Akademîsyenî Swêdî, li Îranê tê darvekirin

Akademîsyenî Swêdî, li Îranê tê darvekirin

.

A+A-

Akademîsyenê Swêdî Ahmed Riza Celalî, bi sedema ku li Îranê ji bo Îsraîlê sîxurî kiriye, tê darvekirin.

Li gorî Ajansa Xwendekaran a Îranê (ISNA), hemwelatiyê Îran û Swêdê, Akademîsyen Ahmed Riza Celalî, ji ber tometên sîxuriyê, li Îranê hatibû darizandin. Li gorî nûçeya ISNAyê,  Celalî dê  heta 21ê Gulanê, were darvekirin.

Ajansê destnîşan kir ku nûçe li ser agahiyên rayedarekî hatiye belavkirin û li gorî agahiya hatiye dayîn, Celalî di nav liv û tevgera sîxuriya Îsraîlê de bûye û di kuştina fîzîknasên nukleerî yên Îranî de rista wî hebûye. Hat zanîn ku ji ber van sedeman, sizayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Ahmed Riza Celalî, li paytexta Swêdê ya Stockholmê, li enstîtuya li Karolinskayê, hîndekar û bijîşkê tenduristiyê bû. Celalî di sala 2016an de li Îranê hatibû girtin û li ser giliyên ku agahiyên di derbarê fîzîknasên nukleerî yên Îranê de dane Mossadê, hatibû dadgehkirin û di sala 2017an de jî sizayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin