Di warê civakî de Enflasyon û Deflasyon
Baran Boskan
Bi naveroka xwe ya civatî, enflasyon; wateya ji pêwistîyê zêdetir e ku dibe egerê buha û nirxê wî tiştî dadixe. Deflasyon jî berevajî wê, tiştê ji pêwistîyê kêmtir e ji ber wê jî buhayê hêjayê wî tiştî bilindtir dike, gihandina wê zortir dike.
Gelek zelal e ku wateya rêxistinê; ji bona gihaştina armancekê, yan jî parastin û domandina hebûnekê ji yekê zêdetir lihevkirina kesan e. Gava ku ev armanc pêkhat, ew rêxistin jî belav dibe bi dawî dibe. Ev dikare bi lihevkirina bernameyek nivîsandî, bi devkî yan jî li ser bingehê kevneşopîya civatê be. Rêxistin li gora armanca xwe dikare ji du kesan pêk were yan jî bi millyonan kes bigire nava xwe.
Her ku mirovayetî li pêş dikeve pêwistîya rêxistinîyan jî li gora wê civakê piralî û berfiretir dibe. Mixabin, em kurd di warê rêxistinîyê de gelek sersar tevdigerin. Li gora pêwistîyê rêxistinan ava nakin û gava ku em endamê rêxistinekê jî bin, li gora pêwistîya wê rêxistinê tevnagerin.
Her kesek li gora cî û karên xwe pêwistîya wî/wê ji bona wan bi rêxistinên cuda cuda heye.
Mînak: em li sîtekê niştecî bin, xwezayî endamê wê sîteyê ne, berpirsiyar û rêvebirîya sîteyê heye, bername û destûrekî wê rêxistinê heye, lê piranîya niştecîyên wê li gora pêwistîyê, şopandin û berpirsiyarîya xwe ya nizanin yan jî bêxem in. Mînakek din; zarokekî me li dibistanê xwendevan be, piranîya me wek kes, li zarokê xwe bipirse jî lê wê hestiyarîya me ya rêxistina berpirsên zarokan de xwe nabînin, yan jî paşgoh dikin û hwd.
Bêguman, gelek rêxistinên ku dewlet, li ser navê dezgeyên sivil avakrine hene; van rêxistinan jî li gora berjewendîyên rêvebirina dewletê hatine amadekirin û li gor wê rêbazê xebatên xwe dikin. Kurd li ser navên xwe nikarin di van dezgehan de kar bikin, li gora pêwistîya pîşe û karên xwe dibin endamên wê çerxê. Ev di gelek qadên civakî de jî çi li gundan yan li bajaran be her weha ye. Di civaka kurdî de, deflasyonekî berbiçav ya rêxistinî heye.
Gava meriv di vî warî de li civaka kurd mêze dike, em kurd di warê rêxistînî de gelek xizanin, yanî deflasyona rêxistinîyên civakî di nav miletê me de heye. Yanî rêxistinbûnî buha ye, metirsîdar e, gihîştina wan ji me re zor e.
Lê rêxstinên dînî ku xwedîyê yek armanc û hedefê ne, li yek qadê xebatê dikin li Kurdistanê ji pêwistî gelek zêdetir in, bêguman di vî warî de alîkarîya dewletê jî cîyekî pir girîng digire. Wan dezgeyên xwezayî yên dînî, medreseyên berê hatin rakirin; li şûna wan, li her taxê rêxistinên bi piştgirîya dewletê wek kumukan derketin nava civaka kurd. Ji ber vê jî enflasyona rêxistinên dînî li Kurdfistanê heye, buhayê wê nizim gihandina wê gelekî asan e.
Di warê rêxistinên siyasî yên Kurdistanîyan de jî civaka kurdî balkêş e. Li yek qadê, bi yek armanc û hedefê ji pêwistî zêdetir rêxistin çêdibin û li meydanê hene. Heta pirê caran bi yek navî gelek partî tên avakirin. Ev jî li Kurdistanê nîşana enflasyona partîyên sîyasî ye. Ev buhayî û nirxê sîyasetê dadixe, bawerîya bi wan kêm dike. Ji ber vê ye ku PWK; bi Serokê xwe û bi hemû dezgeyên xwe ve bi rêya her fersendê bang dike, hawar dike: partîyên ku bername û armancên wan yek bin yan nêzîkî hev bin bira bibin yek! Ji bona me ne nav, ne rêvebirî asteng nîne! Tenê em bawer dikin ku vê enflasyona partîtîyan fêde nade tevgera me ya neteweyî heta astengîyan û bêbawerîyê çê dike.
De warekî din de jî, civaka kurdî pir balkêş e! Ewçend jîr û zana û rewşenbîr û şîretkarên me hene û bi alîkarîya teknolojîya heyî jî her ku diçe firetir dibe. Bêguman pirbûna rewşenbîran cîyê şanazî û serbilindîyê ye.
Lê yê me hemî serbixwe, aqilmend û şîretkar in. Ewçend şîretan li me dikin ku hişê li serê me jî belav dikin, me gêj dikin. Piranîya wan bi salan rêxistinî kirine, ji ber siyaseta xwe zulm û zordarî dîtine, lê niha ewçend ji rêxistinîya sîyasetê bidûr rawestîyane û her şîretkarin. Di vî warî de jî enflasyona rewşenbîrî û şîretvanîyê di nava kurdan de pir bilind e. Pêwistî bi çareserîyek girîng heye, lê ji ber şîretên gelek alî, ji vê enflasyonê re çareserî gelekî zor û zehmet xwanê ye.
Hêvî xwurt e; emê rojekê Rêyekê bibînin!


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin