Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir

Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir

.

A+A-

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mehmet Alî Yilmaz pêk hatî, roja înyê,13.03.2026ê, li Amedê, seredana mala ku mamosteyê hêja Îsmaîl Beşîkçî lê dimîne kirin.

Heyeta PWKyê ji ber başbûna tenduristîya mamoste Îsmaîl Beşîkçî dilxweşîya xwe dîyar kirin.Şîfaya xêrê ji mamoste re xwestin.

Mamoste Îsmaîl Beşîkçî û rêvebirên Weqfa İsmaîl Beşîkçî jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kirin.

Ji ber hesasîyeta rêvebirên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, wêneyê ku me bi Mamoste Îsmaîl Beşîkçî re kişandîye emê belav nekin.

13.03.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin