Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Di Qada Navnetewî de „Hiquq, Yasa û Bêhiqûqî" çiye?

A+A-

 

Netewên bindest wê li gor kîjan hiqûq û yasayan mafdar bin? Yên ku hiqûq û rêka yasayî diparêzin; dema ku sira tê wan û dolivgerîya wan, siyaseta wan, çima xwedî li hiqûq û yasayên xwe dernakevin û wek ku ne wan avakirine tevdigerin, û van yasayan binpê dikin?
Di mafdarî û mafparêzîya bindestan de hiqûq û yasayên navnetewî çiqasî rola wan a erênî heye?
Ev niyeta dorpêça ser Kurd û Kurdistan di qada hiqûqê netewan de, li angora kîjan yasa û hiqûqî xwedî bandor e?
Em dikarin pirsan pir bikin û her pirsê jî bi mînakan wekin ku ne wateyek ku îro ji Kurd û Kurdistan re helwestek erênî ye.
Lê tiştek heye ku divê em Kurd qet û qet wê jibîr nekin!
Ev sedsale Kurdistan ji hev hatîye perçekirin û mafê netewa Kurd û Kurdistan a devletbûnê bi darê zorê ji dest hatîye girtin. Di eynî sedsalî de, ji bona netewên bêdewlet, bindest re „yasa û hiqûqekî navnetewî, navdewletî"(!) jî heye û hatîye amadekirin. Netewa Kurd û Kurdistan; di sedsalên borî de raserî înkar, qirkirin, koçberî, Enfal-çekên kîmyewî û jenosîdên mezin hatîye. Bersîva her dozdarî û serhildanan bi xwînê, bi qetlîaman hatîye fetisandin. Ev „yasa û hiqûqê" heyî bêdeng maye û zordar her bûne „xwedî maf" û serkevtî! 
Di dirêjaya sedsalî de bi sedan serhildan li Kurdistan pêkhatin. Her beşekî Kurdistan xwedî dîrokek taybet, dirêj û janek kur a dozdarîya xwe ye. Mixabin hêzên xwedî „yasa û hiqûq" ji vê doza netewa Kurd û Kurdistan re çav û guhên xwe girtine, yasa binpê kirine!
Helbet; di vê dîroka sedsalîde „hiqûq û yasayên navnetewî yên ku netewên bindest diparêzin" jî hebûn. Lê hebûna van yasa û vî hiqûqî ti fêde ji Kurd û Kurdistan re neanîye û hêz daye kirinên zordaran.
Gelo çima?
Jiber ku yên ev yasa û ev hiqûqê navnetewî ava kiribûn, di eynî demê de berpirsiyarên binpêkirina van yasa û vî hiqûqî bûn jî. 
Yên ku ev"yasa û hiqûq ava kiribûn, berpirsiyarê binpêkirina mafê Kurd û Kurdistan û berpirsiyarê perçekirin û parvekirina Kurdistan bûn jî. 
Yên ku ev „yasa û huqûq"ê navnetewî avakiribûn, berpirsîyarê bêdewlethiştin a Kurd û Kurdistan bûn jî. 
Avakirina „hiqûq û yasa"yan herdem dualî kar dike: Ji xurtan re û ji xwedî hêzan re quweta desthilatdarîyê ye. Ji bindest û belengazan re jî bingeha „parastina maf" çêdike, lê disa Kurdistan ji vî „huqûq û yasayên dewletî û navdewletî" re mînakek balkêşe ku, em dikarin yekser bêjin; her netew yasa û hiqûqê xwe ew bi xwe çêdike û bibandor dike. Yasa û hiqûqên ku bêyî wan, an bê riza wan hatine avakirin, ti caran wan nikarin biparêzin, bê ku di berjewendîyên van dewletan de bin(!)
Di dîroka Kurdistan de, her pêvajok bi serê xwe ji vê re mînakin: Li bakurê Kurdistan ji despêka şerê I.em yê Cîhanê û heta 1938 an her serhildan bi serê xwe îtîraza nîrên ku bi hêza navnetewî li ser Kurdistan hatine avakirin in. Daxwaza doza dewletbûnê ye. Li Rojhilatê Kurdistan jî ji berxwedanên hevpar û heta avakirina „Komara Kurdistan" ev kirin dubare bûne. Li Başûrê Kurdistan jî ji şerê I.em yê cîhanê û heta niha ev her dubare dibe. 
Mafdarbûn çiye?
Netewa Kurd û Kurdistan;ji 1991 an û virde li Başûrê Kurdistan xwedî du pêvajokan e. 1- Ji 1991 an û heta 2003 an ku di herêma xwe de wek „herêmek defakto" jiyan derbas kirîye. Di vê demê de ji hêla çardewletan de hatîye dorpêçkirin û wek demek îzolasyonê derbas bûye. Bi saya netewên Yekbûyî bi alîkarîya wan jiyana xwe meşandine.
Pêvajoka duyem jî ji 2003 an, bi hilweşandina dîktatorîya BAAS a İraq re destpê kirîye û mercekî navnetewî ku wek statu bêt pejirandin derketîye ber me. 
Kurdistan di vê pêvajokê de faal cîhê xwe girtîye. Hin di amadekirina damezirandina dewleta Federal a İraq de û hin di amadekirina yasa û makezagona hevpar de, cîhekî berbiçav girtîye. Bi biryarek hevpar „sîstemek federalî di bin çavdêrîya USA û NY de hatîye avakirin. 
Piştî 2003 an Kurdistan dest bi jiyanek nû kirîye. Di hevparîya federal a dewleta İraq de para Kurdistan a ji butçeya Baxda ji %17, mûçe yên karmend û pêşmergan, fînansekirina perwerdeyê hatîye dan. Kurdistan bi dahata vê re, dest bi avakirinê kirîye. Rêyên modern, pir û projeyên gundan, yên avdana herêmên bêav bi hawayekî lezûbez û modern destpê kirîye. Pir proje serkevtî hatine qedandin û hinek ji wan jî nîvco mane. Hinek proje esasên wan hatîye avêtin, hinek betona wan qedîyaye û hinek pirr jî lingên wan hatine danîn û nivco mane. 
Kurdistan dest bi avakirina welatekî azad kirîye û dewleta navend ya İraqê ev gava Kurdistan ferq kirîye. Nehiştîye ku Kurdistan biser keve. Kêr li damarên xwîna Kurdistan xistîye bi şiweyek dijminane û hertişt nîvco, terkî fetisandinê, gelê Kurdistan terkî birçîbûnê, mahkûmî nediyarîyek pêşerojê kirîye. Ev helwest ji wî wî ruhê serdest û kone tê.
Ev herdû pêvajok jî bi me didin pejirandin ku, dewleta İraq û ew mejûyê ku dewletê îdare dike; ne yê jiyanek hevpar e. Piştî ku Kurd û Kurdistan ev çespand; biryara serxwebûnê da û gava referandûmê a 25.09.2017 an avêt. Bi serkevtî netewa Kurd û Kurdistan bi herêmên nû re ji %93.73 biryara serxwebûnê dan. Ev îrade ya Kurd û Kurdistan e. 
Ji dewletên dagirker û dorpêç yên herêmê tehdîdên „bloqe û dorpêçek tûn"(!) hat. Dewleta İraq bahsa yasa, makezagon û „neyasayî" ya biryara Kurd û Kurdistan kir. Hêza navdewletî li henber vê îradeya netewa Kurd û Kurdistan bêdeng ma. Ev bêdengî bû sebebê despêka îzolasyonek nû li ser Kurdistan. G
Gelo yasa û hiqûqê wan ji îradeya netewa kurd û Kurdistan mezintir e? Ji bona cûdabûna hiqûqê jin û mêrekî cûdabûn li gor yasayan û li gor daxwaza herdû alîyan tê giftûgo kirin û dadger biryarê dide. Gelo di cûdabûn an jî rizgarîya netewan de çima hiqûqê navnetewî bi şîweyek hêsan nayê bikar anîn? 
Di vî warî de „yasa û hiqûqê navnetewî" têt jibîr kirin. Siyaset û berjewendî derkevin pêş.
Carek din hat çespandin ku „yasa û hiqûqê navnetewî" bê siyaset û berjewendîyên dewletên xwedî hêz bêwate ye. 
12.10.2017

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin