Berpirsekî Wezareta Pêşmerge: Êdî hêzên Pêşmerge ji aliyê pisporên pêşmerge ve tên perwerdekirin

Berpirsekî Wezareta Pêşmerge: Êdî hêzên Pêşmerge ji aliyê pisporên pêşmerge ve tên perwerdekirin

.

A+A-

Berpirsekî Wezareta Pêşmerge dibêje, hêzên hevpeyman komek mamosta û pisporên serbazî perwerde kirine bo perwerdekirina hêzên Pêşmerge, ji ber wê jî pisporên hêzên hevpeyman niha tenê rola şêwirmendiyê dilîzin.

Cîgirê sererkanê Pêşmerge bo karûbarên operasyonan li Wezareta Pêşmerge, Qareman şêx Kemal ji BasNewsê re got, çendîn sal e hêzên hevpeyman bi perwerdekirin û fêrkirinê alîkariya hêzên Pêşmerge dikin. Niha komek mamosta û pispor li nav pêşmergeyan de hatine amadekirin da ku hêzên Pêşmerge perwerde bikin.

Qareman şêx Kemal her wiha got, ew mamosta hemû pêşmerge ne û amade ne. Êdî ji vir û şûn de ewê hêzên Pêşmerge perwerde bikin û pisporên hevpeymanan dê tenê rola şîretkariyê bilîzin.

Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge da zanîn, heta niha wan mamostayan du dewre bo pêşmergeyan vekirine û got, li gorî çavdêrî û nêrînên pisporên serbazî, şiyan û hêza wan gelekî baş e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin