Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Zewaca Ajalên Siyasî

A+A-

Zoon Polîtîcîon; ev têgeh cara pêşî jî alîyê Arîsto ve hatiye gotin. Ev peyv di kurdî de tê maneya Ajalên Polîtîk. Arîstoyî insanan di nava koma ajalan de dibîne lê wan wek ajalên polîtîk bi nav dike. Ferqa di navbera insan û ajalan de ew e ku insan siyasetê dikin û aliyê wan ên siyasî heye. Li gorî Arîsstoyî hebûn û armanc insanan siyasîbûn e. Di her gavên ku tên avêtin de fikrek siyasî heye û zewac jî yek ji wan e.

Pêşengê siyaseta modern Machîavallî dibêje ku ji bo îktîdariyê meriv dikare hertiştî bike û ji bo bi dest xistina îktîdarê her rê mûbah e. Bi kesên ji bo îktîdarê şer dikin re hêst û yarî tune ye. Armanc û hebûna xwe li ser bi dest xistin kontrola jiyanê (îktîdar) ava dikin û di vê rê de hertişt bi rehetî tê fedakirin. Mirov jî ji bo îktîdariya xwe ava bikin dizewicin.

Karl Marx jî tîne ziman ku “Têkiliya di navbera mirovan de têkiliyeke berjewendî ye.” û her wiha berjewendî jî bi xwe re rewşa polîtîkî derdixe holê. Insan ew çend afirindeyên ecebên ku ji bo berjewendiyên xwe mirovên din dipelçiqîknin, carna ev pelçiqandina mirovan dighîje asteke wisa ku meriv qet nikare texmîn jî bike. Ev polîtîkbûn û pelçiqandina mirovan di hemû qadên jiyanê de derdikeve pêşbêrî me. Bi vî awayî insan ji koma ajalên vediqete û rûreşiya hindirê xwe li tevahiya cîhanê direşîne. Tekiliya zewacê jî karekî berjewendî yê di navbera mêr û jinan de ye.

Bi her awayî zewac di eslê xwe de karek siyasî ye. Wek partiyên siyasî ji bo zewacê jî “Meşrûiyet” pêwist e. Mirov pêşî hevdîtinan pêk tînin ji bo koalîsyonê, piştî hevdîtin û li hevkirinê gava pêşî ji bo meşrûiyetê diavêjin û vê gava xwe ya yekem bi gustîlkê peyman dikin. Tenê meşrûiyata du kesan têra hertiştî nake. Di gava duyem de her du şexsiyet meşrûiyeta malbatên xwe digrin û vê meşrûiyetê bi gustîlka nîşanê peyman dikin. Gava sisêyan jî meşrûiyeta gel e, divê ji cîran û nasên xwe jî meşrûiyetê bistînin lewma dawêta xwe li dar dixin û bi rêya dawetê meşrûiyeta cîran û nasan jî werdigirin. Gava çaran jî meşrûiyeta dînî ye, ji bo nîkaha dînî ji melayan meşrûiyetê bi dest dixin. Gava pençan û ya herî dawî jî meşrûiyeta dewletê ye, hewceye ku meşrûiyeta wê jî wergirin lewma li ber destê karmendê nîkahê meşrûiyeta dewletê bi dest dixin û bi peymana zewacê temam dikin karê xwe û koalîsyona xwe ava dikin. Bi vê rêya hebekî teşqale hem statûyê xwe bi dest dixin û hem jî xwe muhafaza dikin.

Di vê koalîsyonê de berjewendiyên her du aliyan jî girîng in. Lewma di hevdîtinên xwe yên ji bo koalîsyonê de tu carî aliyên xwe yên kêmasî dernaxin pêş û wan kemasiyên xwe heta li hev kirina koalîsyonê vedişêrin. Armanca wan serdestî û bi destxistina îktîdarê ye. Di van hevdîtinan de şertên xwe yên ji bo koalîsyona zewacê nîqaş dikin. Piştî hevdîtin û li hevkirinê bi peymanekê koalîsyona xwe îlan dikin.

 

Sedemên Zewaca Ajalên Polîtîk

  1. Xilasbûna Ji Kar û Barên Malê

 Di nav çanda kurdan û ya rojhilata navîn de kar û barên malê tev de li ser zarokên mezin ên malê ne. Dê û bav kar û barên malê yên ku divê ew bikin piranî nakin û van peywirên xwe dixin stûyê zarokên xwe yên herî mezin. Zarokên mezin ên malê di serî de keyfxweşiyek mezin exîstiya malê dixin destên xwe, ji ber ku reîstî bi xwe re statûyek paye bilind tîne û mezin xwe bi vê statûyê tatmîn dikin. Lê her tişt wek ku dest pê kirî naçe serî. Bi salan hem keç û hem law ji bo malê dixebitin û herçiqas dixebitin ew çend ji hal dikevin.  Di van salên xebatê de mezin wek ku Marx jî dibêje: hem biyanî xwe dibin, hem biyanî karê xwe dibin û hem jî biyanî civaka xwe dibin. Piştî ku ji hertiştî betilîn û biyanî hertiştî bûn wê demê Zoon Polîtîkoniya wan derdikeve holê. Mezin îcar bi polîtîkî tevdigerin. Ji bo, ji bin karê ku di bin de dipelçiqin birevin zewacê tîne pêşiya xwe û dizewicin. Zewac rêya rehetti derdixe pêşberî wan.

  1. Zewaca Bo Maddiyatê

Zanyarê pedagojiyê Maslow dibêje ku, ji bo ku meriv bixwazî xwe bighîne asta Kamilbûnê divê meriv di çend qonaxên xwe pêşxistinê de derbas bike. Maslow qonaxa herî pêşî û ya herî girîng qonaxa fîzyolojîk (xew, xwarin, vexwarin, sex, hewa…) dibîne. Piştî van qonaxan, qonaxên Ewleyî, Aîdiyet, Statû û Rêz, Zanyarî, Estetîkî tên û ya herî dawî jî asta Kamilbûnê ye. Di rêya zewaca mirovên polîtîk de ev hiyerarşiya Maslovî derdikeve pêşberî me.

Jin be an mêr, dewlemend an feqîr an jî çîna wan a civakî çi be qet ferq nake mirov bi gelemperî dixwazin ku bi mirovên dewlemend re bizewicin. Kesên di çîna Jêr de dijîn, ji ber dijwarî, zor û zehmetiya feqîriyê dixwazin kesekî/e dewlemend re bizewicin. Mirovên çîna navîn tu carî naxwazin bi kesên di çîna jêrîn re bizewicin û ew jî bi kesên çîna navîn re dizewicin an jî çavên wan li çîna jorîn e. Kesên çîna jorîn jî, ji bo berjewendî û polîtîkayên xwe bi kesên dewlemend re dizewicin, qet berê xwe nadin çîna navîn û ya jêrîn. Bi gelemberî rewşa çîna mirovan bi vî awayî be jî îstîsnayên vê rewşê jî hene.

Her du alî jî di zewacê de ji hev bawar nîn in. Ji bo ku ji hev bawer nîn in bi peymaneke siyasî dixwazin xwe muhafaza bikin, ev peymana zewacê hem ji bo têkiliya zewacê ye û hem jî ji bo parvekirina mal û milkên wan e. Ev tekiliya zoon polîtîkonî dişibe tekiliyên dewletan. Dostên dewletan nîn in, hertim berjewendiyên dewletan hene ya herî girîng jî berjewendî ye. Ji bo hewcedarî û berjewendiya hev, dewlet bi hev re peymanên siyasî dikin. Bi rêya van peymanan dewlet xwe ji talûkeyan diparêz in. Roj tê bercewendî û hewcedariyan wan diguherin û peywana wan ji holê radibe wekî zewaca mirovan.

 

  1. Sivikkirina Barê Li Ser Mil

Benîadem hertim li karên rehet û hesan digerin û hertim dixwazin barê li ser pişta xwe sivik bikin. Ji bo van polîtîkayên xwe hertim rêya kurt kîjan be wê tercîh dikin. Her wekî Machîavelî di berhema xwe ya bi navê Prens de tîne ziman: Desthilatdar ji bo menfeeta xwe dikare hertiştî bike, di rê û muhafazakirina desthilatdariyê her rê mubah e. Mirovên polîtîk jî vê yekê ji xwe re dikin esas û bingeh û bi piranî ji bo sivikkirana barên xwe hertiştî mubah dibînin û heta ji destên wan tê barê xwe sivik dikin.

Di sedsala XXI., sedsala ferdîtî û egoîstiyê ye. Herkes tenê ji bo xwe dijî. Di vê sedsalê de hem zilam û hem jî jin di hemû qadên jiyanê de hebûna xwe tînin ziman û xwe derdixin pêş. Armanc ew e ku hebûn û hêza xwe nîşanê malbat û civakê bidin. Her du alî jî di nav kar û barê jiyanê de bêmecal dikevin. Hem karê hundir û hem karê derve wan bêmecal dixe. Piştî bêmecalbûnê her du alî jî dibin berjewendîperwer. Bi berjewendperestiya xwe dest bi karê zewacê dikin û bi vî awayî karên xwe hevbeş dikin. Mêr karê malê diavêje ser stûyê jinê û jin jî karê devre diavêje ser stûyê mêr. Bi vî awayî hem desthilatdariyê dixin destên xwe û hem jî barên xwe sivik dikin.

  1. Reva ji Bo Aramî û Azadiyê                 

 Li gorî fikrê Dualîstî hertim du vebijêrk li hemberî mirovan e, hertim du heb rê hene. Mirov xwe hewcedar dikin ku rêyekê hilbijêrin. Hertim dixwazin ku rêya baş bineqînin, dixwazin ku rêya wan neqandî wan bighînî aramî û azadiyê û wan bighîne heqîqetê. Lê ji ber fikr û hizrên wan ne zelal in, bi hişekî zelal nikare bifikirin û nikarin tercîhên baş bikin, di rewşeke wisa de piranî rêya başiyê na, rêya xirabiyê dineqînin û dikevin rêya xirab.

 Gelek mirov li benda mesîhekî/ê ne. Wisa texmîn dikin ku mesîhê/a xwe dîtin dêtu kul û derdên wan nemîne û dê mesîh wan azad bike. Hertim xwe ji bo vê yekê amade dikin. Lê ev amadebûyîn tenê seknandine. Ji xeynî li bende mayîne bi tu awayî xwe bi pêş naxin û destên xwe jî ji xirabiyên xwe jî nakişînin.

Mirov di vê jiyana beşerî de wenda ne, eynî mîna kesekî di nava zeryayê de windayî. Ji bo ku li ciyekî winda ne û ji her alî ve pêlên zeryayê wê/wî noqî avê dikin û tena serê xwe ye li çareya xilaskirina serê xwe digerin. Ew çend li ser konstrayî xilaskirina xwe difikirin ku çavên wan tiştekî nabîne û nikarin hawîrdorê xwe baş anlîz bikin. Gava ezingekî nêzî xwe dibînin xwe pê ve girêdidin. Li hawîrdorên wan çiqas ezingên baştir hebin jî li ezingê herî nêz xwedî derdikevin. Li ezingê ku dîtin xwedî derdikevin û wî/wê pîroz û bêhempa dihesibînin.

  1. Daxwaza Bo Zarokan

Daxwaza ji bo zarokan li ser sê xalan dikare bê şîrovekirin. Ger li ser xalek tenê bê seknandin dê şaşitî derkeve holê. Lewma sê xalan bingehîn hene ku mirov dixwazin bibin xwedî zarok. Ew xal ev in:

  1. Daxwaza Bo Hêz û Îktîdariyê
  2. Daxwaza Bo Dewama Nesil
  3. Daxwaza Bo Tatmînkirina Hêstan

A) Daxwaza Bo Hêz û Îktîdariyê

 Di çanda gelên ku bi çandînî û sewalkariyê mijûl dibin de, hebûn û zêdebûna zarokan hêzek Mezin dide malbatê û îktîdariya wan qewîntir dike. Di jiyana qewmên bi Klanî dijîn de jî zarok ciyekî girîng digrin. Hebûna zarokan ji malbatan rehetiya ruh û can e, bi hebûna zarokan û zêdebûna wan re barê li ser pişta dê û bav siviktir dibe. Malbat bi rehetî karên xwe birêve dibin û karên xwe hevbeş dikin. Bi alîkariya zarokan re karên di destên malbatê de zû diqede û malbat berê xwe dide karên nû. Bi her qadandina kar ve sermayeya malbatê a komkirî zêdetir dibe û bi vî awayî malabat roj bi roj dewlemendtir dibe. Hebûna zarokan ji bo dewlemendbûnê hêzek qewet dide malbatê. Lê gava sermaye kom bû û zêdetir bû pewistiya parastina sermaye derdikeve holê. Tam di vê rewşa wiha de, dîsa malbat wek piyonan zarokên xwe derdixe pêşberi reqîp û dijminên xwe û bi vê rêyê malbat xwe û sermayeya xwe diparêze.

B) Daxwaza Bo Dewama Nesil

 Ebediyetî hertim daxwaza û armanca mirovan bû. Mirov di destpêka jiyan ta heta niha li “ava heyatê” geriyane ku xwe pê bikin ebedî. Di gotinek a Çîna de wiha dibêje: Ger ku hûn bixwazin xwe bighînin ebediyetê divê hûn sê tiştan bikin; yek jê divê zarokên we hebin; a duduyan divê berhemek we a nivîskî hebe; a sisêyan divê hûn darekê biçînin. Wekî ji gotinê jî tê famkirin mirov bi rêya zarokan ve xwe dighîne ebediyetê. Bi vî awayî jî neslê wan zûwa nabe û neslê wan dewan dike. Bi dom kirina nesil ve mîras jî di hundirê malê de dimîne û te parastin.

C) Daxwaza Bo Tatmînkirina Hêstan

 Ev rewş bi piranî di emrên pêş de derdikeve holê. Mirov çiqas zewacê dereng bixe, ewqas ji hêstên evîniyê dûr dikeve û bi gelemberî zewaca wan kesan ji bo tatmînkirina hêstên dayîktî û bavitiyê ye. Ev mirov piranî di qada jiyanê de çi xwestine bi dest xistine lê qet zewac bi bîra wan ne ketiye û ne zewicîne. Her insan gava ku xeyalan xwe tînin ziman dibêjin ku: “zaroka min çêbibe ez ê vî navî lê kim.” Lê tişta qet ku nafikirin zarok tenê nê yê zilaman e an jî tenê ne yê jinan e. Her du kes jî li ser zarokê xwedî kontrol in lê kontrola hev du qebûl nakin û dixwazin hemû kontrolê bixin destên xwe. Ev kes tenê li gorî hestên xwe û li gorî egoya xwe tevdigerin.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin