BANGA KONGREYA PIŞTGIRÊN PAKÊ LI EWROPA JI BO HEMÛ WELATPERWERAN

BANGA KONGREYA PIŞTGIRÊN PAKÊ LI EWROPA JI BO HEMÛ WELATPERWERAN

.

A+A-

"PAK dengê dilê we ye, li dengê dilê xwe xwedî derkevin

PAK-Ewropa (Rêxistina Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa) Kongreya xwe ya Duyem li ser platforma dijîtal pêk anî. Kongre bi nûnerên welatên ku rêxistina PAKê lê hene civiya.

Di rewşeke xeterîya coronayê hemû cîhanê û welatê me daye ber xwe, herçend me xwest jî, ew derfeta me nebû ku em kongreyeke fizîkî bi hev re çêkin. Rewşa pandemînê hêvîya ku em bikaribin di nav çend mehan de kongreya xwe pêk bînin neda me. Jixwe ji bo em bikaribin kongreyeke fizîkî çêkin, 6 meh rawestiyan.

Biryar û pêkanîna kongreyeke dijîtal biryardayîna me ya xebata ji bo Kurdistanek azad û bawerîya me ya demokrasîyê, bi hev re şêwrê û bi hev re têkoşînê sembol dike. Wek ku me di kongreyê de jî bi zelalî îfade kir, dema ku xetera pandemînê ji holê rabû û şerdên ku em werin ba hev pêk hat, emê kongreyeke pêşwext li dar bixin.

Kongreya me kar û barên piştgirên PAKê di warê di nav girseya Kurdistanî de xwe birêkxistin bike, kar û xebata di nav civaka Ewropî de Kurd û Kurdistanê bide nasîn, jê re piştgirîyê peyda bike, kar û barên kulturî, rewşenbîrî, weşanî li Ewropa organîze bike û herweha di qada Ewropî de tevxebata navbera hêz û rêxistinên Kurdan de honandine, rawestîya û nirxand. Ji bo ku di van waran de kar û xebatek hîn berhemdar pêk were programek nuh a xebatê da pêşîya xwe.

Kongreya me li ser rastîya ku îro li Ewropa bi kêmanî 3 milyon Kurd hene, bi sedan komele, însiyatîf network û dezgehên wan hene, rawestîya û nûnerên kongreyê destnîşan kirin ku navenda têkoşînê, xebata welat e. Ji bo piştgirîya xebat û têkoşîna welat divê li Ewropayê kar û xebatên cuda cuda werin organîzekirin. Kongreya me hewlên hemahengî, hevkarî, peralelkarkirina dezgehên netewî li Ewropa girîng dibîne û pêşwazîyê lê dike. Di vî warî de em çavlirê ne, gavên tê avêtin pir bi îhtiyat bê avêtin, em jê qezencê bibînin, bi zerar li me venegere.

Kongreya me bang bi hezaran kadirên Kurdistanî dike ku piştgirîya xebata Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) bikin ku em bikaribin di rîya ji bo Kurdistanê azadî û ji bo li Kurdistanê azadî, bi xurtî bimeşin. Em di demeke wisa hesas de derbas dibin ku dikare li Kurdistanê îmkanên guherînin mezin derkevin pêşiya me. Fikrandin têr nake, nivsandina fikrên jî têr nake. Divê hinek ji bo wan fikra tevbigerin. Werin em bi hev re bifikirin, bi hev ra tovên fikrên xwe biçînin û bi hev re ji bo ku em wan fikran serbixin xebatê bikin.

Em bi hev re xurt in!

Em bi hev re dikarin biserbikevin!

Deskeftîyên herî biçûk encamên xebatên hevpar in.

PAK dengê dilê we ye, li dengê dilê xwe xwedî derkevin"

p6.jpgp4.jpgp3.jpgp2.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin