Ayhan Bîlgen: Ez ê ji wezîfeya xwe îstîfa bikim

Ayhan Bîlgen: Ez ê ji wezîfeya xwe îstîfa bikim

Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê di operasyona li dijî HDP’ê de hat binçavkirin ragihand ku ew ê îstîfa bike û got: “Min temenê ku bi demokrasiyê were leyîstin derbas kiriye.” 

A+A-

Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê di çaroveya “Lêpirsîna Kobanê” ya li dijî HDP’ê de di 25’ê îlonê de hat binçavkirin bi rêya parêzerên xwe peyam şandin û li ser hesabê wî yê Twîtterê hat belavkirin. Bîlgen di parvekirinên xwe de eşkere kir ku ew ê îstîfa bike. 

Parvekirina Bîlgen wiha ye: “Min temenê ku bi demokrasiyê were leyîstin derbas kiriye. Şertên Tirkiyê jî ne xwedî wê yekê ne ku leyîstik were lîstin. Ez destûrê nadim ku bi binçavkirina kêfî bi îradeya bajarekî were leyîstin. Hûn dixwazin bigirin, hûn dixwazin berdin, heta dema binçavkirina min biqede û heke qeyûm nehatibe tayînkirin ez ê ji wezîfeya Serok Şaredariyê berdim. Qers xwedî wê liyaqatê ye ku xwe birêve bibe. Spasiya hemû hembajariyê xwe dikim ku dengên xwe dan me. Heke li Qersê bi Serok Şaredarek jin xebat were birêvebirin tenê ne siyasî wê kêşeyek civakî jî were çareserkirin. Divê tu tiştek ne wek berê be.” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin