Civînên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê berdewam in

Civînên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê berdewam in

.

A+A-

- Di duyemîn roja gera heftemîn a civînên Komîteya Nivîsandina reşnivîsa Destûra Sûriyê de, pêşinyarên beşar civaka sivîl a nêzîkî hikûmeta Sûriyê derbarê nasnameya Dewletê de tên pêşkêşkirin.

Li gorî zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bi dest xistine, xalên sereke yên kaxeza wê grûpê ev in:

Navê Dewletê Komara Erebî ya Sûrî be

Urûbet nasnameya rewşenbîrî, şaristanî ya Komara Erebî ya Sûrî be

Komara Erebî ya Sûrî beşek ji Welatê Erebî ye û gelê Sûriyê beşek ji Umeta Erebî ye

Zimanî fermî yê Komara Erebî ya Sûrî zimanê Erebî ye

Nivîskar û siyasetmedarê Sûrî Eymen Ebdulnûr, ji Washingtonê ji Rûdawê re got, derfet li pêş pêşketinê sînordar e û bi telefonan ferman lê opozisyona Sûriyê hatiye kirin da ku beşdarî vê xolê bibe.

Nivîskar û Siyasetmedar Eymen Ebdulnûr "Derfet pir biçûk in, derfeta heyî pir sînordar e, bi taybet piştî derketina nerazîbûn û digiraniyê ji aliyê hin endamên koîmteya destûrî û Desteya danûstandinê. Heta niha 3 endam vekişiyane, general Ewed el-Elî, general Îbrahîm Cibawî û îro jî, Yihiya el-Erîdî ragihand ku ew prensîpa Geir Pederson, gavek li hember gavekê red dike.

Bi rastî nameyeke zelal ji Desteya Danûstandinê heye ku ew naçin gera heftemîn eger bersivê ji pedersen wernegirin, lê diyar e bi telefonan ferman ji wan re hat û çûn bêyî ku bersivê ji Geir Pederson werbigirin."

Civînên heftemîn gera  komîteya Destûrî dê 4 rojan bidomînin. Her rojekê dê tewerekî destnîşankirî bê gotûbêjkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin