Baroya Amedê: Divê hemû girtî werin azadkirin

Baroya Amedê: Divê hemû girtî werin azadkirin

Baroyên Bakûr û sîyasetmedarên HDPê dixwazin ti ferq û cûdahîyê nexin nav girtîyan de û girtîyên ku ji ber fikir û ramanên xwe hatine zindanîkirin jî werin azadkirin.

A+A-

Baroya Amedê: Divê hemû girtî werin azadkirin

Navenda Nûçeyan - Wezareta Dadê ya Tirkîyeyê di çarçoveya pêşîlêgirtina belavbûna Vîrûsa Coronayê ya Cûreya Nû (Covîd-19) de hin xalên yasayê digûhere. Bi vê yekê tê çaverêkirin ku 90 hezar zindanîkirî werin azadkirin. Baroyên Bakûr û sîyasetmedarên HDPê dixwazin ti ferq û cûdahîyê nexin nav girtîyan de û girtîyên ku ji ber fikir û ramanên xwe hatine zindanîkirin jî werin azadkirin.

Li seranserê cîhanê roj bi roj haletên tûşbûna Vîrûsa Coronayê ya Cûreya Nû (COVÎD-19) zêde dibin. Di çarçoveya pêşîlêgirtina belavbûna Covîd-19 de Wezareta Dadê ya Tirkîyeyê 70 xalên yasayê diguhere. Bi vê sererastkirinê tê çaverêkririn ku 90 hezar girtî werin azadkirin. Lê kesên ku ji ber fikir û ramanên xwe hatine zindanîkirin û yên ku ji tawanên wekî hişber û destdirêjî û kûştinê derveyê yasayê hatine hiştin. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin got; bi taybetî tawanên polîtîk dê ji vê yasayê sûdê wernegrin û ev yek li dijî xalên wekhevîyê yên Destûra Bîngehîn in.

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin ji K24ê re got: “Ji alîyê hiqûqê ve mirov dikare bêje ev yasaya lêborînê ye. Lê belê hin tawan li derveyê vê yasayê hatine hiştin. Bi taybetî kesên ku ji ber tawanên polîtîk û fikir û ramanên xwe hatine zindanîkirin dê nekarin sûdê ji vê yasayê bigrin. Yasaya têkoşîna bi terorê re gelik berfireh e û gelek kes ji ber fikrên xwe hatine tometbarkirin û zindanîkirin. Dibe ku bi vê yasayê li zindanan qeyran jî derkevin. Ya baş ew e girtî hemû ji vê yasayê sûdê werbigrin.”

Li Girtîgeha Êlihê hin girtîyên ku ji ber tawanên asayî hatine zindanîkirin bi hinceta ku nayên azadkirin alozî derxisin û du nivîngehên xwe şewitandin. Li gorî daxûyanîyên serdozgerîya Êlihê tiştek bi ti girtîyekî nehat. Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Tirkîyeyê li Bakûr û Tirkieyê, 290 hezar girtî û hikûmxwarî hene. Li gorî daxuyanîyên rayedarên rêxistinên zindanîkirîyan ji 10 hezaran zêdetir girtîyên Kurd ku ji ber fikir û ramanên xwe hatine zindanîkirin hene. Nûnerên sazî û rêxistinên sivîl bang li rayedarên Hikûmetê dikin ku ji ber metirsîya belavbûna Vîrûsa Coronayê hemû girtîyan azad bike.  Parlementerê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz dibêje, li gorî yasayan herkes wekhev e.

Parlementerê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz dibêje: “Wateya wê ev e; dibêje ez ê diza û sixtekaran berdim û ez qismeke kujeran berdim û qismeke tiryarfiroşan berdim lê bes ez sîyasetmedaran bernadim, bes ez girtîyên ku fikir û ramanên xwe anîne zimên bernadim. Di vê rewşa awarte ya ji ber belavbûna vê Vîrûsa Coronayê de hêj î cûdakarîyê dikin nav girtîyan de. Bi vê yekê dibêjin bila vîrûs van girtîyan bigrin û jîyana xwe ji dest bidin. Ango ev şêweyeke darvekirinê ye.”

Parlementerên HDPê û nûnerên sazî û rêxsitinên civakî yên sivîl amaje dikin ku, yek berpirsîyarîya dewletê parastina tendurîstîya welatîyan e û girtî jî welatî ne lê ji ber şert û mercên xirab ên girtîgehan zehmet e tenduristîya girtîyan were parastin û divê werin azadkirin. 7ê Nîsanê roja Sêşemê dê li parlementoya Tirkîyeyê xalên yasayê yên ku tên xwestin werin guhertin bên nîqaşkirin. Piştî ku hemû xal hatin qebûlkirin bi îmzeya Serokomarê Tirkîyeyê dê bibe yasa û bi vê yekê tê gotin ku dê 90 hezar girtî werin azadkirin.

Hesen Kosen-K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin