Avesta çapkirina pirtûkan radiwestîne

Avesta çapkirina pirtûkan radiwestîne

.

A+A-

 Berpirsê Giştî yê Weşanxaneya Avesta Abdullah Keskîn dide zanîn ku ji ber bihabûna kaxez û zêdebûna mesrefên din, yek ji sereketirîn weşanxaneyên Kurdî ango Avesta wê êdî nikaribe pirtûkan çap bike. Keskîn dibeje, ji xwe heta niha bi derfetên kêm kitêb dihatin çapkirin lê êdî wisa lê hatiye ku pirtûk bêne firotin jî têra nîvê xerciyan nake.

Yek ji weşanxaneyên herî girîng a ku bi salan e kitêbên Kurdî çap dike û weke `navendeke nivîsana Kurdî` jî tê zanîn hatiye wê asta ku çapkirina kitêban rawestîne. Ji ber bihabûna dolar ku dibe sedema zêdebûna xerciyên her tiştî, qada weşangeriya Kurdî xisareke zêdetir dibine. 

Xebateke bênavber

Avesta ji sala 1995an vir ve bênavber û bi derfetên xwe bixwe pirtûkên Kurdî çap dike û piştgiriya hin kovar û xebatên Kurdî jî dike.

Weşanxaneya ku heta niha nêzikî 800 pirtûk çap kirine cara ewil ji ber bihabûna ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam dike neçarî rawestandina çapkirinê bûye.

Li gor ku Berpirsê Giştî Keskîn bi Rûdawê ragihand, heta serê salê derdora 10 pirtûkên ku peymanên wan hatine îmzekirin, bo Kurdî hatine wergerandin û neçarî çapê ne dê bêne çapkirin û jê pê ve jî zehmet e ku karê xwe bidomînin.

Bihabûna zêde û derfetên kêm

Keskîn dibêje, ew demek e çapkirina pirtûkan a bi bihayekî zêde bûye sedema deynên zêde û êdî derfet nemane da weşanxane li çapa xwe berdewam be.

Abdullah Keskîn dibêje,  “Pirtûkên ku me ji zû de amadekariya wan ji kirine û peyman hatine danîn em neçar in ku wan çap bikin. Lê ji wir pê ve tu rêyek nema ye ku çapkirina pirtûkan berdewam be. Pirtûkên ku em çap dikin temamê wan jî bê firotin têra nîvê mesrefan nake. Di nava salekê de bihayê her tiştî çar qat bû, derfeta wê yekê nema ye ku weşanxane bi îmkanên xwe berdewam bike. Piştî serê salê çi guherîn dibin, rewş bi ku ve diçe ne diyar e lê tişta xuya dike ew e ku em dê êdî nikaribin wek berê karê xwe berdewam bin.”

Rewşa weşanxaneyên Kurdî xerabtir e

Hemû weşanxane ev demek e ji ber heman sedemê gazindên xwe li platforên cihê tînin zimên. Lê di nava wan de weşanxaneyên Kurdî bêhtir diketin metirsiyê, ji ber ku pirtûkên Kurdî kêm tên firotin.

Her pirtûkeke Kurdî derdorâ hezar heb, pir kêm zêdetir têne çapkirin. Kêm ji wan zêdetir ji yek carê têne çapkirin. Metirsiya giştî nîşaneya wê yekê ye ku di demên pêş de mînakên bi heman rengî dê zêdetir bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin