Çekdar li Efrînê darên zeytûnê dibirin û dişînin Idlibê  11 demjimêr berê

Çekdar li Efrînê darên zeytûnê dibirin û dişînin Idlibê 11 demjimêr berê

.

A+A-

Darên zeytûnê ku li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hatine birrîn bi barhilgiran bo parêzgeha Idlibê tên veguhestin.

Li gor çavkaniyên ku ji herêma Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîne, çiloyê daran ji bo pez û dewaran tê bikaranîn û qurmên daran jî wekî êzing tên firotin.

Ji destpêka kontrolkirina herêma Efrînê ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê, bi sedhezaran darzeytûn, darmêwe û darên daristanan hatine birrîn.

Mistefa Şêxo, çalakvanê Kurd ku xelkê bajarokê Şiyê ye û doseya birrîn û şewitandina daran bi belge dike, amarên hûr di vê derbarê de dane Rûdawê.

Çalakvan Mistefa Şêxo dibêje, “Ji roja Efrîn hatiye dagirkirin ta niha nêzikî milyonek û 225 hezar dar hatine birîn li gor rêxistina mafên mirov. Temenê hinek daran  100 sal e.”

Ji bilî birrîna daran, bi hezaran hiktar ji zevî û daristanên herêma Efrînê hatine şewitandin û zerer û ziyaneke mezin hem li cotyaran û hem jî li jîngeha herêm bûye.

Mistefa Şêxo diyar dike jî dike ku hejmareke zêde ya daristanan li navçeyên ser bi Efrînê ve hatine birîn.

Çavkaniyeke taybet ji nahiyeya Raco ji Rûdawê aşkere kir, ku dema Nesir Herîrî, serokê Îtîlafa opozisyona Sûriyê seredana herêma Efrînê kiribû û hin nişteciyên herêmê gilî derbarê birrîna dar û daristanan kiribû. Li gor heman çavkaniyê heta niha hîç rêgiriyek li vê kiryara grûpên çekdar nehatiye kirin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin