Veysi Aydin

Veysi Aydin

Hemû nivîsên nivîskar >

Wezîrê mafên mirovan?

A+A-

Van rojan dijminatîya Kurdan bûye mode.

Yên hetta nuha ji xwe re nikanîbûn sebeban bibînin, referandum kirinê argumana dijminatîya xwe beramber Kurdan. Kêm îstîsna ne têde herkes aqilmendîya Kurdan û dijberîya referandumê dikin.

Kesek bi navê Mohammed Mehdi Bayatî jî li dijî giştpirîyê/referandumê derketîyê. Çavên xwe girtîye u devê xweyê bi kef vekirîye.

Kî ye ev Mohammed Mehdî El Bayatî?

Mohammed Mehdî El Bayatî bi eslê xwe Tirkmenê Îraqê ye. Yek ji serkirdeyên rêxistina El Bedr e. Weke hun dizanin, rêxistina El Bedr rêxistinek milîsên Şîeyan e û di nav Heşdê Şebî de cihgirtîye.

Mohammed Mehdî El Bayatî, wek nûnerêkî panşîî ye li ser lîsta Yekîtîya Niştimanî ya Îraqê ketîye parlamenta Îraqê. Ji destpêkêde li dijî Kurdan rawestîye.

Serkirde, birêvebir û fermandarên Heşdî Şabî di her derfetêde gef li Kurdan dixwin.

Çend roj berê fermandarekî bi navê Hadî Amîrî jî gef li Kurdan xwar û got “Heger Kurd referandumê bikin, dê li Îraqê şerrê navxweyî derkeve!” Ango dê êrişî Kurdan bikin.

Heta vêderê alenî ye.

Em vegerrin ser Mohammed Mehdî el Bayatî.... Gotinek Tirkan heye, dibêjin “devşirme”, yanî ji milletekî din vegerrandine, kirine Tirk. Cinsê wisa li hemû dinyayê ji nîjadperestên wan milletan nîjadperesttir in. Heman tişt bona vî Mohammed Mehdî el Bayatî jî derbas dibe. Ji Ereban zêdetîr Îraqeka Ereb diparêze. Ji şîîyan zêdetir şîî ye, di nava panşîîzmê de çalak e.

Em bêjin, ev jî bi me qebl!...

Min dê li ser vî bêbavî nenivîsanda, heke wî wezîrtî nekiriba!

Lêbelê!.....

Ev kes, Mohammed Mehdî El Bayatî efendî (?) ji 09. Îlon 2014 hetta 16 Tebax (Ab) 2015 WEZÎRÊ MAFÊ MIROVAN BÛ!!

De were nemire!

De were li vê ecêbê mêzeke!!

Kar û wazîfa wezîrê mafê mirovan çiye?

Berî her tiştî parastina mafê her mirovekî ye, çi cins, çi millet, çi ol dibe, bila bibe!

Wazîfa wî ew e, kur binpêkirina mafekî mirovî hebe, li dij wê rabe u ji holê rake.

Yasayek ne li gorî pîvanên mafê mirovan be, maniî wê be!

Daxwazên wezîrê mafê mirovan:

Ev qaşo wezîrê mafê mirovan (?) çi dibêje di banga xwe de:

“Divê serokkomarê Îraqê, Fuad Mehsum ji posta xwe were dûrxistin!”

Ah a, li vir bisekinin....

Gelo Fuad Mehsum mamurekî post nizm e û di bin emrê wî bêxêrî de ye?

Gelo Fuad Mehsum karê xwe nebaş bi rêve dibe?

Naxêr.

Fuad Mehsum, serokkomarê Îraqê

Gelo Fuad Mehsum bertîl xwarîye, tiştekî ne layiqî serokkomarîyê be, kirîye?

Naxêr!

Derd û kulê Mohammed Mehdî El Bayatî efendî (?), Kurdbîna Fuad Mehsum e!

Daxwazên Mohammed Mehdî El Bayatî efendî (?) berdewam e:

"Divê hemû wezîrên Kurd yên di hikumeta navendî de beşdar in, ji kar û postên xwe werin dûrxistin!.. Bexdayê biterikînin"

Wey malxerabo!

Tu dibêjî qey, sazîya hikumet û parlamentoyê mala bavê wî ye. Kurdan girtine ser mala bavê wî u dixwaze wan dûr bixe!...

Fisên gennî yên Mohammed Mehdî El Bayatî efendî(?) têra wî nake, tirrekê jî pê dixe!

“Pêwist e, serderî li gel Kurdên derveyî Herêma Kurdistanê were kirin.... li Bexdayê û li parêzgehên din dest bi ser hemû milkê Kurdan were girtin”....

Aqildarên Mohammed Mehdî El Bayatî Efendî (?) gelo kî ne?

Van pratîkana ji me re ne xerîb e! Em vana ji hinek dîrokan nas dikin!

Rejîma Hîtler ê faşîst jî bi heman sebeban li Cihuyan wisa kiribu.

Hêzên faşîstên Alman jî dest danîbûn ser mal û milkên Cihuyan.

Dîyar e, wezîrê mafê mirovan(?) diroka serdema faşîzma Hitler baş lêkolaye û sud girtîye!

Dilê Mohammed Mehdî El Bayatî efendî (?) qey bi van jî rehet nabe.

Dibêje:

Divê “nasname û pasaportên Îraqê ji Kurdan were stendin!” Ango ji cih û warên xwe werin dûrxistin!

Li vir carek din zihnîyeta faşîstî û nijadperestîya dewşîrmeyekî baş derdikeve ber çavan. Heman tişt rejîma BAAS a faşîst a Surî di salên 1960îyande kiribu u bi sedhezaran Kurd ji hemwalîtîya komara Surî derxistibû. Hîna jî bi sedhazaran Kurdên rojava bê hemwelatîne û li welatê bav û kalên xwe wek “ecnebî” tên hesabkirin.

Rejîma Nazîyên faşîstên Almanya heman tişt anîn ser serê Cihuyan. Bi milyonan Cihû ji welatê xwe revîyan û bi milyonan hatin qetilkirin.

Wate: Ev qaşo wezîrê mafê mirovan diyar e gellek sud ji faşîzma Nazîyan girtîye!

Bizane, qaşo mafparêzl!

Bi hezaran sal in cuda cuda dijminan xwestin, Kurdan bê cih û war bihêlin. Bi serneketin.

Û dê bi ser nekevin!

HEKE KOMAREK, NÎJADPERESTEKÎ WEK TE,

DIJMINÊ MIROVAHÎYEKÎ WEK TE

BIKE WEZîRÊ MAFÊ MIROVAN

GELO QET XÊR DI WÊ KOMARÊ DE HEYE?

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin