YE: Tayînkirina qeyûman ziyanê digihîne demokrasiya xwecihî

YE: Tayînkirina qeyûman ziyanê digihîne demokrasiya xwecihî

Yekitiya Ewropayê ragihand ku tayînkirina qeyûman bo çend şaredariyan ziyanê digihîne demokrasiya xwecihî û ev yek cihê nîgeraniyeke cidî ye.

A+A-

Yekitiya Ewropayê  ragihand ku tayînkirina  qeyûman bo çend şaredariyan ziyanê digihîne demokrasiya xwecihî û ev yek cihê nîgeraniyeke cidî ye.


 

Yekitiya Ewropayê  (YE) derbarê dûrxistina şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê û tayînkirina qeyûman li cihê wan û herwiha desteserkirina hejmareke zêde ya xelkê, daxuyaniyek belav kir.


 

Di daxuyaniya Yekitiya Ewropayê de tê gotin ku tayînkirina qeyûman li cihê şaredarên ku bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin, çavkaniya nîgeraniyeke cidî ye û dibe sedema lêpirsînkirina encamên demokratîk ên hilbijartina 31ê Adarê.


 

Herwiha tê diyarkirin, ji kardûrxistin û desteserkirina siyasetmedarên xwecihî û tayînkirina qeyûman, di asta xwecihî de rîska bê nûnertî û ziyangihandina bo demokrasiya xwecihî bi xwe re tîne.


 

Yekitiya Ewropa dibêje, “Her çiqas hikûmeta Tirkiyê di têkoşîna li dijî terorê de xwedî mafekî rewa jî be, divê ev li gor destûr û hiqûqa ceza û mafên sereke yên navdewletî ku Tirkiye li xw digire, bê kirin. Pêwîst e Tirkiye li gor pabendbûna xwe ya bi Mercê Rêveberiya Xwecihî ya Ewropayê wan tedbîrên ku asteng in li pêşiya demokrasiya xwecihî rake.”


 

Di daxuyaniyê de tê aşkerekirin ku Yekitiya Ewropayê êrişên terorî yên li Tirkiyê gelek caran û bi awayekî zelal şermezar kirine û tê gotin, “Lêbelê em banga destpêkirina pêvajoyeke pêbawer a siyasî ji bo bidestxistina çareseriyeke aşitîxwaz û domdar, dupat dikin.”


 

Îro şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakûrê Kurdistanê bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan, waliyên wan bajarên Bakûr, weke qeyûm hatin tayînkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin