Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin

Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin

.

A+A-

Biryar e di 1ê Cotmeha 2026an de, karwanê 9em ê termên şehîd û qurbaniyên ferman û jenosîda Êzidiyan radestî kesûkarên wan bê kirin. Radestkirina vî karwanî piştî temambûna pişknînên bijîşkî û nasîna nasnameya wan tê, ku zêdetirî 6 salan bû di Beşa Bijîşkiya Dadî ya Bexdayê de mabûn.

Ev karwan termên 25 qurbaniyan li xwe digire ku piraniya wan xelkê gundê Koço yê ser bi Şingalê ne. Temenê van qurbaniyan di navbera 12 heta 70 saliyê de ye û di sala 2014an de di êrîşa terorîstên DAIŞê de li Şingalê hatibûn komkujkirin.

Li gorî bernameya diyarkirî, termên şehîdan dê pêşî bo Monomenta Şingalê bên veguhastin û li wir bi merasîmeke taybet pêşwazî li wan bê kirin. Piştre, termên her qurbaniyekî dê radestî malbata wî bên kirin, da ku li goristanên taybet ên deverê bi xakê bên spartin.

536 term hîn li Bexdayê ne

Ji sala 2014an û vir ve heta niha, li devera Şingalê 96 gorên bikom hatine dîtin, tevî bi dehan gorên takekesî. Li gorî amarên fermî:

- Heta niha 78 gorên bikom hatine vekirin û derxistin.

- Çaverê tê kirin ku 18 gorên din ên bikom di qonaxên pêş de bên vekirin.

- Bi giştî termên 857 qurbanî ji gorên bikom hatine derxistin.

- Nasnameya 296 şehîdan bi rêya pişknînên DNAyê hatiye piştrastkirin.

- Hîn jî termên 536 qurbaniyan li Beşa Bijîşkiya Dadî ya Bexdayê mane û kar li ser nasîna nasnameya wan didome.

Tevî ku 12 sal di ser fermana reş a li ser Êzidiyan re derbas bûne, dosya qurbaniyên bêserûşûn û gorên bikom hê jî vekirî ye. Malbatên Êzidiyan bi salan e bi xemgînî û nîgeranî li bendê ne ku çarenivîsa hezkiriyên wan bi dawî bibe û karibin bi awayekî birûmet û hêja termên wan li warê bav û kalan bi xakê bên spartin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin