Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

YNK-Goran bi El-Malikî re çi tev dide?

A+A-

Berî niha bi demekê, endamê Politburoya YNK Şehy Cafer têkiliyên navbera şaxekî YNK û Nûrî El Malikî eşkere kiribû ku:yek ji endamên YNK pila bilind Adil Murad pêşniyarî dabû Nûrî El Malikî ku „li henber firotina Petrola Kurdistan, Mûçe û dahatên Herêma Kurdistan qutbikin"!

Du eynî demê de Nûrî El malikî Bi alîkariya Îran, hêzên xwe yên taybet bi dehbaban (tanqan) şand ser sînorên Kurdistan û herêm xist bin tehdîdan! Beşek ji artêşa xwe jî xist navbera Rojava û Başûrê Kurdistan. Li henber vê hewldana Nûrî El Malikî, Hêzên Parastina Herêma Kurdistan li henber Dehbabên İraq, dest bi kolanên xendeqan kir. Tam di vê demê de; PKK, PYD, YNK, Tevgera Goran bi dezunformasyonan re girse yên xwe derxistin kolanan û li Henber Serokatîya Herêma Kurdistan û PDK bûn sebebên alozîyên siyasî.

Çiqa ku Herêma Kurdistan eşkere kir ku „xendeq ne li henber Rojavayê Kurdistan, ji bona „parastina xaka Kurdistan e" jî, ew hewldan heta cîhekî serkevtî bûn û kujtin û şewitandina buroyên PDK kirin armanc ji xwe re. Têkiliyên navbera hêzên siyasî ket qeyranek siyasî. Hevpeymana di navbera wan de hilweşîya û Parlemento jî ji ber van sebeban xetimî.

Piştî hatina DAİŞ û êrîşên ku anî ser Kurdistan, naveroka van xendeqan baş hat fêhm kirin, lê hinek dilnexwazên kurd û Kurdistan jî gihîştin armanca xwe.

Bi hewldana leşkerî re Nûrî El Malikî Dahat û mûçe ya Kurdistan jî qutkir!

Hêzên Pêşmergan, li henber vê hewldana İraq û Îran axa Kurdistan parast û da nîşan ku „hêzek leşkerî hidûdên Kurdistan derbas bike, ew sebeba şere"! Li henber vê helwesta Hêzên Parastina Herêma Kurdistan, İraq û Îran bipaşde gav avêtin.

Dema ku DAİŞ êrîş anîn ser Kurdistan, ji hêla çekên giran de Hêzên Parastina Herêma Kurdistan pir zeîf bûn. Tenê xwedîyê çekên sivik bûn. Di destê DAİŞ de jî çekên giran hebûn û ne tenê ev jî, artêşa İraq li derdorên Kerkûk, Felûce, Musul û Dûzxurmato hemû çekên modenr û giran ku di destê wan de, tev unîformayên xwe ji DAİŞ re hiştin û bê ku fişekekê biteqînin revîyan!

Dewletên Yekitîya Amerîka û Ewrûpa; rewşa van êrîşên ser Herêma Kurdistan nirxand û dest bi biryarên „li henber DAİŞ piştgirîya Herêma Kurdistan" kirin. Li henber piştgirîya van dewletên ku biryara piştgirîya Herêma Kurdistan dan, li Ewrûpa bi „Partî ya Linke" re, PKK hemû hêz û têkiliyên xwe xistin dewrê ku „çekan nedin pêşmergan, Peşmerge nikarin van çekên we jî biparêzin. Wê ev çek têkevin destê DAİŞ"(!) Di xulaka biryardana Parlamentoya Elmanya de Çar jinên bi cil û bergên Kurdî derxistin meclîsa Elmanya û bi armanca ku „Barzanî xayîne, çekan nedin Barzanîyan" protesto lidar xistin(!)

Sekreterê Giştî yê Partî ya Lînke Gysî di parlementoya Elmanya de helwest girt û li henber „dana çekan ji bona Kurdan" daxuyanî da...

Piştî bîranîna van agahîyan em carek din vegerin ser YNK û Tevgera Goran ku bi çi armancê Nûrî El malikî vexwendin Silêmanîyê û Helepçe!

Di navbera Kurdan de qeyranek siyasî heye û her ku diçe bandora vê qeyranê jî bi destên dilnexwazên kurd û Kurdistan bi zanistî bandora wê zêde dibe.

Berî bi du rojan Îran Herêma Kurdistan tehdît kir. Bi vê tehdîda Îran re YNK û Tevgera Goran, berdevkê Îran Nûrî El Malikî vexwendin Silêmanîye û bi wî re dest bi dan û stendinan kirin. Armanca Nûrî El Maülikî ku di vê dema ku di nav Kurdan de bandora qeyranek siyasî heye çiye?

*Li jor rewşa Herêma Kurdistan min bi kurtayî anî ziman. Piştî wan çalakîyên henber Serokê herêma Kurdistan û PDK, dan û stendin sekinî bûn.

*Parlamentoya Kurdistan ji ber alozîya van çalakî û derketina qeyrana siyasî xetimî bû û bingeha derxistina biryarên muşterek wenda kiribû.

*Bi qutkirina dahatên Herêma Kurdistan û mûçeyan, Mesrefa du salan ku Herêma Kurdistan di şerekî dijwar deye û erzanîya buhaya neftê, bandora qeyranek aborî jî her ku diçe mezin dike..

*Ji bona amadekirin û çareserkirina çûna referandûmê û pejirandina stratejîyek ji bo „serxwebûna Herêma Kurdistan", dîtina çareserîyan li henber qeyranan,  bingeha hatina cem hev hatiye wundakirin. Tu alî guh li bangên Serokê Herêma Kurdistan nakin û hemû bang piştguh dibin.

Tam di vê demê de YNK û Tevgara Goran bê ku pirsgirêkên nav xwe çareserbikin û bersîva banga Serokê Herêma Kurdistan bidin, hin di nav xwe de û hin bi Nûrî El Malikî re ketin têkiliyan. Dest bi avakirina têkiliyên herêmî kirin, berjewendîyên Kurdistan li Kerkuk xistin bin tehlûkê û rê dan Nûrî El  Malikî ku ji van alozî û qeyranên nav Kurdan hêzê bigire. Bi destê YNK û Tevgera Goran têkiliyên kurdan, prestîja kurdan Zeîf bike û xwînê bide Dewleta İraq.

Bi van hewldanan; banga yekitîya helwestek netewî û çûna referandûmê, çespandina çarenûsa netewa xwe red dikin û diçin bi Seddamê duyem, dijminê Kurd û Kurdistan Nûrî El Malikî re civînan li dar dixin(!) Biryaran digirin û li perçekirin û bêhêzkirina Herêma Kurdistan digerin. Hikûmeta Herêmê bê prêstîj dikin, destê Serokê herêma Kurdistan li henber İraq û dijminên kurdan zeîif dikin.

Ev helwesta YNK û Tevgera Goran bi zanistîye. Helwestek li henber Serxwebûna Kurdistan e. Hêzên Kurd û Kurdistanî ku li henber van tevdegerînên bi tehlûke helwestê negirin û daxwaz û stratejîya serxwebûna Kurdistan dernexin pêş, wê Kurdistan di vê dema nazîk de pir tiştan wunda bike.

Çima destdirêjayîya dijmin zeîf û helwesta xwe ya netewî di herêmê de xurt nakin?

20.07.2016

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin