Zinarê Xamo : Bîranînên xayinekî

 Zinarê Xamo : Bîranînên xayinekî

.

A+A-

Kitêba ”Bînbaşi Kasimin Hatiralari” min îro qedand. Li ser Serîhildana Şêx Seîd, şiklê têkçûna wê, girtina Şêx Seîd û têkiliya Bînbaşî Qasim bi Hereketa Azadî û Serîhildanê ra gelek agahiyên hêja û belgeyên ji zebtên mahkimê hene.

Yê bixwaze li ser Serîhildana Şêx Seîd bibe xwedî zanînên rast û belgeyên saxlem, ev kitêb çavkaniyeke hêja ye.

 

Bînbaşî Qasim di mahkimê da çi gotiye, Şêx Seîd çi parastiye, şêla kê çi bûye di zebtên mahkimê da xuya dibin.

Berê tiştê li ser serîhildanê dihatin gotin piranî tiştên devkî bûn. Lê ev kitêb belgeyan radixe ber çavê meriv.

Mahmut Akyurekli lêkolîneke pir baş kiriye. Bîranînên Bînbaşî Qasim, îtîrafên wî yên mahkimê û 5 nameyên Xalid Begê Cibrî yên ji ”Qaso/Bînbaşî Qasim” ra şandindine xistiye kitêbê.

Meriv dibîne Qasim çi xayinekî mezin bûye. Piştî 1920-23a di bin ra wek ajanekî dewletê û Mustafa Kemal xebitiye, tim muxbîriya kesên kurdperwer kiriye, Yûsuf Zîya beg daye girtin, muxbîriya Hereketa Azadî kiriye.

Di sala 1924a da li Erzeromê çûye Mustefa Kemal dîtiye û muxbîriya serok û berpirsiyarên Hereketa Azadî kiriye. Berê jî ji gelek merivên dewletê ra, ji serokê meclîsê ra, ji serokwezîr ra, ji walî û eskeran ra tim rapor nivîsîye, muxbîra kurdên welatparêz kiriye.

Lê ji wê jî xerabtir, ji Mustefa Kemal û gelek kesên esker û siyasî ra rapor nivîsîye, xwestiye dewlet demografiya Kurdistanê biguherîne û ji bo wê jî dibê axa, beg, eşraf, mîr, şêx û malmezinên kurdperwer ji Kurdistanê derxînin, surgûnî aliyê tirkan bikin û tirkan bînin li Kuristanê di dewsa wan da, li gund û bajaran bi cî bikin.

Di raporên xwe da tim gotiye, heger dewlet viya neke ewê Kurdistan çê bibe, çimkî ji sedî 80î kurdan Kurdistaneke serbixwe dixwazin.

Dewletê dû ra ev pêşniyara Qasoyê xayin bi cî anîye, bi hezaran mezin, zana û pêşengên kurdan surgûnî Rojava kirine û ji Balkan û Kafkasan û Derya Reş bi sedhezaran mahcir, tirk anîne li Kurdistanê belav kirine.

Berê jî min zanîbû Qaso xayinekî di ser wî ra tuneye, lê beblê dema meriv fikrên wî ji qelema wî dixwîne, ji devê wî dibihîze meriv dixwaze here bi xenceran bi gorra vî xayinê xayinan keve.

Xayinekî pir û pir namerd e, heta hûn bixwazin bêşeref û neyarê qewmê xwe ye, bi dil û can  ji tirkan ra ajnatî kiriye, xiyanetên xwe di mahkimê ra yek bi yek rêz kirine û lema jî ew bi darde nekirine.

Bi merivên xwe ra, bi Xalid Beg ra, bi Şêx Seîd û Zîya Beg ra bêbextî û xayintiyê kiriye, Şêx Seîd girtiye, teslîm kiriye. tim xwestiye tirk kurdan bifetisînin, bikujin û bindest bihêlin. Tivinga Şêx Seîd bi xayintî ji destê wî digrin. Şêx Seîd gava fêm dike ewê wî teslîm bikin, dibêje:
"Qaso, min bikuje, lê teslîm meke !"
Qasoyê xayin dibêje:
"Na, ez te nakujim. Min soz daye, ezê te teslîm bikim..." 
Di kitêbê da meriv dibîne, ne Bînbaşî Qasmê xayin û planên wî bûna Şêx Seîd nedihat girtin, ewê derbasî Îranê bibûya. Lê Qaso nahêle, riyên şaş bi ber wan dixe, bi destê merivên xwe kemînan li pêş wan datîne û nahêle derbasî Kurdistana Îranê bibin.
Lema qatilê Şêx Seîd û gelek hevalên wî Qaso ye, ew wan dide girtin û teslîmî dewletê dike. Û di mahkimê da jî tim dibêje "armanca serîhildanê serxwebûna Kurdistanê ye." Şêx Seîd viya nabêje, sebebên dînî nîşan dide, lê Qaso dibêje ew qebûl nekin jî, armanca serîhildanê Kurdistaneke serbixwe ye. Hereketa Azadî ji bo vê çê bûye, beyanên wan vê yekê nîşan dide. 

Ji Mustefa Kemal bêtir li dijî azadî û serxwebûna kurdan bûye, henekê xwe bi kurdî kiriye, gotiye kurd ne miletê bibe xwedî dewlet. Hiîam berî serîhildanê, him jî di mahkimê da heta jê hatiye neyartiya kurdan kiriye û xwestiye serokên kurdan gişan îdam bikin.

Tiştê mim matmayî dihêle, mala vî xayinî li Xarpêtê(Elezîzê)bûye, heta 1966a li Xarpêtê, di nava kurdan da jiyaye û kesî ev xayinê qewmê xwe nekuştiye.

Gava meriv kitêbê dixwîne meriv ji hêrsa dîn dibe, merivekî hewqasî xerab dibê bihata cezakirin, dibê bi rehetî nemira.

Sawcî û hakimên li Diyarbekrê, li Xarpêtê, li Belîsê bi sedan mezin û rêberên kurdan îdam kirin, destên xwe li ba dikirin, li wan bajaran diman, bi roj kurd îdam dikirin, bi şev diçûn li otêlan radiketin. Kurdek dernektiye sawcîyek, hakimek nekuştiye. Ev jî tiştekî balkêş e.

 

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin