Zelenskî ji bo navbeynkariyê Papa vedixwîne Ukraynayê

Zelenskî ji bo navbeynkariyê Papa vedixwîne Ukraynayê

.

A+A-

Serokê Ukraynayê bang li Papa Francis kir, serdana welatê wî bike û navbênkariyê di navbera Kîev û Moskoyê de bike.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky bang li Papa Francis kir, serdana welatê wî bike û navbênkariyê di navbera Kîev û Moskoyê de bike ji bo bidawîkirina şerê ku Rûsya ev nêzîkî mehekê ye li dijî Ukraynayê dest pê kiriye.

Piştî pêwendiyeke têlefonê ya di navbera wan de, Zelensky roja Sêşemê di tweet de nivîsî: Dê cihê pêzanînê be eger Papa navbênkariyê ji bo bidawîkirina êşa mirovan li Ukraynayê bike.

Serokê Ukraynayê diyar kir; wî ji Papa re behsa rewşa dijwar a mirovî û girtina korîdorên mirovî ji aliyê hêzên Rûsî ve kiriye û wî spasiya Papa ji bo “duayên wî yên ji bo Ukrayna û aştiyê” kir.

Di peyameke vîdyoyê de jî ku şeva borî hat weşandin, Zelensky got: “Min ji (Papa) xwest ku di vê kêliya pir girîng de serdana welatê me bike.”

Zelensky got jî: “Ez bawer im ku em dikarin vê seredana girîng organîze bikin, ku dê ji me hemiyan û ji her Ukraynayekî re piştgiriyeke mezin be.”

Ukrayna welatek e piraniya xelkê wê Xiristiyanên ortodoks in, lê hin ji Katolîkên Roman jî hene ku li rojavayê wî welatî  bi cih bûne û dêrê wan rasterast bi Vatîkanê ve girêdayî ye.

Civaka Katolîk a Roman li Ukraynayê sêyemîn mezheba herî mezin a li welat e û hejmara wan nêzî 5.5 mîlyon kes in li welatekî ku hejmara nifûsa wî berî şer dest pê bike, nêzî 40 mîlyon kes bû.

Êrîşa Rûsyayê li ser Ukraynayê di roja 27emîn de berdewam e, li gor rayedaran jî bajarê Mariupolê li başûr di bin bombebarana Rûsî de ye. Li Kîevê jî, xelkê di bin qedexeya derketina derve de ne û di malên xwe de vedişêrin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin