
TAYBET - Yekîtiya Ewropayê rewşa Sûriyeyê û mafên Kurdan gotûbêj dike
.
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê ji Rûdawê re ragihand ku ew dê di civîna îro ya wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê de li ser mijara Sûriyeyê û mafên pêkhateyan biaxivin.
Wezîrên karên derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê îro li Brukselê dicivin.
2 ji wan civînan li ser Sûriyeyê ne û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî hevserokê civînan e.
Me ji Kaja Kallasê pirsî: "Gelo hûn dê li gel Esed Şeybanî li ser mijara xwendina bi Kurdî biaxivin?"
Kaja Kallasê di bersiva xwe de got: "Belê, em dê li ser van mijaran jî biaxivin. Ango li ser mijara kêmneteweyan û mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayîkê ya li Sûriyeyê.
Bê guman di çarçoveyeke berfirehtir de em dê li ser hemû pêkhateyên Sûriyeyê biaxivin lê dê mijara Kurdan jî were gotûbêjkirin."
Yekkirina saziyan û zimanê Kurdî
Pêngavên taybet ên ji bo yekkirina saziyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de didomin.
Yek ji wan mijarên ku herî zêde nîqaş li ser tê kirin, bikaranîna zimanê Kurdî ya li saziyên Rojavayê Kurdistanê û dibistanan e.
Daxuyaniya tîma serokatiyê
Berdevkê Tîma Serokatiyê ya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî 8ê Gulana 2026an ji nûçegihana Rûdawê ya Şamê Solîn Mihemed Emînê re ragihandibû:
"Biryarnameya hejmar 13an a serokatiyê, zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî qebûl dike.
Li gorî biryarnameyê, destûr tê dayîn ku zimanê Kurdî li dibistanên fermî û taybet were xwendin. Bi taybetî li wan herêmên ku Kurd rêjeyeke berbiçav a nifûsê pêk tînin, ev yek dê di çarçoveya bernameyên xwebexş an jî wekî çalakiyên çandî û perwerdeyî be."
Wî diyar kir ku Erebî wekî "zimanê fermî yê tenê" yê Sûriyeyê dimîne û wekî "stûneke sereke ya destûr û yasayan" tê dîtin.
Ehmed Hîlalî her wiha destnîşan kir ku yasa ji bo bikaranîna Erebî ya li saziyên fermî, sektora xwendinê û karên yasayî pêbendker e çimkî parastina zimanê Erebî wekî parçeyek ji serweriya dewletê û pergala giştî tê hesibandin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin