Niyazî Pîro

Niyazî Pîro

Hemû nivîsên nivîskar >

Xewn

A+A-

 

Bo ku te bibînim

her şev xewn dibînım

tu dibî azad û serbixwe

ez bi ala rengîn te dixemilîn im

çi taq û ban dihêlim

çi kela û çiya

alê dikişinim jor

hîn jor...

hîn jor...

hîn jor

heta ku Dinya bibîne

rengê kesk û zer û sor

alê hîn dişînim jor...

hîn dişinim jor...

hîn dişinim jor

êdî dibînim

ez bûme hemwelat

tu bûye xwedî sînor.

Önceki ve Sonraki Yazılar