Hüsamettin Turan

Hüsamettin Turan

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ji Kurdistana Sor heta Sürgûnên Stalîn û Dagirkirina Laçînê ya Sala 1992’an: Trajediya Dîrokî ya Kurdên Kafkasyayê

A+A-

Dîroka nûjen a neteweya Kurd pir caran tenê di nav sînorên Tirkiyeyê, Iraqê, Îranê û Sûriyeyê de tê nirxandin, lê tecrubeyên dîrokî yên Kurdên ku li Kafkasyaya Başûr dijîn bi piranî tên jibîrkirin. Lêbelê Kafkasya, bi taybetî herêmên Laçîn, Kelbecer, Kubadlî, Zengîlan û derdora wan, ne tenê herêmek e ku Kurd lê dijîn, belkî ciyek e ku divê wekî yek ji beşên navendî yên Kurdistana dîrokî ya Kafkasyayê were nirxandin. Ev herêm, bi sedan salan navendeke girîng a hebûna siyasî, çandî û demografîk a Kurdan bûye; di serdema Yekîtiya Sovyetan de jî bûye qada tecrubeyeke siyasî ya taybet ku tê de Kurd di asta saziyî de temsîl dibûn. Ev tecrube di dîrokê de bi navê “Kurdistana Sor” hatiye naskirin.

Avakirina Kurdistana Sor, tasfiyeya wê, sürgûnên serdema Stalîn û di dawiyê de ketina Laçînê di sala 1992’an de bin kontrola hêzên Ermeniyan, di dîroka Kurdên Kafkasyayê de yek ji girîngtirîn xalên şikestinê pêk tîne.

Dîroka hebûna Kurdan li Kafkasyayê ji serdema Sovyetan pir kevntir e. Ev herêm, di dîrokê de, di bin bandora gelek mîrgeh û avahiyên siyasî yên Kurdan de ma ye. Bi taybetî mîrgehên Şeddadî û Hezbanî nêzîkî sêsed salî li beşên girîng ên Kafkasyaya Başûr hukum kirine. Şeddadîyan di navbera sedsalên 10’an û 12’an de bi navendên Gence, Dvîn û Anî yek ji hêzên siyasî yên herî girîng ên herêmê bûne. Hezbanî jî demeke dirêj li nav herêmên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de bandor li ser qada siyasî hiştine.

Heke mirov herî paşde here, tê dîtin ku beşeke mezin ji wan herêman ku di çavkaniyên kevnar de wekî Medyaya Jorîn tên binavkirin, bi qada ku îro bi navê Kurdistana Kafkasyayê tê naskirin re hevaheng in. Di serdema Împaratoriya Medan û piştî wê di serdema Sasaniyan de jî, ev herêm di nav cihên niştecihbûna dîrokî ya gelên Îranî û Kurdan de cih digirt. Ji ber vê yekê, danasîna Laçîn, Kelbecer, Kubadlî û Zengîlanê tenê wekî “herêmên ku Kurd bi giranî lê dijîn” ne bes e. Bi gotineke rasttir, ev qada dîrokî beşeke nehatîye veqetandin a Kurdistana Kafkasyayê ye.

Di destpêka sedsala 20’an de, bi damezrandina Yekîtiya Sovyetan re, li Kafkasyayê polîtîkayên taybet ên otonomî ji bo gelên cuda hatin bicîhkirin. Rêveberiya Bolşevîk, ji bo parastina avahiya pir-neteweyî ya ku ji Împaratoriya Çarîstî mîras girtibû, armanc kir ku mafên çandî û îdarî ji gelek komên etnîk re nas bike. Li gorî vê polîtîkaya ku di edebiyata Sovyetan de, bi navê “korenizatsiya” ango polîtîkaya herêmîkirinê tê naskirin, herêmên ku Kurd bi giranî lê dijiyan, wekî Laçîn, Kubadlî, Kelbecer û derdorên wan, di 7’ê Tîrmeha 1923’an de bi navê Uyezda Kurdistanê statûyeke îdarî ya taybet bi dest xistin. Navenda vê avahiya ku paşê bi navê Kurdistana Sor hat nasîn, Laçîn bû.

 

Kurdistana Sor ji bo neteweya Kurd wekî xalek dîrokî ya girîng tê nirxandin. Ji ber ku cara yekem herêmeke ku Kurd lê dijîn di nav avahiyeke fermî ya îdarî de hat nasandin û nasnameya Kurdî di astekê de li qada giştî bû xwedî dîtbarî. Li herêmê xebatên perwerdehiya bi zimanê Kurdî hatin meşandin, xebatên çandî hatin piştgirîkirin û hawîrdorek ku rê li ber mezinbûna ronakbîrên Kurd vedikir, hate afirandin. Ev nêzîkbûna serdema destpêkê ya Sovyetan, bingehek saziyî çêkir ku Kurd dikaribûn nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin.

Lê ravekirina tasfiyeya Kurdistana Sor, tenê bi polîtîkayên navxweyî û navendparêz ên Stalîn ne bes e. Ev pêvajo encama rasterast a pêşveçûna têkiliyên dîplomatîk, aborî û leşkerî yên di nîvê duyemîn ê salên 1920’an de di navbera Yekîtiya Sovyetan û Komara Tirkiyeyê de bû. Bi taybetî, gava ku rêziknameyên sînorê Tirkiye-Sovyetê yên sala 1925’an, Peymana Bazirganiyê ya Sovyet-Tirkiyeyê ya sala 1927’an û herweha rabûna tevgerên neteweyî yên Kurd li Bakurê Kurdistanê bi hev re tên nirxandin, tê dîtin ku qurbankirina Kurdistana Sor maneya danûstandineke mezin a jeopolîtîk rêdide.

Piştî Serhildana Şêx Seîd ya sala 1925’an, Komara Tirkiyeyê dest bi şopandina doktrîneke dîplomatîk a pir hestiyar û tund kir ku li dijî her cûre avahiyên Kurdî yên xwedî taybetmendiya neteweyî, çi li ser xeta sînor û çi li derveyî sînor derkevin holê, hatibû sazkirin. Enqere ji hebûna yekîneyeke îdarî ya ku navê wê yê fermî “Kurdistan” bû, her çiqas ku ew girêdayî Azerbaycana Sovyetê jî bû, û li tenişta sînorên xwe cîh digirt, nerazîbûneke kûr hîs dikir. Di heman demê de, Peymana Hevaltî û Bêalîtiya Tirkiye-Sovyetê ku di 17ê Kanûna Pêşîn 1925’an de li Parîsê hat îmzekirin, bû xala destpêkê ya serdemeke nû di têkiliyên herdu welatan de. Li gorî vê peymanê, her du dewletan soz dan ku ew ê nekevin nav tu peyman an hevbendiyek ku li dijî aliyê din be(!) di heman demê de, li ser pirsa ewlehiya sînorê, rê ji bo hevkariyên vekirî û veşartî jî hate vekirin.

Di sala 1927’an de, li derdora Çiyayê Agirî, bi pêşengiya rêxistina Xoybûn, tevgereke nû ya berxwedana Kurdî derket holê. Serhildana Agiriyê ji ber cihê xwe yê erdnîgarî, li nav herêmekê ku nêzî cihê hevgirtina sînorên Tirkiye, Îran û Yekîtiya Sovyetan bû, pêk dihat. Enqere ji wê yekê pir bi fikar bû ku şervanên Xoybûnê ji aliyê sînorê Sovyetê ve piştgiriya lojîstîk bistînin an jî Kurdên Sovyetê alîgiriyê bidin vê tevgerê. Ji bo vê yekê, Tirkiye zexta xwe ya dîplomatîk li ser Moskowê zêde kir û li hember dabînkirina ewlehiya sînor, îmtiyazên mezin ên aborî pêşkêşî Sovyetan kir.

Berhema herî berbiçav a vê danûstandina dîplomatîk, Peymana Bazirganiyê ya Sovyet-Tirkiye ku di 11ê Adara 1927’an de hat îmzekirin, bû. Ev peyman ji bo aboriya ciwan a Sovyetê xwedî girîngiyeke stratejîk bû. Yekîtiya Sovyetan bi rêya bender û rêyên qeraxî yên Tirkiyeyê, merc û şertên pir fireh ji bo gihîştina bazarên Deryaya Spî û Ewropayê bi dest xist. Her wiha, saziyên bazirganiya dewletî yên Sovyetê, li hundirê Tirkiyeyê desthilatên fireh ji bo xebitandin û bi destxistina milk û malan wergirtin. Ji bo Moskowê ku di bin dorpêça aborî ya cîhana Rojava de mabû, Tirkiye wekî deriyeke stratejîk ku rê li ber cîhana derve vedikir xuya dikir.

Lê Enqere van îmtiyazên mezin ên aborî û lojîstîk, tenê bi yek şertî pêşkêş kiribû: têkbirina şiyarbûna neteweyî ya Kurdan, li derveyî sînor û rakirina hebûna siyasî ya Kurdan li Kafkasyayê. Ji bo parastina hevkariya stratejîk û aborî ya ku bi Tirkiyeyê re pêşxistibû, rêveberiya Sovyetê hilbijart ku gelê Kurd yê di nav sînorên xwe de qurban bike. Bi vê yekê re hevkariya herdu aliyan bêtir kûr bû. Bi taybetî navbera salên 1927–1930’an, ji bo Kurdan bû serdemeke tasfiyeya berfireh.

Di rojên herî germ ên Serhildana Agiriyê de, hevahengiya leşkerî û îstixbaratî ya di navbera Enqere û Moskowê de gihîşt asta herî bilind. Artêşa Sovyetê, ji bo ku şervanên Kurd yên li Agiriyê nekarin bi sînorê Sovyet Ermenistanê an Azerbaycanê re xwe bigihînin ewlehiyê, li ser sînor dîwarêkî bêdeng ava kir. Bihayê dawî yê vê danûstandina jeopolîtîk di siyaseta navxweyî de jî rakirina Kurdistana Sor bû.

Di sala 1929’an de Uyezda Kurdistanê ji hêla îdarî ve hat lawazkirin û hate betal kirin. Di sala 1930’an de jî, ji bo ku nerazîbûna Kurdan were sivikkirin, Herêma Kurdistanê (Kurdistan Okrugu) ku di demeke pir kurt de hate avakirin, piştî zexta dîplomatîk a Tirkiyeyê û piştî ku Serhildana Agiriyê bi tevahî hate têkbirin, tenê di nav çend hefteyan de, bi biryareke ji nişka ve hate belavkirin. Bi vî awayî, tecrubeya Kurdistana Sor hem bi awayê fiîlî û hem jî bi awayê qanûnî gihîşt dawiya xwe.

Ev pêşveçûn tenê guhertineke sade ya îdarî nebû; lê gava yekem a mezin bû ku rê li ber ji nû ve parçebûna Kurdistana Kafkasyayê û tunekirina hebûna Kurdan li herêmê vedikir. Di heman demê de, ev pêvajo bû sedema windabûna tevahî ya dîtbarîya siyasî ya Kurdên Sovyetê û qedandina saziyên wan ên çandî. Kurdên ku li nêzî sînorên Tirkiye, Îran û Iraqê dijiyan, ji aliyê bûrokrasiya ewlekariya Sovyetê ve her ku diçe zêdetir wekî “casûsên muhtemel” û “metirsiyeke ewlehiyê” hatin dîtin. Rêveberiya Stalîn, vê civaka stratejîk a li herêmên sînor dijîyan, wekî astengiyek li hember polîtîkaya xwe ya yekrengkirinê dît û ev nêzîkbûn bingeha felaketên mezin ên ku paşê pêk hatin amade kir.

Tasfiyeya Kurdistana Sor, wekî ji nû ve parçebûna Kurdistana Kafkasyayê, bi giranîyek mezin û bi demê dirêjkirî pêvajoyeke ku hin kes wê “jenosîda nerm” (soft genocide) bi nav dikin, pêk anî. Koçberkirinên girseyî yên salên 1937 û 1944’an, di dîroka Kurdên Kafkasyayê de felaketa mirovî ya herî mezin û xala şikestina fîzîkî ya herî girîng bûn. Yekîtiya Sovyetan, ku Stalîn wê kiribû “zindana gelan”, li Kurdistana Kafkasyayê li dijî Kurdan polîtîkayeke sistematîk a paqijkirina etnîkî û jenosîdê pêk anî.

Bi hezaran malbatên Kurd ên ku bi sedsalan li Azerbaycanê, Ermenistanê û Gurcistanê dijiyan, di şevekê de ji nişka ve hatin berhevkirin û di vagonên heywanan de ber bi stepên(çolên) hişk û dijwar ên Asyaya Navîn ve, bi taybetî bo Kazaxistanê, Ozbekistanê û Qirgizistanê, hatin sürgûnkirin. Her çend saziyên ewlekariya Sovyetê hewl didan ku vê hovîtîyê bi gotinên wekî “parastina dewletê” û “ewlehiya sînorê” re rewa nîşan bidin, lê di rastiyê de ev operasyonek ji bo rakirina bingehê hebûna miletekî bû. Mirov ji welatên ku lê hatibûn dinyayê qut kirin, gund hatin valakirin, malbat hatin parçebûn û cihên niştecihbûna dîrokî ya Kurdan bi tevahî wenda bûn. Di şertên giran ên zivistanê de, bi birçîbûn û nexweşiyan re, di rêwîtiyên mirinê û kampên Asyaya Navîn de beşeke mezin a nifûsa Kurd jiyana xwe ji dest da.

Kurdên ku hatibûn sürgûnkirin, bi salan di bin statûya “niştecihên taybet” de, mîna ku di zindananên vekirî de bijîn. Ew ji mafên bingehîn ên hereketa azad hatin mehrûmkirin û ketin bin polîtîkayên giran ên asîmîlasyonê. Di encama van zext û asîmîlasyonan de, nifûsa Kurd a li Kafkasyayê mayî û ya ku li Asyaya Navîn belav bû, li gelek deveran bi awayekî trajîk kêm bû û hewldanên bênasnamekirinê li ser wan hatin ferzkirin. Her çend Kurdan li Kazaxistan û herêmên cihêreng ên Asyaya Navîn berxwedaneke mezin ji bo parastina ziman û çanda xwe nîşan dan, lê ev pêvajo avahiya demografîk a Kafkasyayê bi awayekî mayînde û nayê vegerandin guhert. Giraniya nifûsa Kurd a li axên ku bi sedan salan wekî Kurdistana Kafkasyayê dihatin naskirin, bi awayekî qestî hat kêmkirin.

Di serdema piştî Stalîn de, her çend rêveberiya Sovyetê ji bo hin gelên ku hatibûn sürgûnkirin polîtîkayên rehabilîtasyonê pêk anîn û destûr da ku vegerin axên xwe, Kurd ji vî mafê hatin mehrûmkirin. Ji bo Kurdan, ji nû ve avakirina Kurdistana Sor an vegerandina statûya berê qet nebû mijara danûstandinan. Bi vî awayî, hebûna dîrokî ya Kurdan li Kafkasyayê ji bingehên xwe yên sazî û welatî bêpar bû û ew bi bêstatûyeke mayînde re hatin rûbirûkirin.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetan di sala 1991’an de, Kafkasyaya Başûr bû qada ku têkoşînên etnîkî yên hatibûn cemidandin, ji nû ve teqiyan. Şerê ku di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de li ser Qarabaxa Bilind dest pê kir, rasterast korîdora Laçînê ku dilê Kurdistana Sor û herêmeke ku Kurd bi giranî lê dijiyan bû, kir armanc. Laçîn ne tenê korîdoreke erdnîgarî bû ku Ermenistan bi Qarabaxê ve girêdide, belkî di heman demê de paytexta sembolîk a bîra kolektîf a Kurdan û Kurdistana Kafkasyayê jî bû.

Di nav derdorên siyasî yên Kurdan û bîra kolektîf de, 17ê Gulanê 1992’an wekî sembola tunekirina duyemîn û vê carê bi tevahî ya hebûna fîzîkî ya Kurdistana Sor tê dîtin. Bi ketina Laçîn û derdorên wê di destê hêzên Ermeniyan de, niştecihên dawî yên Kurd ku bi sedan salan li herêmê mabûn, bi tundî hatin valakirin. Di dîroknivîsiya Kurdî de ev pêvajo, bi gotina rast wekî “tasfiyeya duyemîn û jenosîda duyemîn a Kurdistana Sor” tê binavkirin. Li gorî vê nêrînê, polîtîkaya jenosîd û koçberkirinê ku Stalîn di sala 1937’an de destpêkiribû, di sala 1992’an de ji aliyê rêveberiya Ermenistanê ve hate temamkirin.

Di dema operasyonên leşkerî yên Ermeniyan de, gundên Kurd hatin şewitandin û hilweşandin, nifûsa sivîl a Kurd bi zorê ji cihên xwe hat derxistin û mal û milkên wan hatin desteserkirin. Deh hezar malbatên Kurd neçar man ku ber bi hundirê Azerbaycanê û ji nû ve ber bi Rusyayê û herêmên Asyaya Navîn ve koç bikin; bi vî awayî ew careke din rastî koçberkirina bi zorê hatin. Wek ku lêkolînerên Kurd û hin raporên navneteweyî jî destnîşan dikin, Kurdên Kafkasyayê di navbera du agirên şer de, bêparêzer û bêpiştgir man. Ji ber ku ew ji saziyên ku dikaribûn îradeya wan a siyasî temsîl bikin bêpar bûn, Kurd bûn qurbaniyên herî mezin û yên ku ji aliyê hêzên serdest ve hatin veşartin û nedîtin. Bi ser de di şer de, ji alî herdu dewletan zarokên Kurdan hatin karanîn.

Bi encama vê gavê û koçberkirina bi zorê ya Ermenistanê, Kurdistana Kafkasyayê ku bi sedan salan bi şêweyekî du beşî hebûna xwe diparast, bi paqijkirina giştî ya nifûsa Kurd ji herêmê, bi rastî bû xeteke yekparçe û homojen ku ji Kurdan vala bû. Di dawiya vê pêvajoyê de, tiştê ku ma, hebûnek Kurdî bû ku ji aliyê demografîk ve bi mezinahî hatibû tasfiye kirin, asîmîle bû û di nav civakên din de hatibû helandin.

Cihê Kurdistana Sor di bîra kolektîf a Kurdan de tenê ne herêmeke xweser a demkurt e ku berê hatiye damezrandin. Ev tecrube delîla herî berbiçav e ku nîşan dide ka neteweya Kurd di serdema nûjen de çawa ji bo berjewendiyên jeopolîtîk bûye qurbana dorpêçkirina navneteweyî û herêmî. Ev pêvajo ku bi perwerdehiya bi zimanê Kurdî, kapasîteya rêveberiya herêmî û vejîna çandî dest pê kiribû, pêşî bi danûstandinên bazirganî û bazarkirinên sînorî yên di navbera Enqere û Moskowê de hate astengkirin; paşê jî di vagonên trênan ên Stalîn û operasyonên leşkerî yên Ermenistanê yên sala 1992'an de rastî tunekirina fîzîkî hat.

Lêbelê, îro beşeke girîng ji Kurdan dîroka Kurdistana Sor têra xwe nizanin. Vegotinên fermî yên dîrokê yên navendî li ser Tirkiyeyê, fokusên siyasî yên li ser Kurdistana Iraqê û şerên germ ên Rojhilata Navîn, vê trajediya mezin a ku Kurdên Kafkasyayê jiyane di bin siya xwe de hîştine. Lê gava ku avakirina Kurdistana Sor, tasfiyeya wê ya navbera salên 1925–1930'an, sürgûnên Stalîn û ketina Laçînê di sala 1992'an de ku bi hev re tên nirxandin, mirov yek ji xalanên şikestinê yên herî rêxistî û sistematîk di dîroka nûjen a neteweya Kurd de rû bi rû dimîne.

Îro bîranîna û lêkolîna Kurdistana Sor, tenê eleqeyeke nostaljîk a dîrokî nîne. Ev çîrok, ji Şeddadiyan heta Medan berdewamiyeke dîrokî nîşan dide; di heman demê de, ew neynika diyar dike ku Kurdan li ser maseyên dîplomasî yên navneteweyî çawa bûne mijara bazara dewletên serdest, çawa bi dîrokî refleksên parçebûna erdnîgariya Kurdî nîşan dane. Kurdistana Sor, ne tenê noteke trajîk û ji bîrkirî ya dîroka Kurd e; berevajî wê, ew yek ji rûpelên herî zindî, herî birîndar û yên ku divê ders jê were girtin û hesabê wê were pirsîn e.

 

Çavkanî

- Turan, Hüsamettin. "Dagirkirina Kurdistana Sor: 17ê Gulanê 1992'an û Felaketeke Ji Bîrkirî di Dîroka Kurdan de."

 

- Aras, Osman. Dîroka Kurdên Kafkasyayê. Stenbol: Weşanxaneya Avesta.

 

- Beşikçi, İsmail. Kurd û Pirsgirêka Neteweyî. Stenbol: Weşanxaneya Yurt.

 

- Bozarslan, Hamit. Neteweperestiya Kurdî û Rojhilata Navîn. Stenbol: Weşanxaneya İletişim.

 

- Erdal, Mehmet. Polîtîkayên Kurdan di Yekîtiya Sovyetan de. Stenbol: Weşanxaneya Avesta, 2016.

 

- Gündoğan, Azad. "Tecrubeya Kurdistana Sor û Nasnameya Ji Bîrkirî." Mezopotamya Notları, Hejmar 14, 2018.

 

- Koç, Mehmet. "Kurdistana Sor û Girîngiya Stratejîk a Korîdora Laçînê." Kovara Dîroka Kurd, Hejmar 5, 2012.

 

- Olson, Robert. Çavkaniyên Neteweperestiya Kurdî û Serhildana Şêx Seîd. Stenbol: Weşanxaneya Avesta.

 

- Yıldız, Kerim. Kurd: Borî û Îro. Stenbol: Weşanxaneya Avesta.

 

- Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Dosyayên Dozên Qarabaxê.

 

- Raporên Neteweyên Yekbûyî yên Rewşa Mirovî û Koçberkirina Bi Zorê (1992–1995).

Önceki ve Sonraki Yazılar