YE: Bila hawirdeya petrola Rûsyayê, bi giştî were qedexekirin

YE: Bila hawirdeya petrola Rûsyayê, bi giştî were qedexekirin

.

A+A-

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, pêşniyaza dorpêçên nû yên li ser Rûsyayê pêşkêş kir. Di nav van pêşniyazan de qedexekirina hawirdeya petrola Rûs jî cih digire.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, li Konseya Giştî ya Parlementoya Ewropayê axivî. Leyen, li ser encamên şerê navbera Rûsya û Ukraynayê û bandorên vî şerî yên civakî û aboriyê yên li ser Yekîtiya Ewropayê gotarek pêşkêş kir. Leyen di nav axaftina xwe de pakêta 6emîn a dorpêça li dijî Rûsyayê jî eşkere kir.

Ursula von der Leyen, di derbarê pakêtê de da zanîn ku dê serdar û serleşkerên ku li Bûçayê tawana şer kirine, bikevin nav lîsteya dorpêçê. Bi berdewamî hat gotin ku ew ê bankaya herî mezin a Rûsyayê Sberbank û herdu bankayên din ên mezin, ji SWIFTê derbixin.

Leyen da zanîn ku bi derxistina van bankayan a ji SWIFTê, pergala aboriyê ya ku xwedî grîngiyeke mezin e, hatiye hedefgirtin. Hat ragihandin ku ew ê qedexeyê deynin ser 3 kenalên TVyê yên Rûsyayê û ew ê destûrê nedin ku ev sazî li tu welatekî Yekîtiya Ewropayê, bi rêya înternet, uydu, kablo an jî telefonên nûjen, çalakiyên xwe pêşkêş bikin.

Von der Leyen, got ku ew ê ji Ewropayê ragihandina bi hejmaryar û şêwirmendiyên cur ber cur jî jî werin rawestandin û dê ev xizmet ji bo kompaniyên Rûs werin qedexekirin. Leyen got, ji bo girêdayîbûna bi  enerjiya Rûs ve were bidawîkirin, wan li civîna Versayê li hev kiriye û li ser vê yekê, wan komirê daxilî pakêta 5emîn kiriye.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê da zanîn ku ew girêdayîbûna bi petrola Rûsyayê re jî digirin dest. Leyen bi berdewamî got: “Heger mirov bi rastî bibêje, ev yek ne wisa hêsan e. Hinek welat girêdayiyê petrola Rûs in. Em jî niha pêşniyaza qedexekirina petrola Rûs dikin. Ev pêşniyaz, li ser qedexeya hawirdeya petrolê û hemû berhemên petrolê ye.”

Ji bo ku ev pêşniyaz werin pêkanîn, divê welatên endamên Yekîtiya Ewropayê erê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin