Weqfa Îsmaîl Beşîkçî wê bernameyekê nû ya akademiyê birêve bibe

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî wê bernameyekê nû ya akademiyê birêve bibe

.

A+A-

Akademîya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî aşkere kiriye bernameya wan a  payîzê ya 2020-2021ê destpê kiriye.

Akademîya Weqfa Beşîkçî di daxuyaniyekê de ragihandiye wan bernameya "Tecrubeya Perwerdehiya Kurdî"  daye destpêkirin û wê bername di navbera 12.12.2020 û 23.01.2021ê da, her hefte roja şemiyê, di navbera saet 14.00-17.00an da li ser hisaba Zoomê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî were lidarxistin.

Bername ji bo xwendekarên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê vekirî ye û bi 30 kesan sînordar e. Ew kesên serî lê dane dê herî dereng di 10.12.2020an de bên agahdarkirin û Kesên ku bi rêk û pêk beşdarî hemû hefteyên akademiyê bibin dê ji alîyê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî (WÎB) ve sertîfîkaya beşdarbûnê werbigirink

Kesên dixwazin beşdarî di bernameya Akademîya Îsmaîl Beşîkçî bikin dikarin vê forma li jêr dabigirin û peywendiyê bi Weqfa Îsmaîl Beşîkçî re bikin.

https://ismailbesikcivakfi.org/ku/calaki/akademiyen-bihar-payize/akademiya-ismail-besikci-payiz-2020-2021

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin