7 çekdarên Sûrî di Derya Spî de xeniqîn

7 çekdarên Sûrî di Derya Spî de xeniqîn

.

A+A-

Hejmareke çekdarên Sûrî yên ku Tirkiyê ew veguhastibûn Lîbyayê dema dixwestin ji peravên Lîbyayê xwe bigihînin pravên Îtalyayê 7 çekdar ji wan di nav Derya Spî de xeniqîn.

Li gor çavkaniyên xwecihî, hejmareke çekdarên opozisyona Sûrî ên ser bi Tirkiyê ve li Lîbyayê hewldan derbasî Îtalyayê bibin.

Lê li gor zanyariyan7 ji wan çekdaran di dema derbasbûnê de ji Lîbyayê bo peravên Îtalyayê di nav ava Derya Spî  de xeniqîn.

Di şerê navxwe yê Lîbyayê de ku di havîna îsal çê bû Tirkiyê 18 hezar çekdarên Sûrî veguhestibûn wî welatî.

Her li gor zanyariyan Tirkiyê mûçe dide wan çekdarên Sûrî, hinekan jî bi mercê ku biçin Lîbyayê şer bikin, hemwelatiya Tirkiyê wergirtine.

Lîbya, xwedî mezintirîn yedeka petrolê ye li Afrîkayê û dehemîn e li cîhanê. Niha di jêr gefa şerê navxwe de ye.

Lîbya ev heyamek e dirêj e di nav krîz û şerekî navxwe de ye û niha du hikûmet li wî welatî hene; yek Hikûmeta Wîfaqî Niştimanî ya Lîbyayê ku navenda wê Trablus e di bin serokatiya Fayiz Serac da ye û ya din jî hikûmeta di bin rêveberiya Encûmena Nûneran a Tobrukê de ye ku pêşengiya wê hikûmetê jî Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê General Xelîfe Hefter dike.

Tirkiye bi şandina hejmareke zêde ya çekdarên Sûrî bo Lîbyayê piştevaniya Hikûmeta Wîfaqî Niştimanî ya Lîbyayê dike û rêkeftinek jî li gel wê hikûmetê encam daye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin