YNK kongreya xwe pêk tîne; Sekreter namîne û konsey tê damezrandin

YNK kongreya xwe pêk tîne; Sekreter namîne û konsey tê damezrandin

Li nav YNKê amadekarîyên bo kongreya ku dê 7ê vê mehê bê encamdan berdewam dikin. Lêbelê ne dîyar e ka dê sekreterekî giştî yê nû yan jî dê konseyek nû bê hilbijartin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Biryar e, Yekitîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) roja Şemîyê (07.12.2019) 4mîn kongreya xwe saz bike. YNK ku sala 1975an hatîye damezrandin, heta niha tenê 3 kongre, 2 konferans û 5 plenum encam dane.

YNK sêyem kongreya xwe 1ê Hezîrana 2010an pêk anîbû û pêwîst bû kongreya 4an jî Adara 2013an hatiba sazkirin, lê li şûna wê 10ê Mijdara 2013an plenum hat pêkanîn.

Hefteya derbasbûyî, di çarçoveya amadekarîyên kongreyê de, civînên komîteyan û herwiha ji bo destnîşankirina delegeyan konferansên teşkîlatên bajar û bajarokan hatin birêvebirin.

Kongre dê di dema xwe de bê kirin?

Tevî ku hemû amadekarîyên bo encamdana kongreyê weke plansazîya hatîye danîn bimeşin jî, lê tekez nebûye ka dê kongre di wê dema hatîye destîşankirin de bê encamdan an na.

Endamê Polîtbûra YNKê Seidê Pîre ji Rûdawê re ragihand, “Kongre di dema hatîye dîyarkirin de dê bê encamdan. Hemû amadekarî li ber xilasbûnê ne. Rojên Duşem û Sêşema derbasbûyî, herî dawîn hilbijartinên bo dîyarkirina teşkîlatên bajar û bajarokan birêve çûn.”

Pîre dibêje li gor rêziknameya partîyê, dê 1000 endamên partîyê beşdarî kongreyê bibin. Li gor rêziknameyê lîsteya ku ji 500 endaman pêk tê, bi dawî hatîye. Ev jî ji Dîwana Serokatîyê, Polîtbûro, Komîteya Navendî, Parlamenter û ji endamên kedkar ên berê pêk tê.

Kî dê bibe serokê nû yê partîyê?

Celal Talebanî 42 salan barê wê partîya ku 44 sal raborîya wê heye, li ser milên xwe girtin. Lê piştî koça dawî ya Celal Talebanî, di nav wê partîyê de nîqaşa destnîşankirina sekreterekî nû bo wê partîyê rû da.

Di her sê kongreyên berê de, Celal Talebanî ku tekane berbijêr bû, weke Sekreterê Giştî yê YNKê hat hilbijartin. Di vê kongreyê de ne dîyar e ka dê yek ji alîkarên wî posta sekreterîya giştî werbigire an na. Berpirsên pilebilind ên YNKê jî derbarê vê mijarê de ti şîroveyan nakin.

Eger şêwazê rêveberina partîyê weke hevserokatî an jî bi rêya konseyê neyê guhertin, tê zanîn ku Kosret Resul ku Yekem Cîgirê Sekreterê Giştî ye û Berhem Salih ku ew jî Duyem Cîgirê Sekreterê Giştî ye, daxwazkar in bo wî erkê.

Yek ji serkirdeyên pilebilind ên YNKê Mihemed Wetman ku nêzîk e li Kosret Resul dibêje, “Kosret Resul temenê xwe bo partîyê terxan kirîye. Lewma destnîşankirina wî weke Sekreterê Giştî di însîyatîfa kongreyê de ye. Ez bi xwe wî hêjayî vî erkê dibînim.”

Wetman tekez jî kir ku ji bo postê Sekreterîya Giştî di nava endamên Dîwana Serokatîyê de pêşrêkevtinek nîne ku karîgerîyê li ser kongreyê bike.

Endamê Dîwana Serokatîya YNKê Cebar Ferman ji Rûdawê re got, “Kongre dê di dema xwe de pêk were û derbarê hilbijartina sekreterekî nû de, kongre dê biryar bide. Ti kes ji me nikarin li ser vê yekê biryarekê bidin.”

Gelo li şûna Sekreterîya Giştî, Konseya Serokatîyê tê danîn?

Çavkanîyekî nêzîk li malbata Talebanî, derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand ku di kongreya YNKê de Sekreterê Giştî nayê hilbijartin û li şûna wî postî dê mekanîzmayeke bi şêwazê Konseya Serokatîyê bê pêkanîn.

Wî çavkanîyê ragihand, “Ev kongreya YNKê dê gelek cuda be. Mekanîzmeyeke weke konseyê dê bê pêkanîn. Kesayetên herî bi azmûn ên partîyê yên weke Kosret Resul, Berhem Salih û Mela Bextîyar dê di wê konseyê de cih bigirin. Herwiha 3 kesên ku dê di kongreyê de cih bigirin dê bibin meqamê tenfîzê. Ji bo vî meqamî jî Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî (xwarzê Celal Talebanî) di nav pêşbazîyekê de ne. Ji ber ku cihgirtina du kesan ji malbata Talebanî di wê konseyê de weke rastqînîyek nayê dîtin. Lê ji bo ku di wê konseyê de cih bigire, Lahur Şêx Cengî hemû amadekarîyên xwe kirine.”

3 encûmenên cuda jî dê bên avakirin

Herwiha wî çavkanîyê dîyar kir ku pêkanîna 3 encûmanên cuda jî di rojevê de ye û ragihand, “Endamên konseyê dê serokatîya van encûmenan bikin. Yek ji wan encûmenan dê ji endamên berê yên Dîwana Serokatîyê û kadroyên nû û serkevtî yên partîyê pêk bê. Encûmana din jî ku dê ji endamên bi azmûn û kedkar ên partîyê pêk bê, dê erkdar be bo parastina berjewendîyên partîyê. Encûmena sêyem jî dê taybet berpirs be ji herêma Behdînan (Duhok û derdora wê) û xebatên li herêma Şingalê.”

Wî çavkanîyê nêzikî malbata Talebanî tekez kir ku Qubad Talebanî dê di nav yek ji wan encûmanan de cih bigire.

Endamê Encûmana Cîbicîkar a YNKê û Cîgirê Serokê Teşkîlata Şarezurê, Ehmed Kadeferî, got ku pêwîst e kongre taybet li ser hin xalan rawest e.

Ehmed Kadeferî dîyar kir, “Bo nimûne divê derbarê kesên ku ji partîyê veqetîyane û piştre vegerîyane, biryarek bê dayîn. Ji wan kesên ku ji partîyê cuda bûbûn, beşek ji wan hatin qebûlkirin, beşek jî li derve hatin hiştin. Bo nimûne serkirdeyên weke Berhem Salih, Mela Bextîyar û Qadir Ezîz ji partîyê veqetîyan û dema vegerîyan jî hatin qebûlkirin. Ev cudakarî partîya me lawaz dike. Hemû ew kesên ku ji YNKê veqetîya bûn jî ji bo post û meqaman ji partîyê cuda bûn, ne ji ber sîyaset an jî bernameya partîyê.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin