PKK: Em hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin

PKK: Em hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin

.

A+A-

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand ku ji bo ku “pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bigihînin qonaxa duyemîn, “hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin”.

PKKyê destnîşan kir ku divê nêzîkatiyên siyasî û hiqûqî demildest bên nîşandan û bangî gel kir ku “di asta seferberiyê de têbikoşe”.

PKK ji bo ku pêşî li pêvajoya çareseriyê veke, “gava xwe ya dîrokî” li quntara Qendîlê bi civîneke çapemeniyê ragihand.

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Sabrî Ok, Endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Vejîn Dêrsim a ku ji Bakurê Kurdistanê çûye Qendîlê, Endamê Konseya Fermandariya HPGyê Devrîm Palu û 25 gerîla tevlî daxuyaniyê bûn.

Daxuyaniya bi Tirkî ji aliyê Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Sabrî Ok û ya Kurdî jî ji aliyê Endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Vejîn Dêrsimê ve hat xwendin.

Daxuyaniya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wiha ye:

"PÊVAJO DI QONAXEKE KRÎTÎK DE DERBAS DIBE

Ji ber ku şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn ji bo paşeroja Kurdan û Tirkiyeyê metirsiyeke mezin bûn; pêvajoya ku par bi daxuyaniyên Serokkomar, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiribû û 27ê Sibata 2025an bi banga Rêber Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” re nasnameyek wergirtibû, di qonaxeke gelekî girîng û krîtîk de derbas dibe.

ME HELWESTA XWE YA ZELAL Û BI BIRYAR NÎŞAN DA

Di nava 8 mehên borî de, wekî aliyê Kurdan me li ser bingeha banga Aştî û Civaka Demokratîk gavên dîrokî û mezin avêtin. Ji bo ku jîngeheke aram û rehet a nîqaşê were avakirin, me hema piştî bangê di 1ê Adarê de agirbest îlan kir. Li ser bingeha rêbazên guncav ên Rêber Abdullah Ocalan, di navbera 5-7ê Gulanê de me Kongreya 12emîn a PKKyê li dar xist, me biryarên hebûna rêxistinî ya PKKyê û bidawîanîna stratejiya têkoşîna çekdarî wergirt û me ev yek li van biryaran zêde kir; ev biryar ancax rasterast bi bibirêvebiriya Rêber Abdullah Ocalan dikarin bikevin meriyetê. Piştî du mehan 11ê Tîrmehê jî, li ser bingeha banga bidîmen a Rêber Abdullah Ocalan, bi birêvebiriya Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat, Grûba Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêk dihat, bi merasîmekê çekên xwe şewitandin û bi vî awayî helwesta me ya biryardar û zelal a ji bo bidawîanîna têkoşîna çekdarî nîşan da.

RÊBER APO RUH Û ÎRADEYEKE NÛ AVA KIR

Di bin pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan û PKKyê de van gavên dîrokî yên ku aliyê Kurd avêtine, bandoreke kûr li ser jîngeha siyasî û civakî ya Tirkiyeyê kir û li ser bingeha aştî û demokratîkbûnê ruhek û îradeyeke nû derxist holê. Ev helwesta biwêrek û fedakar a Kurdan a ji bo aştî, demokrasî û azadiyê, li nava Tirkiyeyê û li derve di qada navneteweyî de her tim bi erênî hat pêşwazîkirin.

EM HEMÛ HÊZÊN XWE YÊN LI TIRKIYEYÊ VEDIKIŞÎNIN

Tevî hemû nêzîkatiyên ne bes ên ku hene, Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo ku metirsiyên ku her ku diçe li ser Tirkiye û Kurdan giran dibin berteref bike û ji bo ku bingeha paşerojeke bi sedan salan a jiyana azad, demokratîk, xwişk û biratiyê deyne, bi armanca ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk bigihîne qonaxa duyemîn hewl dide gavên nû yên pratîkî û pêşîlêveker bavêje. Li ser vî esasî û li gorî biryarên Kongreya 12emîn, em bi erêkirina Rêber Abdullah Ocalan, hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Tirkiyeyê ji cihên ku rîska pevçûnê çêdikin û rê li ber provokasyonên muhtemel vedikin, vedikişînin Qadên Parastina Medyayê. Beşek ji komên ku gihiştine Qadên Parastina Medyayê niha li vir in û bi xwe beşdarî vê daxuyaniyê dibin. Her wiha li qadên sînor jî, li cihên ku rîska pevçûnê lê heye û li mewziyên ku rê li ber provokasyonên muhtemel vedikin, tedbîrên bi heman rengî tên girtin.

ASTA BANDORA GAVÊN ME DÊ DI PRATÎKÊ DE XUYA BIKE

Bêguman, asta bandora van gavên ku em davêjin dê di pratîkê de diyar bibe. Ev gavên pratîkî yên ku em davêjin, di pêkanîna biryarên Kongreya 12emîn a PKKyê de careke din helwesta me ya biryardar û zelal nîşan didin.

DIVÊ NÊZÎKATIYÊN HIQÛQÎ Û SIYASÎ DEMILDEST BÊN AVÊTIN

Gelek eşkere ye ku em girêdayî biryarên Kongreya 12emîn in û di pêkanîna wan de bi biryar in. Lê ji bo ku ev biryar bikevin pratîkê, wekî ku di biryarên Kongreya 12emîn a PKKyê de jî hatiye diyarkirin, divê nêzîkatiyên siyasî û hiqûqî yên ku pêvajo ferz dike, bêyî derengî bên avêtin. Di vê çarçoveyê de, divê Hiqûqa Veguhêz a taybet ji bo PKKyê wekî esas bê girtin û ji bo beşdarbûna siyaseta demokratîk, divê qanûnên pêwîst ên entegrasyona demokratîk û azadiyê demildest bên derxistin.

EM BANGÎ HEMÛ GELÊ XWE DIKIN KU DI ASTA SEFERBERIYÊ DE TÊBIKOŞIN

Wekî dawî, banga me di serî de ji bo jin û ciwanan û ji bo hemû gelê me ye. Ev ne pêvajoyeke wisa ye ku mirov ji hinekan hêviya tiştan bike; ev pêvajo, pêvajoya avakirin û bidestxistina jiyaneke azad û demokratîk e ku bi têkoşîneke rêxistinkirî pêk tê. Wê demê, divê her kesê ku dixwaze di nava vê jiyanê de cih bigire, ji bo serketina ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ di asta seferberiyê de têbikoşe.

Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk teqez dê bigihîje serkeftinê!"

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin