
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
.
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê John Healey ragihand ku tîmeke wan li baregeheke leşkerî ya li Hewlêrê ye û alîkariya xistina dronên bombebarkirî dike.
Di heman demê de hat eşkerekirin ku di êrişa şeva borî ya li ser Hewlêrê de çend leşkerên Amerîkayî birîndar bûne.
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê John Healey, îro di daxuyaniyekê de tekez kir ku hebûna tîmeke leşkerî ya Brîtanyayê li baregeheke leşkerî ya li Hewlêrê, ji bo parastina asmanî û têkbirina dronên bombebarkirî ye.
Healey da zanîn ku şeva borî hêzên wan di çarçoveya vê erkê de du dronên êrişkar xistine xwarê.
Li aliyê din, efserê Brîtanyayê Guy Foden ji ajansa Associated Pressê (AP) re ragihand, şeva borî baregeheke leşkerî ya li Hewlêrê ku hêzên Brîtanyayê û Amerîkayê lê ne bi hejmarek dronan hatiye armancgirtin.
Efserê Brîtanyayê Nick Perry jî eşkere kir ku di êrişê de ti leşkerekî Brîtanyayê birîndar nebûne lê çend leşkerên Amerîkayî birîndar bûne.
Perry da zanîn: "Rewşa ti birîndaran ne metirsîdar e."
Heta niha nehatiye zelalkirin ku birîndarên Amerîkayî leşker bûne yan kesên sivîl.
Ev baregeha leşkerî bi giştî ji aliyê Amerîkayê ve tê birêvebirin lê carinan hêzên din ên hevpeyman, di nav de hêzên Brîtanyayê jî, li wir tên bicihkirin.
Berpirsên leşkerî yên Brîtanyayê di encama lêkolînên xwe de gihîştine wê baweriyê ku ew dronên hatine avêtin, ji Tehranê hatine şandin.
Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê John Healey di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola Rûsyayê jî û got: "Rûsya di xurtkirina taktîkên êrişên dronî de alîkariya Îranê kiriye da ku astengkirin û têkbirina wan zêdetir zehmet bibe."
Healey di dawiya axaftina xwe de anî ziman: "Pêwîst e kes bi vê yekê şaş nemîne ku destê şaravî yê [Vladimir] Pûtîn li pişt taktîkên Îranê heye."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin