Zarok MA yekem salvegera xwe pîroz dike

Zarok MA yekem salvegera xwe pîroz dike

.

A+A-

Bi boneya yekemîn salvegera damezirandina Zarok MAyê wê di 6ê Tîrmehê de ji bo zarokan konserek bê lidarxistin. Ji ber ku bilet qediyane wê di 7ê Tîrmehê de jî konserek bê dayîn.

Zarok MA li Amedê di bin sîwana Akademiya Muzîk MAyê de ji bo perwerdeya mûzikê bide zarokên ku salên wan di navbera 0-5an de ne hatiye damezrandin. Salek li ser damezrandina Zarok MAyê de derbas bûye.

Bi boneya yekemîn salvegera damezirandina Zarok MAyê wê di 6ê Tîrmehê de ji bo zarokan konserek bê lidarxistin. Ji ber ku bilet qediyane wê di 7ê Tîrmehê de jî konserek bê dayîn.

Zarok MA dê di 6ê Tîrmehê de bi wesîleya salvegera damezirandina xwe, lZarok MA dê mezûnên xwe yên ewil bide û di konserê de li gel Koma MAyê, her wiha dê hunermendên ji Herêma Federal a Kurdistanê û ji Mahabat a rojhilat jî weke mêvan beşdarî konserê bibin. 

350 zarok tên perwerdekirin

 Koordînatorê Akademiya Ma Musîkê Şêrko Kanîwar têkildarî pêvajoya 5 salan û armancên xwe axivîye. 

Şêrko Kanîwar daye zanîn ku di bin sîwana Ma Muzîkê de perwerdeyê didin zarokên temenê wan di navbera 0-5 salî de û wiha gotiye: “Ji ber şewba koronayê me navber da perwerdeyên xwe. Me biryara avakirina Zarok MA’yê da û me dest bi perwerdekirina zarokên di navbera 0-5 salî de kir. Niha 600 zarok hene û em bi awayekî çalak perwerdeyê didin 350 zarokan. Em hefteyê rojekê perwerdeyê didin. Di nava 350 zarokan de yên 5 saliya xwe tije kirin êdî ji Zarok MA’yê mezûn dibin û dê derbasî MA Muzîkê bibin. Li MA Muzîkê jî dê ew bi xwe enstrumanên xwe hilbijêrin û li akademiyên zarokan perwerdeya xwe bidomînin.” 

Di nasnameya Kurdan de muzîk, xwedî cihekî girîng e

Kanîwar destnîşan kiriye ku di serdemeke ku êriş li ser ziman û çanda kurdî heyî de hînkirina çanda kurdî karekî girîng e û wiha pê de çûye: “Di nasnameya kurdan de muzîk, xwedî cihekî girîng e. Heke mirov muzîkê ji jiyana kurdan derxîne, dê civak winda bibe. Em xwedî muzîkên gelerî yên sedsalî ne. Dengbêj, çîrok, stran û govend heta roja me hatine û heke ew nebin, em jî tune ne. Heke ez tenê bi kurdî biaxivim lê muzîka min tune be, wê demê ev tê wê wateyê ku can û ruhê min tune ye. Ya ku can û ruh dide civakekê, muzîka wê civakê ye ku rihên xwe ji sedsalan digire. Hewl û xebata me ji bo wê ye ku her kesek di bin sîwana Zarok MA’yê de çanda xwe bijî û bi stranên xwe mezin bibe. Hêjta zarok di 4 saliya xwe de em dest bi perwerdekirina wan dikin. Ji ber ku guh ji hînbûn û guhdarîkirinê re vekirî ye. Dema rewş wiha dibe jî hînkirina huner û çanda me ya ku bingeha xwe ji dîroka me digire, li ser me dibe ferz. Divê zarokên me bi çanda xwe mezin bibin û ne pişêvin.” 

Qeyûm girtibû

Konservatuara Aram Tîgran ku di bin sîwana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatibû avakirin, di 1ê Çiriya Paşiyê ya sala 2016an de ji hêla qeyûm Cumalî Atîlla ve hate girtin. Piştî girtina konservatuarê, hunermendên ji kar hatine derxistin bi dirûşma “Ji bo her kesî muzîk, li her derê muzîk” Akademiya Ma Muzîkê ava kirin. Akademiya MA Muzîkê ku bi dirûşma “Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin” dest bi rêwîtiya xwe ya hunerê kir, di nava 5 salan de gelek xebatên serkeftî kirin. Akademiyê, di pêvajoya 5 salan de Jin MA, Koroya Zarokan, Orkestra MA, Orkestraya Ritmên Xwezayî, Zarok MA û Akademiya Dengbêjan ava kir. Di heman demê de perwerdeya muzîka kurdî dan 4 hezar û 59 zarokan.

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin