Belgefîlima “Her War: Women vs. ISIS” xelat wergirt

Belgefîlima “Her War: Women vs. ISIS” xelat wergirt

Belgefîlm di Mehrîcana Netewên Yekbûyî ya Sînema û Dîmen de, xelata zîvî wergirt.

A+A-

Belgefîlima “Her War: Women vs. ISIS” xelat wergirt

Belgefîlma li ser Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di Mehrîcana Netewên Yekbûyî ya Sînema û Dîmen de, xelata zîvî wergirt.

Belgefîlimê bi navê “Her War: Women vs. ISIS”, dîmenên wê li eniyên şer ên Serêkaniyê hatine kişandin û fîlm ji aliyê kenala RT a Rûsyayê ve hatiye amadekirin. Ev fîlm berxwedaniya şervanên Yekîneyên Parastina Jin ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, her wiha beşdariya jinên Kurd di nava xebatên şoreşra Rojava derdixe pêş.

Di mehrîcanê de zêdetirî hezar kes ji 29 dezgehên çapemendiyê yên navnetewî beşdar bûn.

Mehrîcana Netewên Yekbûyî ya Sînema û Dîmen di sala 1967’an li bajarê Los Angeles ê Amerîkayê destpê kir.

PUKmedia

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin