Yunan 18 balafirên Rafal û 4 keştiyên şer ji Fransayê dikire

Yunan 18 balafirên Rafal û 4 keştiyên şer ji Fransayê dikire

Serokwezîrê Yûnanê Kyriakos Miçotakis ragihand ku welatê wî çend girêbestên çekan ligel Fransa pêk aniye û got, ku niha dem hatiye ew artêşa xwe baştir bikin.

A+A-

Serokwezîrê Yûnanê Kyriakos Miçotakis di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê 18 balafirên Rafal ên Fransî û 4 keştiyên ku dikarin bi erkên cuda rabin, herwiha 4 helîkopteran bikirin.

Kyriakos Miçotakis diyar kir ku di çarçoveya nûkirina artêşa Yûnanê de dê 15 hezar leşkerên nû werbigrin û kerta pîşesaziya leşkerî jî pêş bixin.

Miçotakis destnîşan kir ku ew bername nû, nûjenkirina 4 keştiyên şer, kirîna mûşek û çekên dijetank jî lixwe digire.

Serokwezîrê Yûnanê got: “Dem hatiyr ku em hêza xwe ya çekdarî bihêz bikin. Ev bername dê bibe mertalak jib o berevaniya niştîmanî. Bi saya vê bernameyê em dê bi hezaran çekên nû dabîn bikin.”

Wezîra Berevaniya Fransayê Florence Parly jî ragihand ku ew kêfxweş in ku yekem car e welateke Ewropî balafirên Rafal dikire û got: “Ev yek ji bo pîşesaziya asmanî ya Fransayê û bi taybetî ji bo sazî û dezgehên di çêkirina Rafaleyê de kar dikin serkevtineke mezin e.”

Derbarê rêkevtina di navbera Fransa û Yûnanê de Serokê Saziya Rêveberiya Asmanî ya Dassaultê Eric Trappier jî got: “Ev rêkevtin peywendiya me ya dîrokî gelek bihêztir dike. Ez spasiya rayêdarên Yûnanê dikim ku careke din baweriya xwe bi me anîne.”

Ev yek di demekê de ye ku aloziyên Yûnan û Tirkiyê li ser çavkaniyên sirûştî li Deryaya Navîn kûr bûne û herdû alî bi mafê xwe dizanin ku li nava Deryaya Spî li pey samanên sirûştî bigerin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin