van beşên ji hev cudakirî yên Kurdistanê de derneket holê ku bibe sedema nêzîkkirina Kurdan li welatên cuda.
Belkî ol û mezheb û terîqet û êl û eşîret, îdeolojî û peydabûna hizb û bizavên siyasî jî, hemû ji bo Kurdan bûne sedema cudabûnên zêdetir.
Di demekê de ku piştî Şerê Yekem ê Cîhanê ku bi biryara hêzên mezin ên wê demê yên cîhanê, Kurdistan wekî welatê Kurdan li ser çend dewletên nû hatine damezirandin hate dabeşkirin a ku ji bo Kurdan pêdiviya pile yek bû û, erka sereke ya rêber û serkirdeyên wê serdemê yên Kurdan bû, her ol û îdeolojiyek ku di wê serdemê de hebû, diviyabû bikirana amûra bi hev ve girêdana ruhê Kurdan li welatên cuda.
Lê belê ne ku ew nehate kirin, belkî li her yek ji wan parçeyên cuda jî ji ber ol û îdeolojiyên cuda, Kurd li ser komên biçûk-biçûk ên din û hinek caran jî li ser komên dijberî hev hatin dabeşkirin.
Ji wê demê heta niha ku zêdetirî 100 sal derbas bûne, tu îdeolojî, hizb û bizaveke siyasî derneket holê ku Kurdên hemû beşên ji hev cuda li dora xwe kom bike ku ev yek şermezariyeke mezin e ji bo miletekî xak dabeşkirî û dagirkirî wekî miletê Kurd ku di 100 salan de nekariye hizb û bizaveke siyasî ya neteweyî û nîştimanî ava bike da ku daxwaza rizgariya seranserî û yekgirtina Kurdan bike, di demekê de ku meseleya Kurdan li herêmê yek pirs û yek doz e.
Xaleke geş a tenê ku di vê dîroka dûr û dirêj de tomar bûbe, di çend rawestgehan de hevkariya serbazî di navbera tevgerên çekdarî yên beşên cuda de hebûye, wekî mînak çûna Mela Mistefa û hevalên wî ji bo piştgiriya Komara Mehabadê.
Her wiha di salên heştêyî yên sedsala borî de, çûna hêzên Pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo Rojhilatê Kurdistanê û mil bi milê Pêşmergeyên Demokrat û Komeleyê şerê artêşa Komara Îslamî ya Îranê kirin. Lê belê ev yek jî nebû bingeha hevpeymaniyeke serbazî ya dirêjdem.
Ev her du bûyer, rûyekî geş ê dîroka tevgera çekdarî ya Kurdan di sedsala borî de ne lê berevajî vê, rûpelên dîrokê bi rûpelên şermezariyê hatine tijekirin, ji pevçûnên çekdarî û rijandina xwîna hevdu bigire heta asta beşdarbûna ligel artêşa dijmin û dagirkeran di têkbirina tevgera çekdarî ya Kurdan de li beşên cuda yên Kurdistanê.
Di gelek qonaxan de derfet hebû ku hêz û tevgerên siyasî yên beşên cuda yên Kurdistanê bikaribin di çarçoveyekê de stratejiyeke neteweyî deynin û bikin sîwana ku cudahiyên wan bîne cem hev.
Lê ji aliyekî ve kêşe û nakokiyên siyasî yên navxweyî, her wiha girêdan û pêbendbûna hêzên siyasî bi siyaset û berjewendiyên dewletên serdest ve, û ji aliyê din ve di nav rêber û serokên Kurdan de xemxwerekî rasteqîn nebû ku vê pêwîstiyê wekî erkekî niştimanî bigire ser milê xwe û jê re kar bike.
Gelek caran û li ser asta bilind a hêzên siyasî yên her beşekî Kurdistanê, wekî pêwîstiyekê behsa girîngiya lidarxistina Kongreya Neteweyî hatiye kirin lê ti pêngaveke pratîkî ji bo amadekirina zemînê û pêkanîna wê nehatiye avêtin.
Derketina DAIŞê li herêmê û destpêkirina êrişên wê yên li ser Başûrê Kurdistanê, derfet da ku Kurd di warê neteweyî de têkevin qonaxeke nû.
Ji ber ku ji aliyekî ve gef û metirsî gefeke rasteqîn bû, û li hember wê jî, hesta berpirsiyariyê di nav Kurdên hemû beşên Kurdistanê de ji bo jinavbirina metirsiyên li ser yekane statuya Kurdan li Başûr, hest û berpirsiyariyeke neteweyî û niştimanî ya xurt bû.
Bêyî ku berê zemîna wê hatibe amadekirin, an jî bêyî ku Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî bangî Kurdên beşên din ên Kurdistanê bike ku werin hawara wê, ji kêliyên yekem ên şeran ve, gelê Kurdistanê di kanalên ragihandinê de dît ku di heman çeperê de Pêşmergeyên Başûr, gerîlayên Bakur û Pêşmergeyên Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bi hev re şehîd ketin û xwîna wan tev li hev bû.
Her wiha çûna Pêşmergeyên Başûr ji bo parastina Kobaniyê, wate û naverokeke girîng a pêkvebûnê bû.
Mixabin serokên hêzên siyasî di vê qonaxa girîng a dîrokê de jî nekarîn vê ruhiyeta bihevrebûn û canfîdayiya ji bo welêt bikin haveynê girêdana peymaneke niştimanî ku ev pêkvebûn û hevxebat berdewam bike.
Pêkan bû ew qonax bibûya destpêkeke girîng ji bo Kongreya Neteweyî, ji bo diyarkirina armanc û stratejiyeke Kurdî ya hevpar ku hemû hêzên siyasî yên Kurd pê ve pabend bin lê wekî gelek derfetên din, ew jî derbas bû.
Vêga herêm li ber komek bûyer û pêşhatên din ên çaverêkirî ye ku bêyî xwesteka Kurdan, bandorê li Kurdan jî dike. Girîng e ku Kurd vê carê berî wext xwe amade bikin ka dê çawa bi bûyeran re tevbigerin.
Yek ji wan egeran, wekî gef û metirsî li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye. Desthilata nû ya Şamê hîna bi temamî xwe birêxistin nekiriye û sist e lê di asta navxweyî û navneteweyî de hewl dide xwe xurt bike û pêgeha xwe bihêz bike.
Ji aliyekî ve, ji ber ku bandora Tirkiyeyê li ser Şamê ew qasî zêde ye ku dikare wekî sîbera Enqereyê li Şamê were temaşekirin, tê payîn ku ew dijminatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdên Rojava hebû, di siberojeke nêzîk de ji bo Şamê were veguhastin û dewleta Sûriyeyê wê li dijî Qamişloyê bi kar bîne.
Her wiha felsefe û fikra desthilatdariya vê tevgera cîhadî ku desthilata Şamê ketiye destê wê, bi xwe jî bi hebûna cudahiyan bawer nake û bi îhtimaleke mezin dê rûbirûyî Kurdan bibe.
Berê ne di asta herêmî û ne jî di asta navneteweyî de piştgirî li Tirkiyeyê nedihat kirin ku li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê têkeve şer lê ne şert e ku ev yek ji bo siberoja dewleta Erebî ya Sûriyeyê jî wisa be.
Bi hinceta serweriya welêt û tekûzkirina yasa û destûrê, piştgirî dê li navenda desthilata Şamê were kirin, qet nebe di asta herêmî û cîhana Erebî û Îslamî de, çawa ku di girtina Kerkûkê de cîhanê bi van sedeman çavê xwe li hember êrîşa Îraqê ya bi beşdariya milîsên sê dewletan li ser Kerkûkê girt.
Tişta ku Kurd dikarin bikin ew e ku hevpeymaniyeke serbazî di navbera hêzên çekdar ên her çar parçeyên Kurdistanê de ava bikin, da ku di rewşa pêwîst de berevaniyê li hev bikin.
Ev cure hevpeymanî hem di asta dewletan de û hem jî di nav komên nedewletî de heye. Ji bilî wê yekê ku di dema şerên mezin ên cîhanê de gelek welat diçûn cem hev û berevanî li hevpeymanên xwe dikirin, niha jî hevpeymaniya NATOyê li ser vî bingehî hatiye damezrandin.
Li derveyî NATOyê jî di şerê Rûsya û Ukraynayê de, li ber çavê cîhanê bi hezaran leşkerên Koreya Bakur li qada şer piştgiriya Rûsyayê dikin.
Di nav komên nedewletî de jî pêkhateya hemû hêzên cîhadî yên îslamî yên cîhanê, çi Sunî û çi Şîe, pêkhateyeke pir-netewe ye. Li Sûriyeyê bi xwe, di nav wan hêzên ku niha desthilat girtine destê xwe de bi hezaran çekdarên biyanî yên welatên Îslamî hene.
Berê di serdema Esed de jî di nav zêdetirî 10 salan de çekdarên Hemas, Hûsiyên Yemenê, Hîzbulah, Heşde Şebî ya Îraqê û Artêşa Qudsê ya Îranê, ji bo parastina mana desthilata Esed, beşdarî komkujiya gelên Sûriyeyê bûn.
Rewatiya Kurdan ji van hemûyan zêdetir e ku berevaniyê li Kurdên hevziman û axa xwe ya dagirkirî bikin, li kîjan parçeyê Kurdistanê be û metirsî ji kîjan hêz û alî be bila bibe.
Ji bo vê jî, divê niha lez were kirin di girêdana hevpeymaniyeke leşkerî de di navbera Rojava û Başûr de di rêza yekem de, û paşê Bakur û Rojhilat jî bibin beşek ji vê rêkeftina serbazî.
Divê Kurd şiyana xwe îsbat bikin ku dikarin berevaniyê li xwe bikin. Nabe ku tenê li benda dilovanî û rehma hêzên mezin ên cîhanê bin ku werin hawara wan.
Dîmenên Xezeyê îsbat kirin ku serdema dilovanî û rehmê bi dawî bûye, berjewendî û hevpeymaniyê cihê prensîpên berê girtine.
Eger tu bi xwe hebî, dê li cîhanê jî dost û piştevan ji te re peyda bibin. Dema tu bi xwe nekarî xwe biparêzî, ti gelên din ne amade ne ku lawên xwe ji bo Kurdan bidin kuştin.
Di ti serdemê de wekî niha hêza çekdar a Kurdan a zêde, biçek û keç û kurên canfîda nebûye. Lê pêwîstiya wê bi serokatiyeke rast û arastekirineke durist heye da ku şiyanên van hêzên belavbûyî werin yekkirin.
Eger ew vê yekê bikin, dikarin li hember her metirsiyeke ku rûbirûyî Kurdan dibe, bisekinin. Lê eger rêkeftineke bi vî rengî neyê kirin, mana wan a perçebûyî dê wisa bike ku yek li pey yekê bibin nêçîra hêzên ji xwe bihêztir.
Çavkanî: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin