Tirkîye li Serê Kanîyê 9 xanîyên Kurdan wêran kir

Tirkîye li Serê Kanîyê 9 xanîyên Kurdan wêran kir

.

A+A-

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li gundekî Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 9 xanî wêran kirine.

Nivîsgeha Şopandin û Belgekirinê ya Komîteya Koçberbûyên Serê Kaniyê ragihandiye ku, grûpa çekdar a bi navê Hemzat a ser bi Tirkiyê ve roja Duşembê 21ê Adara 2022 û di yekemîn roja Newrozê de li gundê Eyn el-Hîsan ê ser bi gundewarê başûrê bajarê Serê Kaniyê ve, bi dûriya 9 kîlometreyan bi kêmanî 9 malên welatiyên sivîl wêran kirine û gelek dar hil kirine.

Li gorî heman zanyariyan, herwiha li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê, plana artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar heye ku gundê Eyn el-Hîsan bi giştî ji nav bibe û li şûna wî gundî binkeyeke leşkerî ava bike.

Xwediyên wan malan jî ragihandine ku pêwendiyên telefonî ji hinek kesên nenaskirî ji bo vê mebestê ligel wan hatine kirin.

Heman zanyarî diyar dikin ku malên wêrankirî yên 9 welatiyan in, hemû ji yek malbatê ne û navên wan jî ragihandine.

Nivîsgeha Şopandin û Belgekirinê ya Komîteya Koçberbûyên Serê Kaniyê navê xwediyên wan malan bi vî awayî ragihandiye:

Ednan Mihemed Kur, Ezîz Mihemed Kur, Mehmûd Mihemed Kur, Elî Mihemed Kur, Ehmed Mihemed Kur, Ezîz Mistefa Kur, Elî Mistefa Kur, Mezlûm Elî Kur û Dogan Elî Kur

Ji 9ê Cotmeha 2019an ve, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî li Cizîra Rojavayê Kurdistanê dagîr kirin û heta niha ew navçe di jêr kontrola wan de ye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin