“Navê Dêrsimê lê vegerînin, cihê gora Seyît Riza aşkere bikin”

“Navê Dêrsimê lê vegerînin, cihê gora Seyît Riza aşkere bikin”

.

A+A-

Komeleya Mafên Mirovan destnîşan kiriye ku qetlîamên di 1937-38an de hatine kirin, komkujî ye û gotiye, “divê bi komkujiyê re rûbirû bibin.”

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan(IHD) derbarê 85 saliya Komkujiya Dêrsimê de daxuyanî daye.

Komeleya Mafên Mirovan destnîşan kiriye ku qetlîamên di 1937-38an de hatine kirin, komkujî ye û gotiye, “divê bi komkujiyê re rûbirû bibin.”

ÎHDê lêborîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a di sala 2011an de di dema Serokwezîrtiya wî de ya derbarê Komkujiya Dêrsimê de bibîr xistiye û gotiye, "Ji bo dewlet bi Dêrsimê re rû bi rû bibe, pêwîste di nava Meclîsê de 'Komîsyona Heqîqetê ji bo Dêrsimê' bê avakirin. Li gorî pêşniyarên komîsyonê yên piştî qedandina xebatên komîsyonê divê sazkirinên qanûnî were kirin ji bo naskirina qirkirinê, lêborînê û çareseriyên edaletê yên mayînde."

IHDyê daxwazên xwe weha rêz kiriye:

  • Lêvegerîna navê Dêrsimê
  • Bila gorên Seyîd Rizayê ku hatibû darvekirin û  hevalên wî aşkere bibin. Her weha gorên komî yên din jî li gorî isûlê were vekirin.
  • Rewşa zarokên keç yên di encama operasyonên leşkerî de nehatine qetilkirin û bi zindi hatine zeftkirin were aşkere kirin û wan bi malbatên wan re bide rûbirûkirin.
  • Bila dev ji polîtîkayên bê mirov kirinê yên li Dêrsimê were berdan, çêkirina HESan û bendavên din were betalkirin û texrîbata çandî bi dawî bibe.
  • Em daxwaz dikin ku navendên baweriyên xwezayî û çandî yên li Dêrsimê bên parastin û dewrî nûnerên herêmî yên Dêrsimiyan (wek Şaredariya Dêrsimê) bên kirin.

     

    Belgefîlman 38an (Jêrnivîsa bi Tirkî | Streaming Copy) from Surela Film on Vimeo.

    Belgefîlma bi navê “Dersim 38” di sala 2006an de ji aliyê derhêner Çayan Demîrelî ve hatiye amadekirin.

    Belgefîlma bi navê “Dersim’in Kayıp Kızları’(Keçên Wenda yên Dêrsîmê) ji aliyê derhêner Nezahat Doganê ve hatiye amadekirin. Belgefîlm li du çîrokan pêk hatiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin