Aktar: Dadgeha Ewropayê diyar dike ku doza Demirtaş dozeke siyasî ye

Aktar: Dadgeha Ewropayê diyar dike ku doza Demirtaş dozeke siyasî ye

.

A+A-

Mafnas û Parêzer Mehmet Emîn Aktar li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş de axivî.

Mafnas û Parêzer Mehmet Emîn Aktar li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş de diyar kir ku dema Tirkiye vê biryarê bi cih neyne, Komîta Wezîran a Ewropayê heye û ewê ji Tirkiyê re bibêje ku 'te ev bi cih neanî, te ev biryar binpê kiriye û dorpêçên giran dê werin hemberî te'.

Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya daxwaza berdana Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, ligel xwe bandorên mezin anîn û li Tirkiyê, bû rojeva sereke û di raya giştî ya Kurdî de jî babeteke sereke ye.

Mafnas û Parêzerê Demirtaş, Mehmet Emîn Aktar ji Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser biryara DMME ya derbarê Demirtaş de bersiv da pirsên Cemal Batun.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje ku biryara DMME ya berdana Selahattin Demirtaş biryareke siyasî ye, li ser vê mijarê Mehmet Emîn Aktar diyar kir: “Dadgeha Mafên Mirovan bi rastî jî li mafên mirovan dinêre. Li gor peymana mafên mirovan a Ewropayê mekanîzmayeke kontrolkirinê heye, ji ber vê yekê jî li ser hikûmetan û li ser dewletan, tesîreke siyasî datîne ji aliyê guhertinê ve, ji aliyê mafên mirovan ve tesîrekê datîne. Dadgeha Mafên Mirovan dibêje ku doza Demirtaş dozeke siyasî ye, yanî Demirtaş bi kiryareke ku sûc e, tawanbar nake.”

Mehmet Emîn Aktar destnîşan kir: “Dadgeha Mafên Mirovan dadgehek e û biryarên wê jî ji bo her kesî girîng e û her kes pêve girêdayî ye. Çi dewlet, çi sazî, çi kesayet nikare bibêje ku 'ez xwe pêve girêdayî nabînim, ezê li hember wê bisekinim', nikare vê bibêje.”

Derbarê encama vê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de, Mehmet Emîn Aktar destnîşan kir ku divê an dewlet li gor vê biryarê tevbigere, an jî dewlet li hember dorpêçên siyasî bisekine.

Li ser pirsa "Eger Tirkiyê vê biryarê bi cih neyne, bandora vê yekê dê çawa be?", Aktar eşkere kir ku dema Tirkiye vê biryarê bi cih neyne, Komîta Wezîran a Ewropayê heye û ewê ji Tirkiyê re bibêje ku 'te ev bi cih neanî, te ev biryar binpê kiriye û dorpêçên giran dê werin hemberî te'. Herwiha destnîşan kir ku Tirkiyê peymana mafên mirovan îmze kiriye û di wê peymanê de Tirkiyê hiqûqên konseya Ewropayê qebûl kiriye û weke hiqûqa nav welatê xwe pejirandiye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) duh 22ê Kanûna 2020an derbarê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş de biryarek dabû û diyarkiribû ku zindanîbûna Selahattin Demirtaş li dijî pênc madeyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û divê Demirtaş demildest were berdan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin