“600 xebatkarên tenduristiyê bi Covid-19ê ketine”

“600 xebatkarên tenduristiyê bi Covid-19ê ketine”

Di rapora Odeya Doktoran a Mêrdînê de hatiye gotin ku “Karmendên polîklînîkan her roj dibin servîsên Covid-19ê û bi vî awayî xebatên polîklînîkan pêk nayên. Ji bo parastinê tenê maskeyan didin û dixwazin di tevahiya rojê de em tenê maskeyekê bikar bînin.”

A+A-

Odeya Doktoran a Mêrdînê raporek derbarê rewşa li bajêr a di rojên Covid-19ê de aşkere kiriye.

Saziyê gotiye ku cara pêşiyê di 20ê Adarê de nexweşî li Mêrdîn peyda bûye û di navbera 27ê Nîsan û 2yê Gulanê de derketiye asta herî bilind.

Di raporê de hin beşên ku derketine pêş wiha ne:

“Li Mêrdînê dermankirina 430 nexweşan li beşên nexweşiyên giran dewam dike. 152 kes ji ber Covid-19ê mirine. Heta niha 600 xebatkarên tenduristiyê nexweş ketine. Hejmara karmendên tenduristiyê yên alîkar kêm e û ji destpêka şewbê heta niha ev kêmasî nehatine temamkirin. Ji ber wê hin rojan salonên ameliyatxaneyan venebûne.

“Personelên li polîklinîkan her roj dişînen servîsên Covid-19ê û xizmetên polîklinîkan pêk nayên. Ji bo parastinê tenê maskeyan didin û dixwazin di tevahiya rojê de em tenê maskeyekê bikar bînin. Hemû personel neçar dimînin ku roja din jî bi heman maskeyan werin nexweşxaneyan û maskeyên xwe yên gemarî bibin malên xwe.”

“Bila test ji bo xebatkarên tenduristiyê were kirin”

Odeya Doktoran a Mêrdînê her weha hin pêşniyar jî di rapora xwe de nivîsandine:

* Bila hemû doktor bikaribin encamên testên PCRyê bibînin û gumana zelaliyê ji holê rabikin.

* Bila heftê carekê test ji bo xebatkarên tenduristiyê werin kirin.

* Bila kelûpelên parastinê û dezenfektan demildest ji bo doktor, personelên tenduristiyê yên alîkar û nexweşan ên li Navendên Dermankirinê yên Malbatan û yên din werin dabînkirin.

* Bila li dijî daxwazên nexweşxaneyên taybet ceza werin birîn ku xebatkaran derdixin destûra bêpere, mehaneyên xebatkaran kêm dikin an jî dereng didin.  Hewce bike bila demkî dest deynin ser rêveberiya wan.

* Bila nûnerê Odeya me beşdarî xebatên Lijneya Koordînasyonê ya Bajêr ya Pandemiyê û Meclîsa Tenduristiya Gel a Bajarê bibin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin