Serok Barzanî di salvegera Referandumê de: Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan

Serok Barzanî di salvegera Referandumê de: Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan

.

A+A-

Serok Barzanî di salvegera Referandûmê de got, “Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan.”

9 sal di ser Referandûma Serxwebûnê re derbas bûn.

Serok Mesûd Barzanî îro bi boneya salvegera 9an a Referanduma Serxwebûna Kurdistanê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got,  “Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan.”

Biryara dîrokî ya 7ê Hezîranê

Bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî û bi beşdariya piraniya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê 7ê Hezîrana 2017an civîneke berfireh hat lidarxistin.

Di wê civînê de biryareke dîrokî hat dayîn ku 25ê Îlona 2017an gelê Kurdistanê bi rêya sindoqên dengdanê çarenivîsa xwe diyar bike.

Ji sedî 92yê gel dengê "Belê" da

25ê Îlona 2017an, li Herêma Kurdistanê û herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Referanduma Serxwebûna Kurdistanê hat lidarxistin.

Zêdetirî ji sedî 92yê xelkê Kurdistanê bi "Belê" dengê xwe ji bo serxwebûnê da.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin