Artêşa Tirkiyê operasyonên li Herêma Kurdistanê bi dawî kirin

Artêşa Tirkiyê operasyonên li Herêma Kurdistanê bi dawî kirin

Artêşa Tirkiyê operasyonên xwe (Operasyonên Pencikê) yên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi dawî kirin.

A+A-

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, Operasyona Pencik-Pilingê di 16ê Hezîranê de li Heftanînê hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin: Di operasyona ku ji esman û bejahiyê dewam kir de, komandoyên Tirkiyê zirarekek mezin da PKKê û di operasyonan de bi tevahî 320 endamên PKKê hatin bêbandorkirin.

Diyar kir jî, komando ketin 269 sitargeh û hawingehan û 53 şikeftan û gelek çek, cebilxane û alavên jiyanê yek bi yek têk birin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê aşkere kir jî: Li herêmê 365 teqemeniyên desteçêkirî, 11 mayin, roketavêjên 10 RPG-7, 125 bombeyên destan, dronek, 26 çekên giran, 4 hewan, 143 çekên sivik, 27 hezar û 693 muhimatên çekan, 22 hezar û 331 muhimatên çekên giran, 8 moşekên dijetankan ên AT-4an, 244 muhimatên top/hewanê, 238 muhimatên roketavêjê, 4 kincên xweveşartinê yên ji termal kamerayê nayên dîtin, 6 bêtel û gelek alavên jiyanê hatin jinavbirin.

Artêşa Tirkiyê ji 16ê Hezîrana bûrî ve li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê li dijî PKKê dest bi operasyonên serbezî kir û di encama wê operasyonê de, hejmarek welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn, bi dehan gundên Herêma Kurdistanê vala bûn û gelek zevî û baxçeyên cotkaran û çiya û daristan şewitîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin