Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê

Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê

.

A+A-

 Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê ku li çolên Semawayê hatibûn dîtin îro vedigerînin Herêma Kurdistanê.

Birêvebirê Kar û Barên Şehîdan û Enfalkiriyan da zanîn ku piştî temambûna rêkaran dê hestiyên wan bên veşartin.

Birêvebirê Şehîdan û Enfalkiriyan ê Silêmaniyê Edîb Letîf ji Rûdawê re ragihand:

“Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê li goristana bikom a li çolên Semawayê hatine dîtin û îro şemiyê vedigerînin Silêmaniyê.”

Birêvebirê Şehîdan û Enfalkiriyan ê Silêmaniyê her wiha amaje bi wê yekê kir ku piraniya wan jin û zarok in, xelkê deverên cuda yên Herêma Kurdistanê ne û piştî rêkaran dê bi werin veşartin.

Dîtin û vegerandina hestiyan bi hevkariya hevbeş a Saziya Şehîdan a Herêma Kurdistanê û Tiba Dadî ya Bexdayê tê kirin.

Edîb Letîf diyar kir:

“Mînakên xwînê ji cenazeyan hatine wergirtin û em dê wan bi xwîna xizmên enfalkiriyan re bidin ber hev.

Li gorî delîl û rêkaran dê bibin cihên wan û werin veşartin.”

“Dê nasnameya wan bê eşkerekirin”

Birêvebirê Şehîdan û Enfalkiriyan ê Silêmaniyê li ser wê yekê ka qurbanî ji kîjan devera Herêma Kurdistanê ne, got:

“Heta niha amar negihîştine ber destê me.

Piştî gihîştina mînakên xwînê û wan delîlên ku li ber dest in, em dê cihê qurbaniyan eşkere bikin.”

Hîn jî li çolên Semawayê gelek gorên bikom ên qurbaniyên Komkujiya Enfalê hene ku nehatine vekirin.

Li gorî Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan, sedema vê yekê vedigere ser alozbûna rêkarên yasayî û kêmbûna wan tîmên teknîkî yên ku berpirsê vekirina gorên bikom in.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin