Berdevkê PAKê: PKK şerê xwe dikişîne nav axa başûrê Kurdistanê

Berdevkê PAKê: PKK şerê xwe dikişîne nav axa başûrê Kurdistanê

.

A+A-

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Hanîfî Turan li ser êrîşên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Herêma Kurdistanê diyar kir: “Mixabin PKK şerê xwe hêdî hêdî kişand nav axa başûrê Kurdistanê û li başûrê Kurdistanê rê ji bo dewleta Tirk ji bo derbasî wê derê bibe vekir.”

Berdevkê PAKê Hanîfî Turan ji Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser êrîşên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê axivî.

Hanîfî Turan diyar kir: “Başûrê Kurdistanê têkoşîneke bêhempa bi xwîna şehîdan, bi xwîna pêşmergeyên qehreman hat avakirin û piştî ku hat avakirin, şert û mercên avakirinê ez naxwazim li serê zêde bisekinim, lê belê ew bû destkeftiyeke mezin ji bo her çar parçeyên Kurdistanê. Îlankirina dewleta federal li başûrê Kurdistanê, em baş dizanin ku li bakurê Kurdistanê çi tesîreke erênî danî.”

Turan destnîşan kir: “Niha li rojavayê Kurdistanê jî Kurd li dû statûyekê ne, ji bo wê di nav hewldanan de ne, ew jî cihê kêfxweşiyê ye, lê mixabin PKK şerê xwe hêdî hêdî kişand nav axa başûrê Kurdistanê û li başûrê Kurdistanê rê ji bo dewleta Tirk ji bo derbasî wê derê be vekir, dû re jî PKK gerîlayên xwe vedikişin nav axa başûr, leşkerên Tirk jî li dû wan ew jî dikevin nav axa başûr û pêşve diçin, ew jî têr nake, PKK êrîşî Pêşmerge dike, em dizanin ku Pêşmerge temsîla serweriya başûrê Kurdistanê ye.”

Berdevkê PAKê diyar kir: “Li başûrê Kurdistanê serweriyek heye, parlemento heye, Serokatiya Herêmê heye û hikûmet heye. Divê ku PKK di serî de rêzê li serweriya başûrê Kurdistanê bigre.”

Hanîfî Turan bal kişande ser wê yekê ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rê nade Pêşmergeyên Roj derbasî rojavayê Kurdistanê bibin û got: “Li rojavayê Kurdistanê, PYDê got, eger Pêşmergeyên Roj derbasî nav axa me bibin, nav desthilatdariya me bibin, emê wan bikujin. Pêşmergeyê Roj derbas nebûn, ne ku Pêşmergeyê Roj tirsiya, em baş dizanin, em tarîxa Pêşmergetî wextê dinêrin, Pêşmerge ti car natirse, ne ku ji ber tirsê derbas nebû, ji ber ku şer dernekeve, alozî derbasî wê derê nebe. Dîsa dema ku dewletên biyanî, dewletên mezin wextê gotin bila Pêşmergeyên başûr derbasî Kobanî bibin, hikûmeta başûr a wê demê, erênî ya desthilatdariya statuya rojava jî stand, hêj derbas bû û kengî erkê wan jî qediya, ji wê derê fetilîn. Lê em lê dinêrin, PKK qaşo çû Şingalê û got me Şingal xelas kiriye, piştî ku rêzdar Serok Mesûd Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê çûn Şingal xelas kirin, gotin em spasî ji we re dikin, êdî vekişin, lê venekişiyan, heta kengî­? Heta ku dewleta Iraqê ji wan re got vekişin, vekişiyan.”

Turan da zanîn: “Serweriya başûrê Kurdistanê serweriyeke meşrû ye, bi dengên miletê Kurd parlemetoyek li wir hatiye avakirin, serokek hatiye destnîşankirin û hikûmetek ava bûye, ew hikûmet temsîliyeta miletê ye, divê PKK rêzê li serweriya başûr bigre.”

Hanîfî Turan destnîşan dike: “Dewleta başûr, hikûmeta başûr çi biryar bide, PKK mecbûr e ku li wê biryarê guhdarî bike. Em bang li PKKê dikin, êdî bes e, dev ji wî şerê ku we kişandiye başûr berdin û rêzê li serweriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigrin. Em bang li Herêma Kurdistanê jî dikin; bila ew pirsgirêkên navxwe, ew neyekkirina Pêşmerge û mesela aboriyê çareser bibe, ku hêza wan xurt be, hemû dinya mecbûr e rêzê ji wan re nîşan bigre.”

“Niha em wextê ku li wan aloziyan dinêrin, ev alozî ji bo kê, yanî encama wê ji bo kê sûdê tîne, feyda wê ji kê re heye, feyda wê yek ji xêrnexwazên Kurdistanê re heye, ji dagirkeran re heye. Em dema li helwesta PKKê jî dinêrin, PKK di vî warî de birastî jî ew deftera wan tije ye.”

https://www.facebook.com/K24Kurmanci/videos/770682766866456

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin