Nezir Akat

Nezir Akat

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Epîstemolojiya Mafên Neteweyî: Teswîr, Ravekirin û Nirxandin

A+A-

Nezir Akat

Nîqaşên li ser mafên neteweyî gelek caran bi dîyardeyên û mafên rewa û dadwerîyên normatîf, aloz dibin. Min pêdivî bi şîroveyek epîstemolojîk dît: dixwazim epîstemolojîya mafên neteweyî bi kurtî di çerçoweya sê têgehên felsefî de bînirxînim; teswîr, ravekirin û nirxandin.

  1. Teswîr: Qebûlkirina hebûna neteweyî

Ev beş mafê neteweyan, di dîyarkirina çerçoveya epîstemolojîk de pênaseya komeke civakî wek netewe yan jî bi awayekî din pênase dike. Di vê qonaxê de rastiyên dîrokî, civaknasî, pênaseyên netewî û çandî tên lêkolînkirin.Teswîr, di çerçoweya dîroka hevpar, bîra kolektîf, ziman, domdariya çandî, têkiliyên dîrokî bi axê re dinirxîne.

Kurd neteweye yan jî Kurd civakeke xwedî bermayên dîrokî û çandî nin dibe mijara şîroveyên beşa teswîrê. Gelek carî bi têgehên grûbek etnîkî yan jî wek gel yan jî wek grûbên bermayeyên eşîrî û xanedanî binav dibin. Di beşên din de têgehên di nav kapasîteya teswîrê de bikar tên, ji rastîya vê koma civakî ya heyî bidûrketîne yan jî bi karektera vê komê ve guncave tê pênasekirin.

  1. Ravekirin: mafê komê

Ravekirina mafê neteweyî li gor pênaseya koma civakî dikare bi awayên cuda bê şîrovekirin. Beşa ravekirinê li ser hebûna dîrokî, siyasî û civakî radiweste ku daxwazên tevgera komê/neteweyî ji kîjan hewcedariyan derketine tîne zimên.

Li gorî pênaseya ravekirinê, mafên neteweyî tenê ne hilbijartinên siyasî ne. Ew di heman demê de parastina nasnameya neteweyî, domdariya çandî, veguhastina hebûna kolektîf ji bo nifş û serdema pêşerojê û ewlehiya beşdarîya siyasî di nava xwe de dipêçe.

  1. Nirxandin: Pêdivî bi kîjan mafên meşrû yên komê/neteweyî he

Qonaxa sêyem nirxandina normatîf e. Ev qonax nirxandina normatîf dike. Li vir pirsê weha dike; Ji bo domdariya neteweyakî were parastin, pêdivî bi kîjan mafên neteweyî heye ?

Demokratîzekirina dewletên dagîrker, parastina hemwelatiya wekhev, mafên çandî, mafê zimanê dayikê, daxwaza rêveberiya herêmî, xweserî, federasyon yan jî dewleta serbixwe hemû dikarin di vê çarçoveyê de bên nirxandin û pênasekirin. Lê li vir ya girîng ewe ku, kîjan model dikare berdewamîya neteweyî bi awayekî domdarî mayinde û misoger bike.

Epîstemolojiya Demokratîkbûna dewleta dagîrker û Statûya Neteweyî

Ez dê êdî demokratîzekirin û entegrasyonê wek têgeha demokratîzekirinê bikar bînim. Di vê çarçoveyê de ez dixwazim xeta demokratîzekirinê ku wek xeta entegreya Kurdan bi dewletê re ye û xeta parastina statûya neteweyî, wekî du pênaseyên cuda yên epîstemolojîk şîrove bikim.

Pênaseya statûya neteweyî ne tenê parastina mafên takekesî yên hemwelatîya yeksanî ye; lê ew parastina nasnameya neteweyî bi garantiyên destûrî û dezgehî yên sîyasî, wek mafên kolektîf yên rewa esas digre.

Teswîr; rastiya heyî nîşan dide; ravekirin; sedemên vê rastiyê diyar dike; nirxandin; jî li gorî prensîbên hukukî, normên navneteweyî û siyasî nirxê vê rastiyê destnîşan dike. Li vir epîstemolojiya mafên neteweyî wek encam jî, li gor pênaseya koma kolektif, mafên hevbeş çin e, şîrove dike.

Encamên epîstemolojîya mafan û demokratîzekirna dewletê

Epîstemolojiya mafên neteweyî ne tenê pirsê dike. Lê her weha pêdivî bi kîjan mafan heye jî pênase dike. Ew mafan li ser kîjan zemînê, kîjan rastiyên dîrokî, çanda hevbeş û kîjan bingehên teorîk têne avakirin jî şîrove dike. Bi vî awayî em dikarin bêjin ku mijara mafên neteweyî ji çerçoweya gotarên sîyasî derdikevin û dibin mijarên hevbeş yên epîstemolojîyê, teorîya sîyasetê û huqûqa gerdûnî.

Teswîr bersiva pirsa Çi, ravekirin bersiva pirsa Çima û çawa, nirxandin jî bersiva pirsa divê çawa bê têghêştin û encaman, didin. Lê epîstemolojiya mafên neteweyî ji bilî van pirsan, li ser mijara pêdivîya taybetmendîyên mafên neteweyî û li ser kîjan bingehên dîrokî, çandî û civakî ev maf rewan in, pênase dike. Epîstemolojiya Mafên Neteweyî: Teswîrê, Ravekirin û Nirxandina Mafên Neteweyî di nava xwe de dipêçe.

Di çarçoweya epîstemolojiya mafên neteweyî de, armanc ne tenê firehkirina mafên demokratîk e, lê ewlekirina hebûn, berdewamî û domdariya neteweyî ye. Ji ber vê yekê, pîvana sereke ew e ku gelo modela pêşniyarkirî dikare hebûna neteweyî di demeke dirêj de bi garantiyên hukukî û sazûmanî biparêze yan na.

Demokratîzekirina dewletê bi xwe, her çendî dikare şertên çêtir ji bo maf û azadiyên hemwelatiyan biafirîne jî, nayê wateya ku bixwe şertên berdewamî û domdarîya neteweyî jî misoger dike. Heke demokratîkbûn bi garantiyên taybet yên ku hebûna netewe, ziman, çand û pêdivîya saziyên wan misoger neke, wê demê di çarçoweya epîstemolojiya mafên neteweyî de ev demokratîzekirin nikare bibe bersiva berdewamî û domdarîya neteweyî.

Ger demokratîzekirin bibe sedema tunekirina mafên rewa yên neteweyî û entegrasyon bibe encama kêmxistin û bêrûmetkirina serhildan, qehreman û pakrewanên Kurdistanî, ger demokratîzekirin bibe amoreya gotina demokratîk ya ku di her momentê û babetê de bêwate bikar bê û bibe dîrektifa tek û tenha ya “serok” û bibe civandina kerwanê mirovên bêpirs, bêraman û tenê bide dû şivanê xwe, heger demokratîzekirin bibe asoya avakirina civatên xeyalî yên komunal yên berîya zayinê û ji xwebûna neteweyî bidûrxistin, divê êdî nav li vê demokratîzekirinê bê kirin û pêdivîyên pûçkirina wê jî bibe bersîva rojeva tevgera neteweyî. Lewra di vê pênaseya demokratîzekirinê de ku li jor hatîye şîrovekirin, bi epîstemolojîya mafên neteweyan û nemaze mafên neteweya Kurd re dibe nakokbar û dibe astenga civakî, sîyasî û çandî.

Li vir statu, ne tenê daxwazek siyasî ye; ew çarçoweyek hukukî û meşrûîyeta dezgehî ye ku domdarîya neteweyî ji bo nifşên pêşerojê garantî dike. Ji ber vê yekê, nirxandina her modela çareseriyê divê ne tenê li gorî asta demokratîkbûnê, lê di heman demê de li gorî kapasîteya wê ya parastina berdewamî û domdarîya neteweyî jî were şîrovekirin.

Ger em bixwazin bi bingehek teorîk wek encam mijarê bînin zimên, em dikarin bêjin pîvana nirxandina demokratîzekirinê,wnayê wateya ku demokratîkbûn nebaş e û pêwîstîya Kurdan bi demokrasîyê tuneye; her çiqasî demokrasîya dewleta dagîrker be jî, lê belê çarçoveya teorîk ya demokratîzekirinê, dikare domdarîya neteweyî bi garantiyên hukukî û dezgehî wek statuyê ewle bike? Li vir çerçoveya demokratîzekirinê tê maneya xwestina statuyê û temînata berdewamî û domdariya neteweyî? Lewra di epîstemolojiya mafên neteweyî de, statu tenê armancek siyasî nîne. Ew amûreya hukukî û sazûmanî ye ku domdarî û berdewamîya hebûna neteweyî amade û misoger dike. Lewra epîstemolojîya mafên neteweyan bi statuyê ve bi wate dibe. Herweha çarçoweya epîstemolojiya mafên neteweyî, bi hebûna neteweyî ve pêwendîdar pênase dibe. Ger armanca van mafan parastina hebûna neteweyî be, statûya hukukî, siyasî û neteweyî jî wekî mekanîzma ewleyîya domdarî û berdewamîya neteweyî ye.

Têbinî: Hebûna Neteweyî. (teswîr), her neteweyek ji bo domdarîya xwe pêdivîya bi garantiyên sazûmanî heye. (ravekirin), Pêdivîya statû wekî amûrek ji bo parastina domdarîya neteweyî

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin