Berfîn Zenderlîoglu dê li Stenbolê dersên Şanoya Kurdî bide

Berfîn Zenderlîoglu dê li Stenbolê dersên Şanoya Kurdî bide

Chalak Events dê ligel Şermola Performansê bi dersdarîya Berfîn Zenderlîoglûyê Kargeha Şanoya Kurdî li dar bixe. Bername dê ji 16 Sibatê dest pê bike û heta 21ê Hezîranê dewam bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Chalak Events dê ligel Şermola Performansê bi dersdarîya Berfîn Zenderlîoglûyê Kargeha Şanoya Kurdî li dar bixe. Bername dê ji 16 Sibatê dest pê bike û heta 21ê Hezîranê dewam bike. 

Ew kesên ku dixwazin beşdar bibin divê formekê dagirin.

NAVEROK ÇAWA YE?

Beşdar di kargehê da dê li ser tekstekê bixebitin; analîza tekstê, analîza karakteran û analîza xwe bikin û bi ronîya van kifş û analîz û zanînan dê biceribînin ku nêzikî rolekê ango karekterekê bibin.

DÊ ENCAM ÇAWA BE?

Beşdar di dawîya kargehê da dîsa bi derhênerîya Berfîn Zenderlîoglûyê, ceribandin û xebatên xwe wek performansekê dê pêşkêşî temaşevanan bike.

ÇAWA DIKARIM TEVLÎ BIBIM?

Ew ên ku di hundirê xwe da zarokek dihewînin bila nesekinin, werin beşdar bibin.
Bê şano nemînin!

Hûn jî yekser formê tije bikin û bi rêbazên hevçax ên şanoyê li ser performansekê bixebitin û di deng û nefes û laş û hişê xwe da derfetên nû kifş bikin û sînorên xwe fireh bikin.

BERFÎN ZENDERLÎOGLÛ KÎ YE?

Derhêner û lîstikvan e. Yek ji avakar û hevşirîka Şermola Performansê ye. Zanîngeha Stenbolê Beşa Dramaturjî û Rexnegirîya Şanoyê kuta kirîye. Derhênerîya lîstikên mîna Dîsko 5 No’lu, Antîgone2012, Cambazın Cenazesi, Sevmekten Öldü Desinler, Sherlock Hamid, Karagalar/Serencama Qijikan, Balans, Yaralarım Aşktandır, Hayal Satıcısı, Balat Monologlar Müzesi-Kadın kirîye. Bi derhênerîya çend lîstikan bû berendema xelata derhênerîyê. Li Zanîngeha Kadîr Hasê di serdema 2017-2018an da salek mamostetîya lîstikvanîyê kirîye. Niha jî li Zanîngeha Yedîtepeyê karê xwe yê mamostetîya lîstikvanîyê dimeşîne.

Bianet

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin