2020: Di rojên koronayê de rewşa muzîka kurdî

2020: Di rojên koronayê de rewşa muzîka kurdî

.

A+A-

Îsal ji ber bandora Covid-19ê hejmara albûmên muzîkê yên bi kurdî kêm bûne. Lewre Covid-19ê bandor li ser hemû jiyanê, her weha li ser xebatên çand û hunerê jî kiriye. Gelek bernameyên çand û hunerî yan hatin betalkirin an ji bo demeke din hatin taloqkirin an jî bi rêyên alternatîv pêk hatin. 

Hunermendên kurd jî di bandora vê rewşê de mane. Heta em dikarin bibêjin hinekî bêhtir bandor li wan kiriye. Lewre Covid-19 li sansur, qedexe û astengiyên li pêşberî hunermendên kurd, zêde bû. Yanî weke kurmancê me dibêjin: “Rez ne ti rez bû îca terezê jî lêxist”.

Qedexeya ji bo lîstika Teatra Jiyana Nû (TJN) bînin bîra xwe. Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji ber covid-19ê biryar dabû ku piştgiriyê bide komên şanoyê yên taybet. Teatra Jiana Nû (TJN) jî yek ji wan koman bû ku bi lîstikeke xwe ya bi kurdî serî lê dabû. TJNyê xwestibû bi lîstika “Bêrû” ya Dario Foyî bilîzin. Şaredariyê jî di dîroka xwe ya 106 salan de biryar dabû ku şanoyeke bi kurdî di bernameya wan de cih bigire. Roja ku wê lîstîk bihata lîstin, Qaymeqamiya Gaziosmanpaşayê ya Stenbolê lîstina şanoyê bi îdiaya ku “propagandaya PKKyê dike” qedexe kiriye.

Ji ber wê îsal di nûçeyê de li gel albûman em ê behsa wan xebatên li ser platformên dijîtal û medyaya civakî bikin ku ji ber Covid-19ê hunermendan berê xwe daye wan.

Ka em di serî de berê xwe bidin albûman

Salê bi albûmên hunermendên jin destpê kir

Beriya Covid-19 jiyanê ji her alî ve li mirovan teng bike, piştî serê salê hema bi çend rojan çar stranbêjên jin li ser hev albûmên xwe derxistine. Her weha din ava salê de jî Semyanî Perîzade, Hany Mojtahedi jî albûmên xwe weşandine.

Rewşan Çelîker - Tov

Albûmek ji wan ya Rewşan Çelîkerê bû. Navê albûma wê “Tov” e ku piştî albûma wê ya bi navê “Ax Lê Wesê” ya yekem, albhuma duyem bû. Di albûmê de 10 stran hene. Helbesteke Kamûran Alî Bedirxanî û yeke Fêrikê Ûsivî, straneke Aram Tîgranî û besteyeke Dr. Ahmet Kaya û yeke Mirady Doganî di albûmê de hene. Her weha çend besteyên Rewşan Çelîkerê bixwe.

Rojda - Bazin

Albûma Rojdayê jî di meha Kanûna Paşiyê de derketiye ku navê wê "Bazin" e. Di albûmê de 10 stran hene ku 7 jê besteyên Rojdayê ne. 

Aynûr Dogan – Hêdûr

Piştî vê albûmê Aynûr Doganê albûma xwe ya bi navê “Hêdûr weşand.

Doganê 3 salan ji bo albûmê kar kiriye û wê di albûma xwe de 8 stran straye. 2 stranên wê besteyên Aynûr Doganê ne. Yên din jî gelerî ne.

Hêja Netirk – Stranên Neşuştî

Hêja Netirk yek ji wan hûnermendan bû ku albûma wê di wê deme de derketiye. Navê albûmê “Stranên Neşuştî” ye ku 3 stran tê de ne. “NeNe”, “Derî Lêket” û “Belkî” navê stranên di albûmê de ne.

Semyanî Perîzade – “Xewna Berevajî”

Semyanî Perîzade di sala 2019an de tevlî Sandra Alesandraya Silemaniyeyî strana bi navê “I Am Fire” derxistibû. Di wir de her du stranbêjan bi ingilîzî stran dixwendin.

Piştî vê single-ê bi salekê Semyanî Perîzadeyê niha jî singlek bi kurdî weşandiye. Navê strana Perîzadeyê “Xewna Berevajî” ye.

Perîzadeyê di vê stranê de şêweyên muzîka dijital bikar aniye. R&B, Hip-Hop/Rap û hinek jî arabesk heye di vê stranê de.

Hani Mojdahedy – Nour 

Stranbêja kurd a navdar Hani Mojtahedy-yê ev demeke aşkere kiriye ku wê di 24ê Tîrmeha 2020an de single-ekê biweşîne. Hani ji bo vê albumê bi Babylon Orchestrayê re kar kiriye. Navê albumê “Nour”e û tê de helbesteke Forugh Farrokhzad, helbestvana îranî weke stran hatiye strîn.  

Babylon Orchestrayê îsal li Almanyayê "Xelata Kritik Albûman" wergirtiye.

Astare & Tara Jaff - So

Astare û Tara Jaffê di meha Kanûna Pêşiyê de video-klîpek weşandin ku straneke zazakî ango kirmanckî tê de distirên. Navê stranê "So" ye ku Astareyê gotinên wê nivîsandiye û muzîka wê çêkiriye. Tara Jaff bi harpê Astare jî bi tembûrê lê dide û herdu stranbêj bi hev re distirên.  

Harûn  - Rev

Di dawiya salê de albûma rockbêj Harûnî ya bi navê "Rev" weşiyaye. 10 stran di albûmê de hene ku piraniya wan besteyên Harûnî ne. Her weha  Elkiyî strana "Bayê Payîzê" ya Koma Wetan jî straye. 

Ozan Serdar - Zerya 

Ozan Serdar, di albûma xwe ya nû de stranên gelerî û besteyên xwe yên zazakî distirê. Navê albûmê Zerya ye di albûmê de stranên weke "Hemilkano", "Zengeriyê", "Heyî Heyî" hene.

Agît Işik û “Hez”

8 stran di albûmê de hene ku 4 jê besteyên Agit Işikî ne. Yên din jî bi tevkarî û alîkariya muzîkjenên weke Dr. Ahmet Kaya, Mirady û Fîkrî Kutlayî hatine sazkirin. Her weha yeke gelerî, bi zaravayê soranî heye ku navê wê Sûregul e. Taybetmendiyeke din a albûmê heye ku Agit Işiki muzîk ji helbesteke Arjen Ariyî û ji yeke Berken Berehî re çê kiriye û ew stra ye. Helbesta Berken Berehî ya bi navê “Wêneyekî Qufilî” û ya Arjen Ariyî jî bi navê “Hez” e ku navê albûmê jî ji vê helbest û stranê hatiye.

Mehmet Atli – Morî Mircan

Mehmet Atliyî piştî albûma xwe ya bi navê “Birîn” ya 2014an ango piştî 6 salan albûmek derxist. Navê albûma wî “Morî Mircan” bû ku albûm li ser du beşan pêk hatiye. Di beşa yekem besteyên Mehmet Atliyî û di ya duyem de stranên klasîk ên bi şîroveya Mehmet Atliyî hene.

Awazê Çiya - Botan

Navê albûma Awazê Çiyan "Botan" e ku 10 stranên ji herêma Botanê hatine berhevkirin tê de hene.  

"Ax"a Serhadoyî

ek ji pêşekên rapa kurdî Serhado albuma xwe ango bi gotina wî nîvalbuma xwe ya nû weşandiye. Navê albûma Serhado "Ax" e û di albumê de 5 stranên rapê hene. Navê stranan "Sed Carî", "Derewe", "Bajo", "Ax" û "ê?" ye.

Album li ser hemû platformên dijîtal hatine belavkirin.

Yekem albûma Alî Jiyanî weşiyaye

lî Jiyan ango weke ku heta niha dihate naskirin Aliyê Koma Agirê Jiyanê, yekem albuma xwe ya solo di vê salê de weşand.

Mem Ararat û Tara Mamedovayê ji albûmên xwe stran weşandine

Mem Ararat û Tara Mamedovayê jî rêyeke din ji xwe re girtin. Her dû hunermendan bi qasî albûmekê amade kirine lê li şûna hemû albûmê bi carekê biweşînin di nava demê de stran bi stran weşandine.

Navê ya Araratî “Pesna Evînê” ya Mamedovayê jî “Giran” e. 

Grup Avesta - Bi hev re 

Albûmeke din a di salê de hate weşandin ya Grup Avestayê bû. Navê albüme “Bi hev re” ye û 6 stran tê de hene.

Seyîdxan Sevînç û “Bîr”a wî

Seyîdxan Sevînç vê hefteyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî mizgîniya albuma xwe dabû hezkiriyên xwe. Ev albûma wî ya yekem e û navê wê jî “Bîr”ê. Di albumê de 8 stran hene. Sevînçî divê albumê de stranên gelêrî û yên bûne mîrateya muzîka kurdî straye.

Alî Înanirî albumeke akûstîk derxistiye

Alî Înanirî piştî albuma xwe ya bi navê “Zerrî Dej” albumeke nû weşandiye. Album bi awayê akûstîk hatiye amadekirin û sê stran tê de hene. Du jê bi kirmanckî, yek bi kurmancî sê stran di albumê de hene. Navê van stranan “Şev Tarî”, “Derdê Giran” û “Ez û Tu.”

Babetna – Dongu

Di vê albûma duyem a komê de 13 stran hene ku hinek ji wan bi kurdî ne.

 

Bianet

https://diyarname.com/i/news/Muzik-ferid-demirel.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin