Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê diyar bû

Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê diyar bû

Festîvala fîlmên kurdî ya Parîsê wê di 3-6ê Tîrmehê de, li Centre Wallonie-Bruxelles pêk bê. Wezareta çandî ya Fransayê û Şaredariya Parîsê festivalê fînanse dikin, organiszatorên wê jî Enstîtuya kurdî ya Parîsê û rêxistina sînema fransî-kurdî CinéBej in.

A+A-

Wê di vê festîvalê de 19 filmên ku heta niha belav nebûne ; fîlmên karton, fîksiyon tevlîhev çi kurt û çi dirêj metraj û belgefilm bên nîșandan. Fîlmên ku wê bên nîșan dan, temsîla takefilm û koleksiyonên derhênerên Kurdistanê dikin. Nozdeh fîlm ango nozdeh awirên cihê, nozdeh çîrokên taybetî ji beșên cihê yên Kurdistanê ne, ku wê adet, sitran, helbest û nivîsên filmî yên cihê yên him edebî û him jî siyasî nîșan bidin. 
Weke di daxwiyaniya li ser malpera Enstîtuyê de jî hatiye diyar kirin, ji sala 2000 virde festîvalên taybetî ji bo fîlmên kurdî pê bi pê li bajarên Kurdistanê yên weke Batman, Diyarbekir, Silêmaniye, Duhok, Hewlêr, Senendej û Kobaniyê, her wiha li motropolên cîhanî yên weke Berlîn, Londra, Stockholm, Stembol, New York, Kopenhag û Hambûrgê pêk tên. Her bi vî rengî festîvala fîlmên kurdî ya Parîsê jî cara pêșîn pêk tê, ku dê bibe ciyê hevdîtina pîșekar û hezkirên sînemayê.
Organîzatorên festîvalê redighênin ku di fîlmên hatine hilbijartin de têkiliyên hunerî yên bi rastiya çandî ya herêmên ku lê hatine çêkirin û welatên diasporayê her wiha bîranîna eskerî û siyasî ku gelek caran ew bixwe bûne șahid wan jî tên nîșan dan.
Armaca festivalê ew e, ku bi dirêjiya sê rojan piștgiriyeke hunerî têxe jiyanê û han bide ji çarçoveya sînorên hatine danîn derkeve. Ew nêrîneke rexneyî ya pozîtif li dor fîlmên ku ji asoyên cihê hatinê pêk bîne û berhênaneke fîlmî ya ku 2000î virde mezin dibe bêne ber çavên bîneran, da ku pêșketina hunerî misoger bike û bibe ciyê bîra hûnerî ya pêșerojê. 

Bername:
Çarşem, 3yê Tîrmehê
19û00 Vekirin
The Legend of the Ugly King / Efsaneya qralê kirêt

Pêncşem, 4ê Tîrmehê
14û00 Director / Birêveber
14û30 Gulistan, terre de roses / Gulîstan, welatê gulan
17û00 From Hasaka with Love / Ji Hesekê, bi dilevînî
17û30 Memories on Stone / Bîranîneke herdem
20û00 Tu m’écoutes, maman ? / Tu guhdariya min dikî, dayê ?
20û30 Reşeba : Bayê reş

În, 5ê Tîrmehê
14û00 The Stain / Leke
14û30 Colorless Dream / Xewna bêreng
17û00 House Wit hout Roof / Xaniyê bê ban
20û00 Hevi / Hêvî
20û30 L’Hirondelle / Hechecîk

Șemî, 6ê Tîrmehê
14û00 Pantor | Birthday Parents/ Rojbûna dayik û bavî | My Cat / Pisîka min
17û00 The Shepherd / Șivan
17û30 Pari(s) d’exil / Parîsa dûriyê
20û00 Alan
20û30 Zagros

Biha: 5€ j ibo her seansekê
Û 15€ ji bo 3 rojan (3 ta 6ê tîrmehê)
Bilêt li Centre Wallonie-Bruxellesê peyde dibin.
Navnîșan : 46 Rue Quincampoix 75004 Paris

Mail: info@ ffkp.fr
Sîte: https://www.ffkp.fr/
Facebook : https://www.facebook.com/festivalfilmskurdesparis/
Twitter : https://twitter.com/FilmsKurdes

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin