Berpirsê IYI Partî yê Sakaryayê bêrêzî li Ala Kurdistanê kir

Berpirsê IYI Partî yê Sakaryayê bêrêzî li Ala Kurdistanê kir

Bêrêziya Serokê Şaxa Parêzgeha Sakarya ya IYI Partiyê, heman parêzgeha ku roja bihorî lê êrîşî karkerên Kurd hatibû kirin, li hember Ala Kurdistanê ku di civîna Wezîrê Derve yê Tirkiyê û Serokê Herêma Kurdistanê de hatibû danîn, rastî gelek bertekan hat.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandineke fermî roja 4ê Îlonê serdana Tirkiyê kir û destpêkê li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û paşê jî li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya.

Di civîna şanda Kurdistanê û Mevlut Çavuşoglu de, tevî alên Iraqê û Tirkiyê, Ala Kurdistanê jî li ser maseyê hatibû danîn û vê yekê bala gelek medyayan kişand.

Li hundirê Tirkiyê jî danîna Ala Kurdistanê li ser sosyal medyayê û di nava kesayetên siyasî de jî bû rojevek germ.

Serokê Şaxa Parêzgeha Sakarya ya IYI Partiyê, Selçuk Kiliçarslan rexne li danîna Ala Kurdistanê di civîna navbera şanda Herêma Kurdistanê û Çavuşoglu de digire û bêrêziyê bi Ala Kurdistanê dike û weke “pîne perû” bi nav dike.

Selçuk Kiliçarslan li ser twittera xwe nivîsandiye: “Xwarin çi heye cenabê wezîr, şorbeya pîne ye?”

 

Yemekte ne vardı bakan bey, paçavra çorbası mı? pic.twitter.com/vKMTn93Dfw

— Selçuk KILIÇASLAN (@SKILICASLAN54) September 5, 2020

Li ser van gotinan û bêrêziya ku li hember Ala Kurdistanê kiriye, gelek bertek li ser medyaya civakî çê bûn.

Parêzer, Nedîm Avcî, parêzerê ji Baroya Hiqûqê ya Gola Wanê li hember wê bêrêziyê nerazîbûna xwe nîşan daye û wêneyên civînên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Berpirsa Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert li ser twittera xwe belav kiriye û gotiye: “Ala ku tevahiya cîhanê qebûl kiriye, tenê ji ber ku ya Kurdan e, hûn tehemul nakin. Yê ku tehemula alê nîne, helbet ku hovane êrîş dike. Ji ber wê ye ku em ji hovîtiya li Sakaryayê matmayî namînin, lê em ji bîr nakin jî.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin