Niyazî Pîro

Niyazî Pîro

Hemû nivîsên nivîskar >

Xaka Kurdan

A+A-

Ez Kurdistan

Xaka çend hezar kavkal û dundana we kurdan

Min nekişînın vê alî û wê alî

HerÎ ewil bibin yek can

Min jî xwe re bikin niştiman

Jî pê re bibêjin kîjan nîzam û sazûman.

 

Ez Kurdistan

Xaka min dewlemend û bi deramet

Ava min Dijle û Fırat û gola Wan

Ku bibim azad û serbixwe

Hûn Kurd nabin nezan û xizan

Dibin zane û xwedî kar û nan.

 

Ez Kurdistan

Xaka min bi herêman ava bûye

Hin herêm bi çîya û daristan

Hin herêm bi robar û deşt û zozan

Ku bibim xwedî Dewlet û sînor

Hûn Kurd nabin koçber û penaber

Ez nabim talan û wêran

 

Ez Kurdistan

Ji du peyman bûme çar par

Hûn jî min nekin par bi par

Biçirînin peymana Qesra şîrîn û Lozan

Min bikin yek par

Min bikin yek parkû

Bibim xaka Kurd û Kurdistanîyan

Bibim xaka Kurdistan.

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar