Çekdarên ser bi Tirkiyê li Efrînê 11 hemwelatiyên kurd revandin   

Çekdarên ser bi Tirkiyê li Efrînê 11 hemwelatiyên kurd revandin  

.

A+A-

Grubên çekdar ên bi artêşa Tirkiyê re Efrîn dagîr kirine, 11 welatiyên sivîl ji 2 gundên Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, gruba Polîsa Leşkerî roja 22ê Cotmeha borî bi ser gundê Qude yê li navçeya Raco de girtin û bi armanca standina pereyan ji wan, 10 gundî revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Mihemed Heyder Şêxo, Ehmed Hec Mûsa, Rifet Hec Mûsa, Tewfîq Mihemed Mûsa, Dogan Ehmed Silêman, Mistefa Silêman, Ehmed Izet Osman, Mihemed Marûf, Ebdîn Xilûsî Ereb.

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn, çekdaran 2 kes (Rifet Hec Mûsa û Mistefa Silêman) berdane, lê hîna çarenivîsa 8 kesên din ne diyar e.

Wê rêxistinê ragihand jî, çekdarên grûpa El Mecid pêr 1ê Mijdarê welatiyê bi navê Şahîn Sefer Sîdo ji gundê Kosa yê navçeya Raco revand û dest danîn ser otombîla wî û pere û zêrên li mala wî bûn dizîn.

Revandina welatiyên kurd ên Efrînê ji aliyê grubên çekdar ve berdewam e. Li gor rêxistinên mafên mirovan, heta niha bi hezaran kes hatine revandin û çarenivîsa beşeke mezin jî ne diyar e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin